Parêzer Salman: Bijîşkên ATK'ê raporên bi fermanê tên esas digirin

img
AMED - Parêzer Adîle Salman a endama OHD'ê diyar kir ku bijîşkên ATK'ê girtiyan wekî nexweşan nahesibînin û raporên ku bi fermanan tên esas digirin û got: "Piştgirî û berteka civakî dikare bêhiqûqîtiyê çareser bike." 
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ku rêxistinên mafên wan wekî "mirinxaneyan" bi nav dikin, zêde dibin. Li gel van binpêkirinan, hejmara girtiyên jiyana xwe ji dest didin jî zêde dibe. Li gorî daneyên dawî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di 8 mehên ewil ên sala 2022'yan de herî kêm 50 girtî jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daneyên ÎHD'ê piraniya van girtiyan, Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora "di girtîgehê de bimînin" dane wan. Parêzer Adîle Salman a Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) têkildarî binpêkirinên mafan û mirina girtiyan ku rayedarên desthilatê xwe ji bo wan li bêdengiyê danîne, axivî.
 
'ATK, FERMANAN ESAS DIGIRE'
 
Salman anî ziman ku bijîşkên li ATK'ê dixebitin raporên ku bi fermanê tên girtin esas digirin û got: "ATK, ew sazî ye ku rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da Îbrahîm Yildirim ê ji sedî 98 astengdar ê jiyana xwe ji dest da, Aysel Tûglûk a bi nexweşiya demansê û Mehmet Emîn Ozkanê 85 salî ku 5 caran krîza dil derbas kiriye, 4 caran banjiyo bûye û gelek nexweşînên kronîk pê re hene. Herî ji bo Makbûle Ozerê wergêr peyda nekir û ew muayene nekir." 
 
'BIRYARÊN DESTEYAN NE HIQÛQÎ NE'
 
Salman anî ziman ku biryarên bijişkên ATK'ê û sonda bijîşktiyê bereksên hev in û mirina girtiyan nîşan dide ku "ATK, girtiyan wekî nexweşan nahesibîne." Salman destnîşan kir ku pergaleke li ser esasên hiqûqî tune ye û ji xeynî ATK, biryarên Desteyên Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan jî ne hiqûqî ne. 
 
‘DANEYÊN DI WESFA KOMKUJIYÊ DE'
 
Salman destnîşan kir ku dewlet ji parastina mafê jiyanê berpirsyar e û bal kişand ser mirina girtiyên nexweş û got: "Li ber me daneyên di wesfê komkujiyê de hene. Ev jî nîşan dide ku dewlet tu carî berprisiyariya xwe ya pozîtîf pêk neaniye." 
 
HEWLDANA 'TERBIYEKIRINÊ'
 
Selman bal kişand ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li hin girtîgehan li dijî mirin û binpêkirina mafan ên li girtîgehan hatine destpêkirin û wiha axivî: “Bi cezayên dîsîplînê re tê xwestin ku girtî bi pêkhateyeke robotîk ji nirxên xwe yên bingehîn ên mirovî dûr bikevin. Bi pergala îşkence û tecrîdê tê xwestin ku girtî bên tepisandin. Demek berê me rapora pergala îşkenceyê ya Girtîgeha Amedê ya T3'yan eşkere kir. Dixwazin bi odeyên singerî girtiyan terbiye bikin. Deverên ku kamera wan nabînin çêdikin û li vir bi awayekî fîzîkî îşkenceyê li girtiyan dikin." 
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Salman wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gava girtiya nexweş Semire Direkçi ya di Girtîgeha Amedê ya Jinan de dibin ATK'ê, di balafirê de kelemçeya di destê wê de venakin. Çima? Pîlotê balafirê wisa xwestiye. Nexweşekî din jî piştî ku mudaxileya cerahî li diranê wî tê kirin wî tînin û jê dixwazin tampona di dev de derxe. Bi kamerayên li qada taybet a girtiyan mêze dikin, hemû jiyana girtiyan tomar dikin. Ji bo pirtûkan kota heye. Girtî nikarin pirtûkên ku dixwazin bistînin an jî gava ji wan re tên nadin wan. Kabîneyên telefonan tim bi arîze ne û bi vî awayî mafê wan ê pêwendîdanînê jî tê astengkirin. Di dema hevdîtinan de malbat bi pêkanînên di asta tacizê re rû bi rû dimînin. Em li girtîgehan her tim bi rêbazeke nû ya îşkenceyê re rû bi rû dimînin. Girtî jî bi bedena xwe li dijî van pêkanînan li ber xwe didin."
 
