Rojnamevanê girtî Karakaş: Me bi dest çalakiya greva birçîbûnê kir

  • rojane
  • 11:13 22 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Rojnamevan Îbrahîm Karakaş ku li Girtîgeha Kurkçulerê tê ragirtin, ragihand ku ji ber pêkanînên keyfî yên girtîgehê û qebûlnekirina daxwazên wan ji 14’ê tîrmehê ve çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan bêdem û bidorveger dane destpêkirin. 
 
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Îbrahîm Karakaş ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê ji 6’ê mijdara 2020’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tê ragirtin, binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin, bi  nameyekê ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re vegot. Karakaş, diyar kir ku bi zêdebûna tecrîdê û zextan re keyfiyet berdewam dike û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên me û çareserkirina van nêzîkatiyên nehiqûqî û keyfî bi rêyên qanûnî û diyalogê hemû derfetên xwe bi kar tînin, lê li hemberî vê yekê jî ji ber nasnameya me ya kurd û siyasî bi temamî bi nêzîkatiyên dijminane re rû bi rû dimînin. 
 
PIRSGIRÊK NEHATIN ÇARESERKIRIN
 
Karakaş da zanîn ku wan daxwazên xwe gelek caran ji Wezareta Dadê û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, dadgerên înfazê, serdozger, dozger û midûrê girtîgehê re ragihandine lê tu encam bidestnexistine û wiha berdewam kir: “Ji ber daxwazên me nehatin qebûlkirin ji 14’ê Tîrmehê ve me bi dest çalakiya greva birçîbûnê ya 5 rojan bêdem û bidorveger kir. Em hêj çalakiya xwe didomînin. Mixabin ne beriya çalakiyê ne jî piştî çalakiyê tu pirsgirêkên me nehatine çareserkirin û hêj jî berdewam dikin. Ji ber em pêkanîna ‘lêgerîna nava dev’ ku rûmeta mirovahiyê binpê dike qebûl nakin, mafê me yê xwe gihandina tedawiyê bi awayekî fîîlî ji holê hatiye rakirin. Bi belavkirina demê re erka dewletê ya parastina ewlekariya me veguherandiye polîtîkaya kuştinê.”
 
ASTENGKIRINA MAFÊ TEDAWIYÊ
 
Karakaş, ê bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke tê zanîn girtiyên ku nêzî 25-30 sal in li girtîgehan tên ragirtin bi nexweşiyên kronîk ketine. Gelek ji wan nexweşên giran in û divê her tim di bin kontrola bijîşkan de bên tedawî kirin. Lê ji ber pêkanîna min li jor qal kir, berdin kontrolkirin ez jî di nav de hevalên me yên rewşa wan her ku diçe xerab dibin nabin nexweşxaneyan. Nexweşiyên me her ku diçin pêş ve diçin. Li dadgehên ku mafê me yê parastinê ji destê me tê girtin cezayan digirin.”
 
FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ
 
Karakaş, bi lêv kir ku “lêgerîna tazî” ku Wezareta Dadê înkar dike li wan tê ferzkirin, dema li dijî derkevin tundî li wan tê kirin û wiha domand: “Ji ber vê yekê derbarê me de lêpirsînên dîsîplînê tên vekirin. Em giliyê kesên ku fermana van didin û van pêkanînan dikin, dikin lê biryara neşopandinê tê dayîn. Ev pêkanînên rûmeta mirovahiyê binpêdikin ji aliyê merciyên hiqûqî ve tên meşrûkirin. Dema rewş wisa be ne tenê em girtî malbatên me jî rastî van pêkanînan tên. Dema qebûl nekirin jî nahêlin hevdîtinê bikin. Malbatan mexdûr dikin û mafên wan ên hevdîtinê ji destên wan tê girtin.
 
PÊKANÎNÊN KEYFÎ YÊN RÊVEBERIYÊ
 
Lijneya Îdare û Çavderiyê mafê me yê herî qanûnî yê guhertina odeyê bi hincetên ‘makûl’ qebûl nakin. Îdareya girtîgehê ku daxwazên me yên guhertina odeyê qebûl nake jî bi darê zorê odeyan diguhere û ji derveyî vîna me bi darê zorê li odeyan tên ragirtin.”
 
GIRTÎGEHA TÊL KIRÎ
 
Karakaş, ragihand ku li odeyên têl kirî ku rêveberiya girtîgehê ji bo girtiyên FETO’yê çêkirine tên ragirtin û têkildarî van odeyan wiha got: “Ev odeyên ku weke kafesê û serê wan bi telan hatine girtin, asîman jî digirin.”
 
Karakaş, da zanîn ku kesên ji bo hevdîtinê dinivîsin jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve “ketina wî ya girtîgehê bixeter e” tên astengkirin û wiha pê de çû: “Piştî lêkolîn, fîşkirinên ji aliyê miduriyeta polîsan ve tên kirin ‘bixeter’ tên dîtin û destûrê nadin bên hevdîtinê. Bi vî awayî hem em hem jî kesên ku were hevdîtina me tê mexdûrkirin. Ji odeyên 4-5 kes lê dimînin re têra kesekî xwarinê didin. Fatûraya krîza aboriyê jî ji girtiyan re tê birîn.
 
Bi rêxistinên dijber û nijadperest re li heman korîdorê li odeyên cem hev tên ragirtin û derdikevin heman cihê hevdîtinê. Tevî ku mînakên neyînî derketin holê û xetereya ewlehiya can heye jî hemû serlêdanên me tên redkirin. Şûna hevalên me yên ji heman dozê hatine girtin, bi DAIŞ, El Kaîde, FETO û komên nijadperest re li odeyên li rex hev dimînin û derdikevin heman cihê hevdîtinê. Ev yek ewlehiya canê me û malbatên me dixe xetereyê.”
 
ZILMÊ DIKIN
 
Karakaş, diyar kir ku dixwazin bi meşa leşkerî wan bibin hevdîtinên malbat û parêzeran û ragihand ku li dijî bêhiqûqiyên tên jiyîn îtîraz kirine lê cezayên dîsîplînê li wan tê birîn. Karakaş, bi lêv kir ku piştî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin rêveberiya girtîgehê ava fêkî, şekir, xwê, ava hazir û lîmon nade wan.
 
BÊ TEHAMULIYA KURDΠ
 
Karakaş, nameya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Têkildarî lêpirsînên dîsîplînê daxwaza mafê me yê qanûnî yê parastina bi zimanê dayikê nayê qebûlkirin û bêyî parastinê bigirin cezayên dîsîplînê tên dayîn. Gelek nêzîkatiyên dijminane, bi bêtehamuliya ziman xwe didin nîşandan. 
 
JI BER NASNAMEYA ME YA KURD
 
Ji hemû mafên me û şertên girtîgehê ji ber nasnameya me ya siyasî û kurd bi ‘cihekariyê’ re rûbirû dimînin. Gelek pêkanînên wisa li ser me tên sepandin, li ser girtiyên din nayên sepandin. 
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Ez hem weke rojnamevanekî girtî hem jî ji ber nasnameya xwe ya siyasî bi hemû hevalên xwe re bi van rêbazan re rû bi rû dimînin. Em li dijî van pêkanînan li ber xwe bidin. Bi vê munasebetê em ji hemû meqamên hiqûqî yên peywendîdar, parazvanên mafê mirovan û hiqûqê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî bi rêya we daxwaz dikin ku komîteyekê ava bikin da ku bûyerên van pêkanînan lêkolîn bikin û serdana girtîgehan bikin. Û ji ber vê yekê em dixwazin piştgiriya hiqûqî bê dayîn. Em bang li dikin ku ji bo vê yekê têbikoşin û di nava piştevaniyê de bin.”
 

Sernavên din

27/08/2022
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin