‘Bazo Yilmaz ji bo têkoşînê her tişt da ber çavên xwe'

  • rojane
  • 09:02 23 Tebax 2022
  • |
img
RIHA - Hevalên Bazo Yilmaz ê nexweş ê di girtîgehê de hat qetilkirin behsa wî kirin. Hevalên wî diyar kirin ku Yilmaz tevî nexweşiya xwe jî ji têkoşîna xwe tawîz nedaye û gotin, ew bi "hiqûqa dijminatiyê" re rû bi rû maye.
 
Girtiyê nexweşê Bazo Yilmaz (67) di 18'ê Tebaxê de li Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmar 2'yan hat qetilkirin. Yilmaz di 19'ê Tebaxê de li Goristana Yukari Goklu Asriî ya li Taxa Gogan a Xelfetiyê bi merasîmekê ji aliyê hezaran kesî ve hat definkirin.
 
Yilmaz ku di navbera salên 2009-2014'an de Şaredarê Bajaroka Gogan bû, di hilbijartinên herêmî yên sala 2014'an de bûbû endamê Meclîsa Şaredariya Xelfetiyê. Yilmaz di 12'ê Kanûna 2016'an de ji ber lêpirsîneke derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de tevî 284 kesan hatibû binçavkirin. Yilmaz tevî ku nexweşiya pişikê ya kronîk (COPD) û astimê pê re hebû jî 25 rojan di hêwaneke sporê ya şert û mercên wê xirab de di binçava de mabû û paşê tevî 80 kesan hatibû girtin. Di sala 2018'an de jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 9 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
 
Hevalên wî yên girtîgehê û yên dema xebatên siyasî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa wî kirin. 
 
LI HÊWANEKE SPORÊ 25 ROJÊN DI BINÇAVAN DE
 
Sedat Çelîk (61) ku ew û Yilmaz 25 rojan bi hev re di binçavan de mane, tiştên di dema binçavkirinê de hatine serê wan bi vî awayî vegotin: “Dema ku Bazo Yilmaz şaredar bû, em û wî di bernameyan de carekê du caran leqayî hev hatin. Lê min wî li hêwana sporê ji nêz ve nas kir. Hêwaneke werzîşê ya Şaredariya Halîliyeyê wekî navenda binçavkirinê hatibû bijartin. Em bi sedan kes di binçavan de bûn û li hundirê hwêana sporê bi bariyerên hesinî em ji hev hatibûn veqetandin. Ez û hevalê Bazo 25 rojan bi hev re li stasyona 6'an bûn. Wê demê astima wî hebû û derman dixwar. Şert û mercên paqijiyê yên cihê em lê diman pir xerab bûn. Li her derê toz hebû. Pirsgirêka nefesê ya Bazo Yilmaz hebû. Em li erdê radizan. Rewşa wî her roj xerabtir dibû. Ez her tim difikirîm, 'di rewşeke wiha de çawa ew binçav kirine?' Pirî caran dema ku rewşa wî nebaş dibû, wî dibirin ambulansa li ber deriyê hêwana sporê û li wir hinek derman didan û cardin wî dianîn."
 
‘TEKANE SÛCÊ WÎ TÊKOŞÎN BÛ'
 
Çelîk diyar kir ku rewşa tenduristiyê ya Bazo Yilmaz piştî binçavkirinê girantir bûye û astima wî veguheriye KOAHê. Çelîk bilêv kir ku li Girtîgeha Cirnê Reş a Jimare 2'yan li qawîşên cuda diman û wiha got: “Dema em di girtîgehê de bûn, em car caran hefteyê carekê di dema spor an jî sohbetan de dihatin cem hev. Dema ku min li rewşa tendurustiya wî pirsî, got 'Ez baş im, îdare dike.' Nedixwest rewşa tenduristiay xwe bide der, ji bo kes li ber nekeve. Piştre tenduristiya wî xirab bû û jiyana xwe ji dest da. Hevalekî baş bû, sohbeta wî xweş bû. Tu sûcek wî tune bû. Yekane sûcê wî têkoşîna ji bo azadiya gel bû. Ji bo ronîkirina vî gelî têkoşiya. Li girtîgehê hê girtiyên nexweş ên giran hene. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye. Li dijî vê divê demildest tiştek bê kirin. Ji ber ku mirov ji bo zimanê xwe yê zikmakî têdikoşin, niha di girtîgehan de dîlgirtî ne."
 
‘NIKARIBÛ BÊHNÊ BISTÎNE'
 
Ji ber ku li rewşa tenduristiya Yilmaz giran bû di 8'ê Sibata 2021'ê de ew rakirina Desteya Îhtisasê ya 3'yan a Serokatiya Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Di rêwîtiya 4 rojan de pêdiviyên Yilmaz nehatin bicihanîn. ATK'ê ragihand ku Yilmaz dikare "di girtîgehê de bimîne." Agahiyên raporê bi parêzer û malbata Yilmaz re nehatin parvekirin. Li Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo raporê de îtiraz hat kirin, lê îtiraz bi hinceta ku "di şert û mercên girtîgehê de dikare infaza xwe bidomîne" bi yekdengî hat redkirin. 
 
Mehmet Kultur (60) ku di sala 2020'an de bi Yilmaz re di heman qawîşê de maye, diyar kir ku biryarên ATK'ê yên derbarê Bazo Yilmaz û girtiyên din ên nexweş de "hiqûqa dijminatiyê" ne. Kultur bal kişand ser rojeke li girtîgehê ya Bazo Yilmaz kir: "Nexweş bû, bê tûpê oksîjenê nikaribû bêhna xwe bigirta. Bêhna wî diçikiya. Serê sibê jimartin hat kirin. Piştî jimartinê ew birin revînê û 3-4 saetan oksîjen danê. Ji bo firavînê ew dianîn û danê êvarê careke din ew dibirin. Piştî şîvê cardin ew dianîn û dermanên wî hebûn, me ew didanê. Bi vî awayî roja xwe bi dawî dikir."
 
‘HIQÛQA DIJMINATIYÊ'
 
Kultur bibîr xist ku ji bo serbestberdana Bazo Yilmaz ji ÎHD û Wezareta Dadê re daxwazname û faks şandine û wiha got: “Me hevalên wî alîkariya wî dikir, ne mimkun bû ku bi tenê bimana. Me got 'Nikare di girtîgehê de bimîne' lê ew bernedan. Li hemberî pirsgirêkên tenduristiyê helwesteke fermî, nêzîkatiyeke dijminane hebû. Raporên derbarê pirsgirêkên tenduristiyê de esas nedihatin girtin. Lê wî nexweşîna xwe nedikir pirsgirêk ji bo têkoşînê. Ji ber ku dizanibû helwesteke dijminatiyê heye tiştek negot. Dizanîbû çima li hemberî wî nêzîkatiyeke wiha dijminane heye, çima nayê berdan û çima bi vî rengî berê xwe didin wî. Wî tu carî serî li ber vê yekê netewand. Ji bo berdanê, îxanet li têkoşîna xwe nekir. Mirovekî têkoşer bû. Wî ji bo têkoşînê her tişt dabû ber çavên xwe. Ger qanûn bên pêkanîn dê girtiyên nexweş bên berdan, lê nayên pêkanîn. Qanûna dijminatiyê tê pêkanîn ji bo girtiyan. Eger em bibin yek, ger em bibin dengê girtiyên li hundir, wê demê dê girtiyên nexweş bên berdan."
 
Mahmût Ozdemîrê ku dema Yilmaz Şaredarê Bajaroka Goganê bû, ew jî Şaredarê Xelfetiyê bû ji bo Yilmaz got: "40 sal in hevaltiyek me ya têkoşînê hebû. Siyasetmedarekî li ser esasên rêgez û exlaqê partiyê bû. Pratîkeka pir çak da der di warê rêveberiya herêmî da. Têkiliya wî ya bi gel re pir baş bû. Bi gel re bûbû yek. Ji ber vê yekê, ji 7 saliyan heta heftê saliyan her kes xwedî cenazeyê wî derket. Her kesî dek û dolaban girt û şaredar hembêz kir. Ji bo me windahiyeke bi êş bû. Bi biryareke neqanûnî û siyasî hat girtin. 6 salan di girtîgehê de ma. Berî girtîgehê nexweş bû. Ji bo me windahiyek êşbar bû. Bi awayekî nehiqûqî hat girtin. 6 sal di girtîgehê de ma. Beriya bê girtin nexweş bû. Gelek sazî û dezgeh ji bo berdana wî tevgeriyan, lê behat berdan. Ev şerma dewletê ye. Em hevrêyên wî em ê têkoşîna wî ji cihê mayî bidomînin. Em bibiryar in. Di mirina hevalê Bazo de tiliya rêvebiriya girtîgehê û ATK'ê heye." 
 

‘HER KESEKÊ HIMÊZ DIKIR’

 
Sabrî Yilmaz (49) ku xizmê Bazo Yilmaz e (mamê bavê wî û pismamê dêya wî) anî ziman ku di zarokatiya xwe de her tiştî ji Bazo Yilmaz hîn bûye. Yilmaz bilêv kir ku ew û Bazo Yilmaz çar salan bi hev re di şaredariyê de xbeitîne û got: “Bi zarokan re zarok, bi mezinan re mezin bû. Ew xwedî kesayetiyek wiha bû ku her kesî hemêz dikir. Carinan ji ber nexweşiya xwe agresîf dibû, lê her tim bi gel re di nava diyalogê de bû." Yilmaz anî ziman ku 25 roj berê çûye girtîgehê cem Bazo Yilmaz  û got: Gazî min û pismamê min kiribû. Em çûn. Me 45 deqeyan sohbet kir. Her tim dikenî û hewl dida moralê me xweş bike. Wî gazî me kir ku em biaxivin. Pir pirs ji me kirin. Pirsên wekî “kî tune, kî maye, kî mirî ye” yek bi yek pirsa her kesî kir. Çendî nexweş bû jî pirsa pirsgirêkên binesaziya Goganê kir. Bi pirsgirêkên gel re eleqedar bû. Dixwest wekî ku baş be xwe bide nîşandan. Lê şaredara Bazo nikaribû li ser pêyan bisekine, bêhna wî diçikiya. Lê heta nefesa xwe ya dawî jî got 'gelê min'. Tu carî nîşanî malbata xwe neda ku rewşa wî nebaş e.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

27/08/2022
16:04 Dê li Iraqê danişîna fesixkirina parlamentoyê bê kirin
15:51 Li gel raporan jî girtiyê nexweş ê 30 sal in girtî ye nayê berdan
15:32 Ebrû Tîmtîk li ser gora xwe hat bibîranîn
15:01 Soylû cara 41'emîn soza ‘qedandinê’ da: 29’ê cotmehê 2023
14:05 Li Dîlokê çawişek pispor hat kuştin
14:02 Ji bo ferdên malbata Bîrlîk û Alabalik daxwaza edaletê hat kirin
13:38 Şandeya HDP'ê serdana Bajaroka Narliyê kir
13:17 Xizmên Windakiriyan û ÎHD li aqûbeta windakiriyan pirsîn
12:36 Li girtîgeha Wan û Beşîkduzu greva birçîbûnê: Bila daxwaz bên qebûlkirin
12:21 Li Geverê ciwanê ku bi guman jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin
11:15 Malbata Şenyaşar: Em ji bo her kesî edaletê dixwazin
10:57 Li Wanê girtiyên bi koronayê ketine nayên tedawîkirin
09:13 Xwişkên Leyla Karaaslan: Bi salan îşkence li xwişka me hat kirin lê her kes bêdeng ma
09:03 Li Îdirê qeyûm bi xala 18'an gel mexdûr dike
09:02 Komîteya Wezîran ji bo Ocalan li benda parastina Tirkiyeyê ye!
09:02 Gergerlîoglû: Tifaqa Cumhûr û Miletê di rantê de bi hev re ne
09:01 Banga ji bo şeva hevgirtina çapemeniya azad: Rojnamevan ne bêxwedî ne
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2022'YAN
26/08/2022
23:49 Li Geverê mirineke bi guman
23:33 Tûrnûvaya Kemal Kûrkût bî dawî bû: Tavşantepe bi ser ket
19:18 Li Hezexê jin li dijî qetilkirina jinan meşiyan
18:05 ATK'ê bi hinceta ku 'wergêrê kurdî tune ye' guh li çîroka Ozerê nekir
17:52 Çalakiya li ber Girtîgeha Denîzliyê di roja 12'an de ye
16:08 Kolberek hat qetilkirin
15:49 Operasyona li Holê berdewam dike: 27 DAIŞ'î hatin girtin
15:08 Di êrişên Til Rifatê de kesekî din jî hat qetilkirin
15:02 ‘Desthilatê welat ber bi karesatê ve kaş kir’
14:39 HDP: Wezîrê Dadê ji mirinên girtîgehê berpirsyar e
14:14 HDP’ê ji bo Aysel Tûglûkê serî li Saziya Venêrîna Cemaweriyê da
13:59 Şewata daristanê ya Colemêrgê ku 15 rojan berdewam dikir xwe bi xwe vemirî
13:15 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:01 Ciwanên HDP'î bi malbata Şenyaşar re nobetê digirin
12:30 Ji bo Aysel Tûglûkê bang kir: Nebin şirîkê sûcê dewlet, desthilat û ATK’ê
11:43 Save the Children: Di êrişên SÎHA’yan de 40 zarok mirin an jî birîndar bûn
11:30 Cenazeyê Atsak piştî mehekê hate veşartin
11:18 Li Akkûyûyê 500 karker ji kar hatin avêtin
11:02 TMMOB’ê Rapora Dêrikê aşkera kir: Meyla rê nêzî ji sedî 10’an e
10:39 Jiyaneke ku ji bo azadiyê hatiye bexşandin
09:29 Li Wanê şivanek mirî hate dîtin
09:03 Kaçan: GGM eynî wekî girtîgehan e
09:03 Terzî Muzeyyen: Bila tu jin nebêjin ez nikarim bikim
09:02 Jêrebihura Ofîsa Amedê bûye cihê kêşana tiryakê
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2022'YAN
25/08/2022
21:52 Li cihê dar lê tên birîn qeza: Ajokar mir
20:17 Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê: Di mehekê de 7 kes hatine darvekirin
18:46 Piştî mehekê cenazeyê Atsak dan malbatê
18:29 Dê 6 rêxistin û partiyên siyasî nexşerêya xwe di Îlonê de eşkere bikin
18:01 Firdevs Babat li ser gora xwe hat bibîranîn
17:18 Nobeta Edaletê: Bila girtiyên nexweş bên berdan
17:01 Erdogan sînyala operasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
16:51 Li Konyayê li 13 girtiyên hatin sewqkirin lêgerîna tazî hate ferzkirin
16:38 6 partî û rêxistin li Stenbolê civiyan
16:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê kirin