‘BERTEKEKE CIVAKÎ DIVÊ'
 
Salman anî ziman ku ji bo dawî li binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bê liv û tevgereke civakî divê û got: “Ji ber ku girtiyên nexweş nayên berdan, înfazên wan nayên taloqkirin û ji ber ku înfaz bi awayekî kêfî tên şewitandin û ji ber ku gelek bêhiqûqîtî rû didin dayik di nobeda edaletê de ne. Helbet divê ev liv û tevgera malbatan zêde dibe. Lê gava piştgirî û berteka civakî zêde bibe, ev bêhiqûqîtî bi temamî ji holê ranebe jî dê kêm bibe. Divê hemû girtî û xizmên wan, heya ev yek negihê mekanîzmayên navneteweyî dest ji vê têkoşîna xwe ya hiqûqî bernedin."

Sernavên din

12/09/2022
13:54 Li Kampa Waşûkanî teqîn: 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan
13:50 Malbata zarokê wan ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kuştin: Leşkeran gule li karkeran reşandin
13:33 HDP: Rola Abdullah Ocalan roleke gelekî girîng e
13:26 Di hilbijartina Swêdê de bloka rastgir bi ser ket
13:05 HDP: Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e
13:04 Emîne Şenyaşar dê ji ‘heqareta’ Yildiz bê darizandin
11:43 Li Şirnexê birîna daran didome
10:34 Ji pêşdibistanê heta zanîngehê daxwaza perwerdehiya bi kurdî
10:31 Hevjîna endamê DAIŞ’ê bang kir: Divê Tirkiye were me bibe
09:54 Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin şandin saziya parastina zarokan
09:42 Li Şirnexê şampiyona turnuwaya Kemal Kûrkût diyar bû
09:03 Tirkiyeyê xwest Zanîngeha Zaxoyê nexşeya Kurdistanê parçe kir
09:02 Înfaza Demîr ê 30 sale girtî hate şewitandin
09:02 Midûrê ku heqareta ‘Bêesilno’ li xwendekarên kurd kir anîn navenda Êlihê
09:02 DÎSKÎ hem avê nade û hem jî pereyan distîne
09:02 Hevserokê KNK'ê Karamus: Yên ji xwe re dibêjin ‘Kurdistanî’ divê nebin şirîkên dijmin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2022’YAN
11/09/2022
23:53 Hejmara leşkerên hatine kuştin derket 4’an
23:38 Bi hezaran kesan got: Em perwerdeya bi zimanê kurdî dixwazin
23:16 KASED’ê 3’yemîn salvegera xwe bi konserê pîroz kir
22:40 Li dijî karkerên kurd êrişa çekdarî: Karkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
20:09 Jinên HDP’î li Kagithanayê hatin ba hev
19:21 Gelê Kerboranê Soylu protesto kir: Esnafan derabe venekirin
18:05 3 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn
17:38 Ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê îşev kampanya didin destpêkirin
17:11 Pankarta bertilê bi şaredariya AKP’î ve hate daliqandin
16:33 Li Mêrsînê çalakiya ziman hate lidarxistin
15:27 YBŞ: Em ji duh amadetir û bihêztirin
15:02 Meşa Dirêj a ciwanan a ji bo azadiya Abdullah Ocalan dest pê kir
14:25 HDP dê di 12 Îlonê de ji bo ‘zimanê dayikê’ bi awayekî hemwext daxuyaniyan bide
12:53 Kolanên qirêj ji bo xatirê Soylû şûştin!
12:06 Tirkiyeyê dîsa êrişî Şengalê kir
11:59 Şanoya Mencel navê xwe kir ŞanoWan
11:58 3 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
11:21 Malbata Şenyaşar: Hûn ê di rondikên me de bifetisin
11:04 Meclisa Jinan a HDP’ê biryara lidarxistina çalakiyan da
10:17 3 meh in 'ceza'yê Gulser Yildirimê temam bûye lê nayê berdan
10:16 Nobeda Edaletê 300 roj li dû xwe hiştin
10:09 Kesên di Nobeta Edaletê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:06 3 cenaze 38 roj in radestî malbatên wan nayên kirin
09:23 Rûyê şer, xizanî, penaberî û tundiyê: Soda Elvalû
09:04 'Meşa Cûdî serhildana li dijî şer û talanê ye'
09:03 Berxwedêrên 12'ê Îlonê: Ev têkoşîn zû an dereng dê bi ser bikeve
09:02 Eksîk ê HDP'î: Tu ferqa girtîgehên tîpa S'yê ji yên kampê naziyan tune ye
09:01 ‘Berxwedana Zindana Amedê armanca 12’e Îlonê berovajî kir’
