‘Ji ber polîtîkayên cihekar ên li ser kurdan êrişên cenazeyan pêk tên’

  • rojane
  • 10:12 18 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Bav Semîh Alankûş ku êrişa li dijî cenazeyê kurê xwe Ûlaş Alankûş weke sûcê mirovahiyê penase kir, diyar kir ku êriş ji ber polîtîkayên cihekar ên desthilatê pêk tên. 
 
Malbata endamê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) û Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ûlaş Alankûş ku di şerê li navçeya Bazîda Agiriyê derketî de jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe anîn Stenbolê. Malbat di rê de bi zext û gefên cuda re rû bi rû ma. 
 
Cenazeyê ku li Stenbolê were veşartin, xwestin bînin li Mala Cemê ya Gaziyê ya Sûltangaziyê lê polîsan pêşiya wesayîta cenaze girtin û cenaze revandin. Polîsên ku nehiştin li Mala Cemê merasîm were lidarxistin, di dema veşartinê de jî nehiştin ji bilî malbatê tu kes bikeve goristanê. Polîsên ku li goristanê belavkirina lokme jî asteng kirin, kesên bertek nîşanî rewşê dan derb kirin û binçavkirin. Polîsên ku bi ser şîna li Îzmîrê hatibû danîn de jî girtin, kesên li hundir binçavkirin. Nêzîkatiya polîsan a cenaze bavê Alankûş, Semîh Alankûş, Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk û Rêveberê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Kerem Bukre, nirxand. 
 
GEF LI WAN HATE XWARIN
 
Bav Alankûş, diyar kir ku tiştên roja anîna cenaze qewimîn perçeyekî politikaya “şer û zext” ên desthilatê ne û wiha got: “Berî ku em ji agiriyê derkevin ji helwesta dozger me zanî wê ji me re zehmetiyê derxînin. Ji ber ku dozger bi gotinên ‘Di rê de kevirek jî ji cihê xwe bilive, qezayek çêbibe ez ji we dizanim’ gef li me xwarin. Dê çi berpirsyartiya me ji qezayeke ku di rê de çêbibe hebe.”
 
SÛCÊ MIROVAHIYÊ  
 
Alankûş, ê revandina cenaze weke “sûcê mirovahî” penase kir, bi lêv kir ku nehiştin vecîbeyên olî pêk bînin û wiha berdewam kir: “Ev sûcekî mirovahiyê ye. Tu têkiliya vê ne bi dîn ne jî bi mirovahiyê re heye. Li wir ez bi xwe jî çûm min ji wan re got ‘heke hûn nehêlin em bîranîna wî ya li ser gorê bikin, bihêlin em xêra xwe bidin’.”
 
POLÎTÎKAYÊN CIHEKARIYÊ 
 
Alankûş, destnîşan kir ku nezîkatiya dewletê ya cenazeyên kurd ji ber polîtîkayên “cihekariyê” pêk tên û got: “Dewlet her tim dibêje ‘cudaker, teror’ lê esas ew bi xwe cudakeriyê dikin. Dema serê sibê çûn mala ceme dorpêç kiribûn. Dema em çûn goristanê jî tenê destûr dan me. Em çûn ser gorê me duaya xwe kir û paş ve vegeriyan. Nehiştin em li mala ceme lokmayê belav bikin, ji ber wê yekê me jî li avahiya HDP’ê belav kir.”
 
MAFÊ ŞÎNÊ TÊ ASTENGKIRIN 
 
Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk jî bi lêv kir ku ji çalakiyên Kobanê ve li ser cenazeyên kurdan êrişeke taybet hatiye destpêkirin. Çûbûk, tiştên di merasîma cenaze de qewimîn û zext û gefên malbat pê re rû bi rû man bi bîr xist û anî ziman ku îşkenceya li ser cenazeyan kevneşopiyeke dewletê ye, niha ev zêdebûne, zorê li malbatan dikin ku nîvê şevê cenazeyan veşêrin. 
 
‘EM TÊKOŞÎNA CIVAKÎ MEZIN BIKIN’
 
Çûbûk, anî ziman ku ji ber bikevin pêş tev li bûna merasîmên cenazeyan êriş tên kirin û wiha axivî: “Divê mirov bê lebê bê belê xwedî li cenazeyan derkevin. Divê em têkoşîna civakî û yekgirtî mezin bikin.”
 
ASTENGKIRINA TÊKOŞÎNA BIRÊXISTIN 
 
Rêveberê ESP’ê yê Stenbolê Kerem Bukre jî diyar kir ku ji bo dewlet nehêle merasîmên cenazeyên şoreşgeran bi girseyî derbas bibin û pêşiyê li xwedî derketinê bigirin êriş dike. Bukre, bal kişand ser êriş û bombarandina goristanan û li dijî êrişa cenazeyan ku li ser navê astengkirina têkoşîna birêxistinkirî tê kirin, banga xwedî derketinê kir. Bukre, destnîşan kir ku ji bo pêşiyê li êrişan bigirin divê bi girseyî tev li merasîmên cenazeyan bibin.
 
 
 

Sernavên din

23/08/2022
20:14 Li Rihayê çalakiya li dijî tiryakê
20:07 Selahattîn Encu hat binçavkirin
18:17 Ji Wanê bang kirin: Em ji mirinên li girtîgehan re bêdeng nemînin
17:31 Jin çûn şîna li Dêrikê
17:26 Jinan bertek nîşanî qetilkirina Babatê dan: Ewlehiya jinan nema
16:45 ‘Em ê nobetê heya girtiyên nexweş tên berdan bidomînin’
16:26 Dixwazin malbatên Dîlok û Dêrikê bi ‘perê xwînê’ bêdeng bikin
16:17 Lavrov: Divê destûr ji êrişên nû yên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê re neyê dayîn
15:59 Li Rihayê hejmara girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de derket 30’an
15:41 Li Edliyeya Îskenderûnê teqînek pêk hat
15:33 Bayindir: Ocalan hêza çareseriyê ye
15:03 TMMOB’a ku Nobeta Edaletê dîdomîne: Em ê têkoşînê bidomînin
14:30 KESK bi malbata Şenyaşar re di Nobeta Edaletê de ye
13:58 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê di bin dorpêçê de didomîne
13:47 Ji bo betalkirina biryara bi binçavkirinê li Şaredariya Akdenîzê hatibû girtin doz hate vekirin
13:43 12 roj in daristanên li gundê Marûnisê dişewitin
13:09 Xizmên girtiyan: Zarokên me derman bikin
12:57 Ji Ocalan 17 meh in agahî nayên girtin
12:26 Aryen Komê ji bo şeva piştevaniyê banga piştgiriyê kir
11:27 Rêyên 7 taxên Îdirê ev 2 sal in nayên çêkirin
10:50 Zarokêkî 10 salî di Çemê Dîcleyê de winda bû
10:48 Tevlibûna pîrozbahiyên Milazgirê ku Erdogan dê beşdar bibe kirin mecbûrî
10:27 Li Enqereyê 6 kes hatin binçavkirin
10:08 Hate îdiakirin ku Fîrdevs Babat bi çeka cerdevanan hatiye qetilkirin
09:03 ‘Dewlet ji mirinên li girtîgehan berpirsiyar e'
09:03 Aydenîz: Li dijî tecrîdê divê têkoşîna hevpar bê mezinkirin
09:02 ‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'
09:00 ROJEVA 23'YÊ TEBAXA 2022'YAN
22/08/2022
19:26 Sancar: A li Dêrikê ne qeza, cinayet e
19:05 Şaredarê AKP’î yê ceza lê hatiye birîn vê carê çû serdana walî, dozger û dadger
17:01 33 partiyên siyasî û rêxistinan bang li hikumeta Şamê kir: Bi Tirkiyeyê re tu peymanan çênekin
16:27 Ji bobelata ku Cengîz Holdîng bûbû sedem re qedexeya weşanê hat dayîn
16:27 Koç: Ji her mirina li girtîgehan em ê Wezîrê Dadê berpirsyar bigirin
16:24 Li Sîlopyayê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
15:15 Li Bîrdal ê HDP’î ku li Îranê hate girtin 16 sal cezayê hefsê hate birîn
15:13 TIR’a 3’emîn ku Suleyman Soylû gotibû ‘tune ye’ hat rakirin
14:43 Li Wanê dê mitînga 1’ê Îlonê bê lidarxistin
12:57 ÎHD bi malbata Şenyaşar re nobetê digire: Vê qêrînê bibihîsin
12:16 4 endamên ESP’ê hatin girtin
11:48 Li Muglayê qeza çêbû: 4 kes mirin, 3 kes jî birîndar bûn
11:44 Operasyona leşkerî ya li Zozanên Şênê didome
11:13 Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir
10:59 Dîmena helîkoptera hatiye xistin hat weşandin
10:28 Welatiyê ku kargeha wî cara duyemîn hilweşiya: Qeymeqam bergirî negirt
09:06 Akman a destên wê ji kelemçeyan tevizî bûn: Saziyên soza piştevaniyê dabûn li ku ne?
09:06 Me dîmenê TIR’a 3’yemîn ku Soylû digot, ‘tune ye’ kişand
09:05 Bersiva pêşniyara ku rêya qêza lê çêbû ji TIR’an re bêsînorkirin nedane
09:04 Bi mijarên jin, xweza û aştiyê dîwaran dixemilîne
09:04 Rêxistinên Rojnamevanan: Divê em nîşanî rojnamevanên girtî bidin ku ne bi tenê ne
09:03 'Pêdivî bi pergaleke alternatîf a perwerdehiya wijdanî, exlaqî heye'
09:00 ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2022'YAN
21/08/2022
19:55 Ji Amedê bang kirin: Em ê li dijî tiştên li girtîgehan diqewimin bêdeng nemînin
18:50 Zarokê ku kete germavê jiyana xwe ji dest da
18:40 HDP li Feraşînê bi gel re civiya
16:48 Şandeya DBP’ê û HDP’ê çûn şîna malbatên Dêrikê
16:02 Dîmena danasînê ya şeva piştevaniya çapemeniya azad hat weşandin
15:55 Gardiyanan gef li girtiyên ku hejmartina li ser piyan qebûl nekirin xwarin
15:37 HDP çû şîna Bazo Yilmaz
15:24 Şandeya HDP’ê li Dêrikê ye: Kujerê 21 kesan Cengîz Holdîng e
15:13 20 kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin
14:04 Sê welatiyên ku leşkeran ew girtibûn, hatin berdan
14:03 Li herêma Zozanên Şênê şer qewimî: Gelek ambûlans şandin cihê bûyerê
13:29 Şahidên qezayê vegotin: Bergirî nehatin girtin, barê TIR’an zêde bû
12:26 Piştî civînên Soçî û Tehranê 8 zarok hatin qetilkirin, 24 jî birîndar bûn
11:58 Li Dîlokê karkerên fistiqan qeza kirin: 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn
11:43 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 531’emîn de ye
11:26 Jinên siyasetmedar bang kirin: Divê em bibin qêrîna Aysel Tûglûk
10:40 Kesên li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin
10:26 Hewza Firatê di bin xetereyê de ye: Têkoşîna ekolojiyê têkoşîna mafê jiyanê ye
09:13 Li Dêrikê wek qetlîamê qeza pêk hat: Heya niha 20 kes mirin
09:06 'Her ku tecrîda li Îmraliyê kûr dibe binpêkirinên mafan zêde dibin'
09:04 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi hinceta 'tadîlat'ê hêwan neda hunermend Evîn
09:03 Qeyûmê Êlihê bajêr parsêl bi parsêl difiroşe
09:02 Afîşa HADEP'ê ya 23 sal berê hatiye daliqandin li ber xwe dide
09:01 ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2022'YAN
20/08/2022
22:50 Akdenîzê tecrîda li Îmraliyê şermezar kir
22:37 Tevegra Iraqa Demokratîk serdana KNK'ê kir
22:34 Rêveberiya Xweser: Di mehekê de 39 kesan jiyana xwe ji dest da
22:04 Cenazeyê jina windayî hat dîtin
21:00 Di qezaya li Dêrikê de 16 kes jiyana xwe ji dest dan
20:19 Rêvebiriya Xweser bi Wezareta Karên Derve ya Norwecê re civiya
18:24 HDP'ê li Botanê serdana gundan kir
18:00 Bûldan ji Colemêrgê bang kir: Dijminatiya li hemberî kurdan wê we têk bibe
17:35 Xizmên girtiyan ji Qada Kartalê bang kirin: Em li çareseriyê digerin
16:21 Sancar roja duşemê serdana Qersê dike
15:12 56 qurbaniyên qetlîama DAIŞ’ê hatin bibîranîn
15:01 ÎHD: Girtiyên nexweş Amaç, Kose û Oktar berdin
14:08 Nasnameyên her çar zarokên di êrişa Tirkiyeyê de hatin qetilkirin, eşkere bû
13:58 Dayikên Şemiyê li kujerên Cemal Kavak pirsîn
13:41 Li Cizîrê ciwanekî xwe kuşt
13:28 Li aqûbeta Demîr û Gunduz hat pirsîn
13:05 Li Dîlokê qeza: 16 kesan jiyana xwe ji dest da
12:31 Bûldan li Geverê serdana esnafan kir
12:29 Şandeya HDP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir: AKP bêedaletiyê diafirîne
11:02 Şaredariya Westanê wesayîta cenaze neda ku cenaze bê rakirin!
10:24 Xelkê Qoserê 3 roj in li dijî tiryakê nobedê digire
10:04 AKP’ê di kêliya nimêja înê de deriyê Mizgefta Hz. Omer mohr kir
09:48 Hatîp Dîcle: AKP dê di vî şerî de têk biçe
09:29 Li Silopiya cerdevanekî întîhar kir
09:08 Mûtlû: Hezar sedem hene ku jin li hev kom dibin