16:09 Li Mêrsînê qedexeya konserê hate şermezarkirin
15:31 Li Edeneyê wê mitînga 1’ê Îlonê were lidarxistin
15:28 Li Girtîgeha Aydinê mirineke biguman
14:35 Ciwanê ku dixwest derbasî Tirkiyeyê bibe di Çemê Hezilê de xeniqî
14:29 Gunay: Derdekî Tirkiyeyê yê çareseriyê hebe bila ji Sûriyeyê derkeve
14:15 Li Basayê ciwanek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:02 Di 19 rojan de ji mazotê re ji sedî 11,22; ji benzînê re jî ji sedî 5,61 zem hat kirin
13:31 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî soza xwe negirtin
13:09 Daxuyaniya 1’ê Îlonê dê li Kadikoyê be
13:06 Greva birçîbûnê ya li Beşîkduzuyê ket roja 42’yan
13:06 Malbata Şenyaşar bi polîsan paşve gav da avêtin!
12:25 Di mehekê de 6 kolber hatin kuştin
12:19 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:16 Rojnamevan Turfent, sewqî Girtîgeha Depê hate kirin
10:26 Li Dêrikê tevî ku proje hebûye jî rêya derdorê nehatiye çêkirin
10:00 Çiya Kurd: Lihevhatina rejîma tirk a bi Şamê re dê ji Sûriyeyê re xizmetê neke
09:02 Derûnnas Aslan: Li Mêrsînê li hemberî ciwanên kurd êrişeke taybet heye
09:02 Li Çewligê daristan tên qirkirin: Bila rêxistinên civakî peywirê hilgirin
09:02 Derbarê endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Bûdak de doz hat vekirin
09:01 Rojnamevan Işik: Polîtîkaya dij-kurd kir ku Erdogan polîtîkaya xwe ya Sûriyeyê berevajî bike
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2022'YAN
24/08/2022
19:25 Dayik û her sê zarokên xwe yên hatin qetilkirin li cem hev hatin veşartin
18:33 Karaaslanê ku hevjîna xwe û sê zarokên xwe kuştin hat girtin
17:12 ‘Neberdana Aysel Tûglûkê tolhildana siyasî ye’
16:54 Jinên KESK’î bi Emîne Şenyaşar re nobet girtin
15:30 Makbûle Ozer sewqî ATK’ya Stenbolê hate kirin
15:21 Kaçmaz: Bi SÎHA'yan zarok tên kuştin, divê herkes peywîra xwe bi cih bîne
14:16 Cîranên Karaaslanê gotin: Herkesê dizanî lê kesê tiştek nekir
13:48 Li Mêrsînê Mela Kazim hate binçavkirin
13:42 Li Wanê starta xebatên 1’ê Îlonê hate dayîn
12:45 Malbata Şenyaşar: Em ne di heman keştiyê de ne
12:45 Malbatên girtiyan li ber ATK'ê bang kirin: Divê girtî berî ku jiyana xwe ji dest bidin bên rojevê
12:19 Cenazeyê zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê hat dîtin
12:10 Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrişî Til Rifatê kir | LEZGÎN
12:09 Li herêma Aşkîtayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:06 Girtî: Mirinên li girtîgehan qetlîamên plankirî ne
11:39 Li Enqereyê 6 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:36 Malbatên li Dêrikê bertek nîşanî ‘pereyê xwînê’ dan: Êş bi pereyan nayê nixumandin
10:03 Mafên civakî yên rojnamegerên girtî tên astengkirin
09:45 Kekê Babat ê Fîrdevs qetil kir ji tecawizê hate girtin
09:41 AYM'ê derbarê mirina girtiyê nexweş de biryara 'binpêkirina mafê jiyanê' da
09:07 Rojnamevan Bîlgîn: Rûsya, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî berpirsên van êrişan in
09:06 Ji ber ku li dijî îstîmlaqkirina gundê xwe derketin derbarê wan de lêpirsîn hate destpêkirin
09:01 Di biryara derbarê Gok de ne behsa nûçeyan ne jî rojnamevaniyê hatiye kirin
09:00 ‘Desthilat ji ber ku xwîn jê diçe, êrişê dibe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê'
09:00 ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2022'YAN
08:55 Li Hezexê komkujiya mêr: 4 kes hatin qetilkirin