09:00 ROJEVA 11'Ê ÎLONA 2022'YAN
10/09/2022
22:03 Hirç daket nava Silopiyayê
20:37 Konsera Xecê hat betalkirin
20:02 Hevseroka HDP'ê ya Mûşê Nergîz hat berdan
19:11 Jina ku di qezaya wesayîta zirxî de birîndar bûbû sewqî Dîlokê hat kirin
16:37 Polîsan li Kadikoyê êrişî Nobeda Edaletê kir: Dayikên girtiyan hatin binçavkirin
16:35 52 partî û saziyên kurd ji bo ronîkirina êrişa li Xelîfanê bang kir
15:54 Girtiya nexweş Dîcle Bozan li benda proteza nû ye
15:07 Ji bo girtiyê nexweş Sîncar banga berdanê
14:24 Ji Colemêrgê banga Meşa Cûdî: Bila her kes berê xwe bide Cizîrê
14:10 Dayikên Şemiyê: Bila her kes ji darbekaran hesab bixwaze
14:04 Li Mûşê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:58 CENTCOM: Divê her dewlet hemwelatiyên xwe yên li Kampa Holê bibe
13:31 Dadger: Hûn dixwazin Erdogan bînin danişînê!
13:17 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Şeyhmûs Eroglû pirsîn: 27 sal in winda ye
12:38 Sancar: Wê kes telîsê di destê mamê Alî Riza de ji bîra neke
12:34 Komkujiya Garê di meha 71’an de ye: Têkoşîna me dê bidome
11:44 ‘Desthilatdarî li dijî Tugluk cihêkariyê dike’
11:25 KASED salvegera xwe ya yekemîn bi konserê pîroz dike
11:14 Şandeyek CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
10:57 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: Sepanên li dijî Ocalan teşe didin hiqûqa Tirkiyeyê
10:47 Topaloglû û Eser: Wê derew û cezayê wan nikaribe me bitirsîne
09:13 HDP ji bo xurtkirina demokrasiya xwecihî 13 atolyeyên cuda li dar xist
09:04 'Girtiyan tecrîd dikin, dikujin û wekî' xwekuştinê' didin der'
09:04 'Mirinên li girtîgehan encama pergalê ye'
09:03 Gundê Arbo yê 3 caran hatiye valakirin jinûve tê avakirin
09:02 Komîteya Aboriyê ya Jinan: Em ê zincîrên li jinan hatine xistin bişkînin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÎLONA 2022'YAN
09/09/2022
23:13 Li Silopiyayê semînera derbarê madeyên hişbir de
20:55 Li Girtîgeha Kiriklarê koma duduyan jî tevlî greva birçîbûnê bû
19:53 Li Stenbolê girtina Semra Guzelê hat şermezarkirin
19:31 Doza Tûncel û Kişanakê hat taloqkirin
18:57 Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya DBP'ê Eşref hat binçavkirin
16:28 Aysel Tûglûk rakirin nexweşxaneyê
16:20 Nobeta Aştiyê dest pê kir: Tecrîdê rakin
15:33 Bi îfadeyên ‘şahid’ heta 15 salan cezayê hefsê hate xwestin
15:15 Li Efrînê 3 jê zarok 13 kes hatin revandin
15:14 OHD'ê li Amedê gazî kir: Girtiyên nexweş bila bên berdan
14:56 Jinên ku polîsan tundî li wan kiribû serî li ÎHD’ê dan
14:07 Tuncel: Bidawîkirina tecrîda li ser Ocalan dê rêya aştiyê veke
12:59 Li Wanê banga tevlibûna Meşa Çiyayê Cûdî hat kirin
12:58 Bûldan: Bila kes li ser HDP'ê siyasetê neke û her kes hedê xwe zanibe
12:53 Dadgeha Bilind cezayê rojnamegerê girtî Yilmaz erê kir
12:14 Hate îdiakirin ku qeyûm meaş dide kesên ji peywîrê hatine girtin
12:07 Malbata Şenyaşar: Hûn ê bi kirinên xwe ve bên bibîranîn
11:55 Rapora ÎHD’ê: Kara hê birîndar bû polîsê faîl hat berdan
11:44 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:41 Cenazeyên Ozel û Okmen hatin veşartin
11:37 DMME: Pîrozkirina rojbûna Abdullah Ocalan ne sûc e
11:03 ‘Radestkirina cenaze ya di kîsekî de nêrîna bîrdoziya fermî ya li dijî kurdan nîşan dide’
10:24 ‘Me Alver wekî pêşengekî xwe didît’
10:06 Ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’yê hat dayîn: Divê CPT bilez serdanê bike
09:29 Ji ber rapora ATK'ê girtiyê ji sedî 89 astengdar nayê berdan
09:05 Li Girtîgeha Bafrayê jiyana girtiyan di xetereyê de ye
09:01 Cezayê li birayê Medenî Yildirim hat birîn ji AYM'ê re hat şandin