35 sal in agahî ji Îsa Soysal nayê girtin

img
AMED - ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Îsa Soysal ê di sala 1988'an de hat windakirin, pirsî. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di çalakiya hefteya 726'an de ya ku bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar dixin li aqubeta Îsa Soysal pirsî. Xizmên Windayan li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuluya Amedê daxuyanî da. ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqubeta Îsa Soysal ê di sala 1988'an de hat windakirin, pirsî. 
 
‘ÎŞKENCE ENCAMA BÊCEZAHIŞTINÊ YE’ 
 
Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn da zanîn ku bûyerên derbarê mijarê de yên ku diqewimin ne bûyerên munferît in û got:"Ji bo li Tirkiyeyê bi heqîqetê re bên rû hev em li gel hev in. Polîtîkaye ku van binpêkirinan nabîne mijara gotinê ye. Dewamkirina çalakiyên îşkence û muameleya ne baş encama polîtîkayên bêcezahiştinê ye. Ji ber vê jî peywirdarên cemaweriyê tundiyê dikin."
 
Zeytûn da zanîn ku tê gotin hestiyên kesên di komkujiya Geliyê Zîlanê de hatin qetilkirin derketine holê lê belê têkildarî vê yekê tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin û got: "Dîsa em li Newala Qesabayê jî binpêkirina mafan dibînin. Divê bersûc bên cezakirin. Lê belê polîtîkayeke ku mafên mirovan vedişêre heye. Tevî zextan û qedexeyan divê xwedî li lêgerîna edaletê bê derketin."
 
Piştre Cîgira Serokê ÎHD'a Amedê Ezgî Sila Demîr çîroka windakirina Îsa Soysal parve kir. 
 
SERPÊHATIYA SOYSAL 
 
Demîr da zanîn ku Îsa zewicî bû û sê zarokên wî hebûn û wiha domand: "Li bajaroka Karoxê ya Gundê Bozalan a Silopiyê di payiza 1988'an de Îsa ji aliyê sê kesên kincên sîvîl li xwe kiribûn ji mala xwe bi zorê hat derxistin. Careke din xeber jê nehat girtin. Îsa bi ajal û cotkariyê mijûl dibû. Berê qet nehatibû binçavkirin. Kesên hatin mala wî gotin karê me bi te heye û gotin em ê herin Amedê. Ji wê rojê de ye careke din ji Îsa xeber nehat girtin. Xizmên wî li her derê li wî geriyan lê tu encam bi dest nexistin."
 
EV 35 SAL IN XEBER JÊ NAYÊ GIRTIN 
 
Demîr da zanîn ku zextên li ser malbat û gund bi salan e dewam dike û wiha axivî: "Di serê sala 1994'an de gund ji aliyê leşkeran ve hat valakirin. Xizmên Îsa ji ber tirsa wê demê heta sala 2009'an bi awayekî fermî serî li tu derê nedan. Di sala 2088'an de rojnameger Faruk Aslan pirtûka Karakutu: Navê tarî yê Ergenekonê Tuncay Guney parve kir. Tuncay di pirtûka xwe de gotiye kesên di salên 1990'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin kuştin li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê hatine veşartin. Li ser vê yekê Baroya Şirxanê li Dozgeriya Komarê ya Silopiyê gilî kir. Xwest li cihê bûye mijar lêkolîn lê bê kirin. Li ser vêya serlêdan hat kirin û birayê Îsa Musa Soysal jî serlêdan kir. Di 2009'an de li Tesîsên Leşkerî yên Botaşa Silopiyê lêgerîn at kirin û hestî derketin. Lê malbatê li vir xwe negihand agahiyên derbarê Îsa de."
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’a Êlihê jî di ehfteya 562’yemîn de li ber Peykerê Mafê Mirovan ê li serê Cadeya Gulistanê çalakiyê li dar xistin. Malbatên windayan, parêzvanên mafê mirovan, parlamentere HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, rêveberên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Huseyîn Elçî daxuyaniya vê hefteyê xwend û wî jî serpêhatiya windakirina Îsa Soysal parve kir. 
 

Sernavên din

12/01/2023
15:18 ‘TUÎK enflasyonê vedişêre’
14:21 CHP’ê dosyeya trolên Soylû eşkere kir
14:07 Gunay: Tu zextan nekarî kevneşopiya têkoşîna me biçûk bike
14:05 Di doza ‘fînanseya’ çalakiyên Kobanê de SEGBÎS xera bû
13:47 Di êrişa li Şêrawa de 4 leşkerên Şamê birîndar bûn
13:41 Li Êlihê tundiya zilam: Kesek mir 2 kes birîndar bûn
12:44 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:15 Komîsyona OHAL’ê 109 hezar û 332 dosya red kir
11:50 Barzanî, xwest peymana ku destkeftiyên êzidiyan hedef digire were pêkanîn
11:50 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:47 Parlamenterên HDP’î: Divê dengê Abdullah Ocalan bê bihîstin
10:43 Li Êlih û Amedê wê serê salê were pîrozkirin
10:30 Gerstêrkeke nû ya ji bo jiyanê guncav hate keşfkirin
10:23 Pileya germahiya panavan derket asta herî bilind
10:08 Dîroknas Aydin: ‘Komara Demokratîk’ ji bo sedsala duyemîn şensek e
10:02 Serokê Baroya Wanê: Divê îşkence û tundiya li ser penaberan bêceza neyê hiştin
09:52 Rojnamevan Oremar: Li Îranê gel di daxwazên xwe de bi israr e
09:04 Îstinafê cezayê ku li rojnamevan Gok hatibû birîn erê kir
09:04 HES, bendav û kanên madenê gefê li Dêrsimê dixwin
09:03 Banga ji bo mitînga 15'ê çileyê: Hêvî em in
09:03 Şeker: TBB têkildarî Îmraliyê nivîs ji wezaretê re şandiye
09:03 ‘Ji ber ku ne welatê wan e, Baxçeyên Hewselê talan dikin’
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2023'YAN
11/01/2023
22:49 Lîstika ‘Seyrana Li Çeper’ hat lîstin
20:24 Xebatên ji bo mîtînga 15'ê Çileyê didomin
18:54 Fîncanci ji girtîgehê derket: Ev têkoşîn dê neqede
18:47 Êrişî avahiya HDP'ê ya Mûşê kirin
16:34 Egîtîm Sen: Qedexekirina zimanê zikmakî sûcê li dijî mirovahiyê ye
16:25 Li Wanê polên xwendekarên keç û kur ji hev hatin cudakirin
16:24 TTB: Cezayê li Fîncanciyê hate birîn pûç û vala ye
16:07 Li Îzmîrê bijîşkek li mala xwe mirî hate dîtin
15:04 Partiya Çep a Kesk: Biryara bloqekirina alîkariya xizîneyê xesp e
14:02 Ji bo Fîncanci biryara tehliyeyê hate dayîn
13:51 Li Êlihê qeza trafîkê: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
13:35 Eren: Serdozger tu delîlên hiqûqî pêşkeş nekirin
13:13 Li ser rêya Qamişlo-Hesekê êrişî wesayîtekê hat kirin
13:05 Berxwedana li Îranê tevî zextan jî didome
13:02 Fîncanci: Me got ‘bila kesek nemire’ lewma dibin hedef
12:22 Parlamenterên HDP'ê: Divê dawî li tecrîdê were û tavilê hevdîtin bê kirin
12:20 Malbata Şenyaşar: Em di 17’ê çile de li benda darizandinek adilane ne
11:39 76 sazî û 2 hezar û 393 kes li dijî blokekirina hesabê HDP'ê rabûn
11:30 Giştînameya girtiyên nexweş: Divê rêgeza wekheviyê bê pêkanîn
11:29 Thomas Schmidt: CPT’yê bi serdana xwe ya dawî re qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene
11:15 Serlêdana parastina penaberên ji rojhilatê Kurdistanê hat redkirin
10:55 Qeyûm ne kesê 95 puan wergirt, kesê 61 puan wergirt kar û kir midûr!
10:23 Bulbul: Torek mezin di bêhiqûqiya Îmraliyê de heye
10:16 Piştgiriya jinan a ji bo Fîncanci: Sekna wê tirsê dide desthilatê hêzê dide me
10:15 MSD û Tifaqa Neteweyî ya Sûriyeyê biryara xebatên hevpar dan
09:56 Midûriyeta Weqfan li Mêrdîna Kevin ji sedî 233 zem li kirêyên dikanan kir
09:03 'Pêşketina wêjeyê girêdayî perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye'
09:02 Jiyanake di rêya têkoşînê de: Menal Mêrdîn
09:02 Li Şaredariya AKP'î ya Artûklûyê 'hawiza bertîlê'
09:02 AYM'ê polîsê gumanbar bi hinceta 'demborî'yê rizgar kir
09:02 Tifaqa Ked û Azadiyê amadekariyên mitînga mezin dike
09:01 Jinên êzidî û ereb li dijî tecrîdê ne: Armanca têkoşîna me azadiya birêz Ocalan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2023'YAN
10/01/2023
18:35 Dozger tevli danişîna doza der barê TTB'ê de nebû
16:15 13 zarok û 2 DAIŞ'î radestî Îspanyayê hatin kirin
16:02 Doza TTB’ê dest pê kir: Em duh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nebin
16:01 Li gelek bajaran piştgirî dan TTB’ê: Bijîşk bêdeng nabin
15:14 Di doza TTB’ê de rojnameger hatin astengkirin
14:45 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
14:36 Li Şirnexê kesek hat girtin
14:15 Sancar: Em ê bi kesên êrişên giran li ser me dikin mezin bidin windakirin
13:33 Komkujiya Gara Enqereyê: 87 meh in li benda edaletê ne
13:20 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin Yildiz ê AKP’î were darizandin
13:17 DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin
13:16 MKGP’ê rapora salekê ya binpêkirina mafên rojnamegerên jin parve kir
13:10 Li dijî tecrîdê Nobeta Edaletê: Deriyên Îmraliyê vekin
13:00 Delîla girtinê ya Dadgeha Bilind: Malbatên li ber HDP’ê hatine rûniştandin!
12:40 Doza ku çalakvanên Nobeta Edaletê jê dihatin darizandin hate taloqkirin
12:39 Rojnameger Ender Îmrek beraet kir
11:26 Li Behra Egeyê erdheja bi pileya 5’an çêbû
11:19 Halbûsî, bi şandeya Şengalê re civiya
11:08 Rojnamegerên girtî ji bo 10’ê Çile peyam şandin: Em rûmeta rojnamegeriyê biparêzin
10:50 Meleyê girtî ku dest dirêjî zarokekê kir, tayinî mizgefeteke din hatiye kirin!
10:12 HDP: Derb li azadiya çapemenî û xweîfadekirinê xistin
09:50 Rojnamevan Sezgîn Kartal hate binçavkirin
09:34 Li Xozatê weqaya qidûzê hat tespîtkirin
09:02 Malbata Emîn Sarik ê li Newala Qesaba hat veşartin: Ev bêwijdanî ye
09:02 Penêrê bisîrik ji sedî 100 biha bû
09:02 Rojnamegerên kurd Roja Rojnamegerên Dixebitin li girtîgehê pêşwazî dikin
09:02 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Em ê hêza xwe bikin yek
09:01 ‘Ji bo perwerdehiya ziman hewceyî bi têkoşînek bêhempa heye’
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2023'YAN
09/01/2023
22:36 NÇM'ê kesên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bibîr anîn
20:22 Jinan komkujiya Parîsê protesto kir
19:04 Li Mûşê 20 kesên hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:58 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, li cihê komkujiyê hatin bibîranîn
18:32 Li Mêrsînê 3 kes hatin girtin
17:53 Girtî Kartal sirgûnî Antalyayê hat kirin
16:57 'Ev şer dê bi dawî nebe’
16:39 Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Dewlet ezyetê li miriyan dike
16:34 Îdianameya êrişên li ser cemxaneyan: Êrişkar dîn e!
16:27 Gelê Îranê li dijî biryara darvekirinê dest bi çalakiyê kir
16:23 HDP’ê daxwaza hevdîtinê ya AKP’ê red kir
16:13 Sê jinên kurd ên li Parîsê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
16:00 Leyla Şeylamez li ser gora xwe hat bibîranîn
15:59 Rapora DFG’êya 2022’yan: 29 rojnameger hatin girtin û ceza dan 76 rojnamegeran
15:11 Beştaş: Bila têkiliyên bi komkujiyên Parîsê re bên lêkolînkirin