Li Amedê êrişa li dijî Ferhat Encu hat şermezarkirin: Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê

  • rojane
  • 19:01 19 Kanûn 2022
  • |
img
 
AMED –  Rexistina HDP'ê ya Amedê têkildarî êrişa li dijî Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan êrişa li dijî Ferhat Encu şermezar kir û got: “Em ê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê û yên ku zilm li me kirine dê hesab bidin.”
 
Rexistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê têkildarî êrişa polîsan a li dijî Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu li qada Şêx Saîd a li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî da. Hevserokên HDP'ê yên Amedê Gulîstan Atasoy û Zeyyat Ceylan, parlamenterên HDP'ê yên Amedê Îmam Taşçier û Dersîm Dag, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, “Em li vîna xwe xwedî derdikevin û hesab dipirsin” nivîsandî hat hilgirtin.
 
‘EV SIYASET DÊ TÊK BIÇE’
 
Di destpêkê de Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan axivî. Ceylan anî ziman ku êrişa li dijî Ferhat Encu encama dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li dijî kurdan e û wiha got: “Lê ev êrişên wan encam negirtin û hatin asta têkçûyînê. AKP-MHP digot, em ê kurdan, HDP'ê û siyaseta demokratîk têk bibin lê niha yên ku hatine asta têkçûyînê ew bi xwe ne. Her ku dikevin tengasiyê êrişî kurdan, HDP'ê û siyaseta demokratîk dikin. Lê her ku êriş dikin lawaz dibin û ber bi têkçûyînê ve diçin. Ji ber vê yekê çi dikin bila bikin dê nikaribin pêşî li têkçûyîna xwe bigirin. AKP-MHP siyaseta xwe li ser esasên neyartiyê pêk tîne, ew polîsên ku giredayî dewletê bûn niha girêdayî AKP-MHP'ê ne û li gorî siyaseta wan li hemberî me tevdigerin. Lê em dibêjin, hilbijartin nêz dibe, em vê vê siyasetê bişînin ser sergoyê dîrokê û yên ku zilm li me kirine dê li ber edaletê hesab bidin. Çi dibe bila bibe siyaseta AKP-MHP'ê dê têk biçe, siyaseta ku aştî, demokrasî û azadiyê esas digre wê bi ser bikeve. Êrişa li dijî Ferhat Encu di salvegera kumkujiya Roboskiyê de pêk hat. Em êrişa li dijî hevalê xwe şermezar dikin.”
 
Ceylan bi domdarî salvegera kumkujiya Roboskî,  Mereşê û ya li zindanan bibîr anî û serdagirtina îro ya li dijî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Hareketa Azadî şermezar kir.
 
‘HEKE HÛN KURD BIN HÛN Ê RASTÎ ÊRIŞAN BÊN’
 
Piştre jî Hevseroka HDP'a Amedê Gulîstan Atasoy axivî. Atasoyê destnîşan kir ku êrişa polîsan a li Stenbolê û avêtina ser PAK, PSK û Hareketa Azadiyê dijminatiya dewletê ya li dijî kurdan nîşan dide û ev tişt anîn ziman: “Dayikên di nobeda edaletê de li Stenbolê xwestin bi çalakiyeke balê bikişînin ser zextên li zindanan û polîtikayên tecrîdê û bi wê çalakiyê dawî li nobeda xwe ya edaletê bînin. Lê hevserokê me yê Stenbolê Ferhat Encu ku ji bo piştgiriyê tevlî çalakiyê bû rastî êrişa polisekî hat. Her wiha dayika 70 salî jî rastî êrişeke dijwar hat. Weke her tim, careke din mafê doza ji bo edaletê li kurdan hat qedexekirin û îro jî dorpêça li dijî hevserokên me yên giştî jî ev yek bi awayekî şênber nîşan da. Her wiha li Amedê jî polîsan avêt ser partiyên PAK, PSK û Hareketa Azadiyê. Ev serdagirtin nîşan dide ku ji bo dewletê hûn kurd bin, li ku dibin bibin û fikra we çi dibe bila bibe  ferq nake. Heke hûn ji bo ziman, çand û dîroka kurdan tiştekî bikin hûn ê rastî êrişên dewletê werin. Bi vê wesileyê em hem êrişa  li Stenbolê ya li dijî Ferhat Encu û çalakvanan hem jî ya li dijî partiyên kurd şermezar dikin.”
 
‘DORPÊÇA WE NIKARE PÊŞÎ LI ME BIGIRE’
 
Di berdewama axaftina xwe de Atasoyê bi lêv kir ku ew şîmaq li dijî hemû kurdan e û wiha pê dê çû: “Yên ku ew şîmaq avêtin, hêza xwe ji ku digirin em baş dizanin. Lê ew şîmaq nîşana lewazîbûnê û bê tehamûliya li dijî demokrasiyê ye. Ew şîmaq tirsa li dijî siyaseta kurdan e. Ji ber wê em li vir careke din dibêjin, em êrişên li dijî rêhevalên xwe tu carî qebûl nakin. Em li vir ji wan re dibêjin, yên bitiirse bila weke we be. Îro her kurd Ferhat Encu ye, dayiken ku ji bo zindanan di çalakiya edaletê de ne ne, ciwanen ku we ew li Roboskiyê qetilkirin bi xwe ne û siyasetmedarên kurd ên di zindanan de ne bi xwe ne. Hûn çi dikin bikin, dorpêça we dê nikaribe  pêşî li me bigire. Ev dorpêça we jî dê hilweşê. Ew siyaseta ku wî polîsî hê li ser kar dihêle, dê bersiva xwe di hilbijartinê de bi şîmaqekê bigre.”
 
Herî dawî jî Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier axivî. Taşçier anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP ji 30 milyon kurd û HDP'ê ditirse û wiha axivî: “Her ku diçe hêza HDP xurt dibe. Ji ber wê jî dixwazin HDP'ê ji holê rakin. Lê heta niha êrişên li dijî HDP'ê, siyaseta kurd û HDP'ê mezin kiriye. Çend meh berê jî li dijî Parlamenterê me Habîp Eksîk êriş pêk hat û linge wî şikest û îro jî êrişî Ferhat Encu kirin. Heke hiqûq hebûna û yên ku êrişî Habîp Eksîk kirin bihatina darizandin, îro li dijî Ferhat Encu ev êriş pêk nedihat. Ji ber wê ev êriş ne ya kesekî ye, ya AKP-MHP'ê ye. Lê ez bawerim 30 milyon kurd dê edî deng nedin AKP-MHP'ê.”
 
Taşçier jî avêtina ser PAK, PSK û Hareketa Azadiyê şermezar kir. 
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya, "Zext nikarin me têk bibin" bi dawî bû.

Sernavên din

24/12/2022
15:43 Li Stenbolê û Îzmîrê hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan
15:12 Malbatên Windakiriyan: Bila êrişa li Parîsê bi awayekî bibandor were lêkolînkirin
15:11 Dayikên Şemiyê li aqubeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn
15:10 Girtiyê nexweş Gurban nikare pêdiviyên xwe dabîn bike
15:00 Qurbaniyên Qetlîama Mereşê hatin bibîranîn
14:26 Ciwanan di konferansê de bertek nîşanî tecrîdê dan: Birêz Ocalan wê azad bibe
13:42 Li Parîsê bi deh hezaran kes qetlîamê protesto kirin
13:35 Artêşa tirk gundekî nêzî Amediyeyê bombebaran kir
13:34 Li çargoşeya çar bajaran operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:27 Malbata Mîr Perwer li mala xwe dilorîne
13:03 Ji cîhanê li dijî qetlîama Parîsê nerazîbûn: Em li cem kurdan e
11:49 Ciwanan bi pankartekê tecrîd şermezar kirin
11:35 TJK-E'yê ji bo Evîn Kara daxuyanî da: Tu hêz nikare têkoşîna me ya heqîqetê asteng bike
11:15 TEV-Çand Ewropa: Em ê ala têkoşîna we li erdê nehêlin
11:13 Baroya Rihayê: Em li bendê ne ku TBB û wezaret gavên pêwîst biavêjin
10:55 Li Giyadînê zarokek bi awayek guman mir
10:50 Buldan û Sancar qetlîama li Parîsê şermezar kirin: Divê qetlîam bê ronîkirin
10:44 ‘Hûnê hê jî çiqas li vê bêedaletiyê temaşe bikin?’
10:02 Mîr Perwer: Hûner rêya xwe nasînê ye
09:50 Gele Amedê: Semra Guzel vîna me ye
09:44 Tulay Hatimogûllari: Wezîrê Dadê berpirsê tecrîdê ye
09:20 ‘Lêgerîna li avahiyên DBP'ê xespkirina erkê ye'
09:19 Malbatên Roboskiyê: Rêya edaletê di Roboksiyê re derbas dibe
09:16 Partiyên Tifaqa Kurdistanê: Em ê li dijî êrişan di nav piştgiriyê de bin
09:15 Ji ber daxwaznameyên xwe yên 'ji bo vegerin gundê xwe' ketin ber lêpirsînê
09:12 'Hunermend divê erka xwe bi cih bînin'
09:09 Muftuoglû: Dê têkoşîn encama sala 2022’yan diyar bike
09:03 Hunerê guh neda qedexeyan!
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:04 Navên cangoriyên li Parîsê hatin qetilkirin eşkere bû
23/12/2022
23:04 Dîmenên êrîşa Parîsê derketin holê
21:25 Kurd li Ewropayê êrişa Parîsê protesto dikin
20:32 Li Dersimê destavêtina li xwendekareke jin hat şermezarkirin
20:07 Polîsên fransî êrişî girseya li ber navenda çandê kir
18:23 Bertekên li dijî êrişa li DBP'ê: Em ê AKP'ê bişînin
17:13 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê hat definkirin
16:46 Li Êlihê banga mîtîngê hate kirin
16:29 Tora Têkoşîna bi Tundiyê re: Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
16:04 Li Parîsê êrişî Navenda Çanda Kurd hat kirin: 3 kes hatin qetilkirin
15:49 Lêgerîna li DBP’ê 7 saetan dom kir: Dest danîn ser formên endamtiyê
15:34 Edene ji mîtîngê re amade ye
15:33 Li ber DBP’ê daxuyanî: Kurd bi ser dikevin, îktidara AKP-MHP’ê têk diçe
15:28 Baroya Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:17 HDP’ê û DBP’ê li Dîlokê çalakiya nobetê da destpêkirin
15:00 Hevseroka HDP’ê ya berê ku jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:59 Baroya Rihayê ji bo Îmraliyê serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Li Girtîgeha Eregliyê televîzyon û pirtûk hatin qedexekirin
14:43 Li Parîsê êrişî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hat kirin: Birîndar hene
14:18 Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci nehat tehliyekirin
14:02 Doza Kobanê: Pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasiyê heye
13:57 Li Dêrsimê kesê ku hatibû binçavkirin hate girtin
13:53 Parlamenterên HDP’î bang li Wezareta Dadê kirin: Heke Îmrali li Tirkiyeyê be tecrîda mutleq rakin
13:52 Polîsan li avahiya DBP’a Êlihê ajandayên vala desteser kirin!
13:43 Operasyona li dijî DBP’ê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
13:20 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:52 Di serdegirtina Navenda DBP’ê de dest danîn ser wêneyê Orhan Dogan
12:46 Endamên DBP'ê bertek nîşanî weşana A Haberê dan
12:05 'Gel daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dike’
11:57 MYK’a HDP’ê: Nîşana serkeftinê ya Bayindir, rêbera serkeftinê ya gelê kurd e
11:57 Fîncanci: Xebatên min dewletê aciz kiriye
11:23 Di lêpirsîna DBP’ê de ji bo 15 kesan biryara binçavkirinê
11:22 Li herêma operasyonê mirina biguman a leşkerekî
11:13 Avahiya DBP’ê bi girseyî ziyaret kirin
11:11 Li Stenbolê 7 kes hatin binçavkirin
11:03 Banga mitînga Êlihê: Em li dijî tecrîdê azadiyê biparêzin
10:59 Jinan bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Guzelê da: Biryarê nas nakin
10:40 Ji bo azadiya Fîncanci li ber Edliyeya Stenbolê gazî kirin
10:12 DBP: Kurdek jî dê li ber faşîzma we serê xwe netewîne
09:10 Keşîşxaneya Mor Ahoyê hatiye wêrankirin!
09:10 Şaredariya Silopiyayê Kompleksa Werzîşê ya Jinan çêdike
09:08 Li Roboskiyê çarenûsa hevpar a du birayan
09:06 Bayindir: Em ê sala 2023’yan bikin sala bingeha şikandina tecrîdê
09:05 Xweza di sala 2022’yan de dinaliya!
09:04 Jin di nava têkoşînê de bûne yek
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2022'YAN
08:32 Polîsan avêt ser avahiyên DBP’ê: Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir hat binçavkirin
22/12/2022
22:22 Rojnamevan Aygul hat berdan
21:26 Di Nobeda Azadiyê de ji bo danişîna Fîncanciyê bang kirin
21:09 HDP: Em ê hesab ji feraseta darbekar bipirsin
17:09 Li Êlihê gel vexwendin mitîngê
16:48 Parlamenteriya Semra Guzel hat betalkirin
16:46 Hefsa malê rakirin vê carê jî derveyî welat lê qedexe kirin!
16:28 Bernameya meha çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
15:51 Hevserokê HDP’î ku di êrişa polîsan de krîza dil derbas kir wê cara duyemîn anjiyo bibe
15:51 Tirkiyeyê li Kobanê êrişî îstasyonek avê kir: 3 karker birîndar bûn
15:43 Li Girtîgeha Eregliyê av, ceyran û gaza xwezayî hat qutkirin
15:43 HDP’ê bertek nîşanî mûçeyê kêmtirîn da: Xizanî tê ferzkirin
15:28 Doza rojnamevan Akogûl hat taloqkirin
15:11 ‘AKP, tehamulî çalakî û aktîvîteyan nake’
14:55 Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be
14:39 Danişîna Doza Kobanê berdewam dike
14:13 Parêzerên Abdûllah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:08 Ji Wezareta Dadê re bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
13:47 Ceza ji parêzer Ûlaş re hat xwestin
13:40 Kujerê Pakistan Demîr ne dîn e
13:17 Mûçeyê kemtirîn bû 8 hezar û 500 lîre
13:11 Temel: Rojeva me ya sereke mîsogerkirina azadiya Ocalan e
12:42 Malbata Şenyaşar: Bila kes baweriya xwe bi hêza xwe ya siyasî neîne
12:18 ‘Divê li dijî êrişan têkoşîneke hevpar were meşandin’
11:32 KCD'ê û HDP’ê ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin