Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be

  • rojane
  • 09:03 25 Çile 2023
  • |
img
AMED - Mamosteya MED-DER'ê Jana, ji bo dersên hilbijarî diyar kir ku armanca dewletê ne jidil e ku heta encamên wan jî jidil bin û ev tişt got: "Em di warê dersên hilbijarî de dewletê samîmî nabînin. Di zanîngehan de beşa zimanê kurdî vekirin, dersên hilbijarî li dibistanan didin, televîzyon vekirin lê hê jî di qanûan de cih nadin kurdî."
 
Di sala 2016’yan de piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê li Tirkiyeyê "Rewşa Awarte" hat îlankirin. Di vê pêvajoyê de bi dehan sazî û dezgehên kurdî hatin girtin. Li dijî van zext û astengiyên li ser zimanê kurdî tenê salek piştî van girtinan di sala 2017'an de dîsa gelek sazî û dezgehên kurdî hatin vekirin. Yek ji van saziyan jî Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bû ku li Amedê hat vekirin. MED-DER ji sala 2017'an ve bê navber xebatên xwe yên ziman didomîne û di kargeh û atolyeyên xwe de bi hezaran kesî fêrî kurdî kiriye. 
 
‘2 HEZAR KESAN PERWERDE DÎT’
 
Mamosteya MED-DER’ê Jana, der barê xebatên komeleyan wan de axivî û diyar kir ku wan xebatên daneya pêşiya xwe yek bi yek bi cih anîn e û wiha got: "Gelek kesan serî li kargehên me xistin. Ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin ji bo kargehên me heye. Taybetî jin, ciwan û kesên temenê wan mezin eleqeyeke zêde nîşanî kargehên me didin. Kesên ku qet kurdî nizanin ji asta destpêkê dest qursan dikin. Piştre asta yekemîn, duyemîn û sêyemîn dibînin. Beşdarî atolyeyan dibin û sertifîkayên xwe digirin. Par û pêrar ji ber pandemiyê eleqeyeke gelek mezin hebû. Kargehên me hem wek online hem jî li gor pîvanên pandemiyê rû bi rû pêywira xwe bi cih anî. Gelek mirov bûn xwedî sertifîka û belge. Di sala 2022’yan de nêzî 2 hezar kesan serî li komeleya me xistin û dersan girtin. Yên xwestin di qada ziman de bixebitin asta mamostetiyê jî girtin û bûn mamoste.”
 
GIRINGIYA ZIMAN
 
Jana, bal kişand ser giringiya hişmendiya zimanê kurdî û bi lêv kir ku di sala nû de dîsa armanca wan a yekemîn fêrkirina ziman û ava kirina hişmendiya zimanê kurdî ye û ev tişt gotin: "Xebatên me her sal bi bernamey, panel û kargehan berdewam dike. Mesela em kargehên zarokan vedikin.  Zarok tev li kargehan dibin û bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin. Her wiha kargehên me yên jinan hene. Poleke me heye ku ji dayikan pêk tê û hem kurmancî hem jî xwendin û nivîsandin hîn dibin. Kargehên me pir bi coş û kêfxweşî derbas dibin. Dîsa di her 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de ji bo balê bikişînin ser giringiya ziman bernameyan amade dikin. Weke din ji bo girîngiya ziman bi partiyên siyasî, saziyên sivîl û demokratîk re li kolanan, bazaran etîketên ku bi zimanê kurdî navê fêkiyan li ser dinivîsîne belav dikin. Bi Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê û Ma muzîkê re li tax, kolan û  gundan ji bo bal bikşînin li ser ziman bernameyên ziman, çand û hunerê yên piçûk li dar dixin. Ji bo zimanê siyasetê bibe zimanê kurdî 400 kesên ku di nava siyaseta kurd de cih digirin serî li komeleya me dan û dest bi hînbûna ziman kurdî kirin. Armanca me ya yekemîn bal kişandina li ser zimanê kurdî ye û belav kirina hişmendiya ziman a di nav gel de ye. Hemû xebatên me di vê çarçoveyê de ne. Heta ku em vî zimanî ji xetereyê xilas nekin, nekin zimanê perwerdehiyê û fermî, em ê nesekinin û tekoşîna xwe berdewam bikin."
 
‘ARMANC Û ENCAM
 
Di berdewamê de Jana, têkildarî dersên hilbijarî axivî û diyar kir ku ew di warê dersên hilbijarî de dewletê samîmî nabînin û wiha pêde çû: "Di zanîngehan de beşa zimanê kurdî vekirin, dersên hilbijarî li dibistanan didin, televîzyon vekirin lê hê jî di qanûan de cih nadin kurdî. Heke di vê yekê de jidil bin di qanûnan de cih bidin kurdî. Her wiha zimanê kurdî weke zimanê “x”, “zinamê nayê zanîn”, “zaraveyên ji bilî tirkî”, “zimanê hê dijî” rastiyê sansurê tê. Ji ber vê yekê em jidil nabînin. Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be. Zimanê kurdî xistine mufredatê lê her sal însiyatîf di destê îdareya dibistanan de ye. Mirovekî weke dewletê difikire dibistanê bi rê ve dibe. Ew jî carna ji zarokan re dibêjin form tuneye, carna dibêjin vê dersê negirin mamosteyê vê dersê tuneye, bi awayekî hem zarokan hem jî malbatan ditirsînin. Jixwe heftê rojek e û di wê rojê de jî tenê du saet ders heye."
 
‘JI KURDAN RE HEQARET E’
 
Jana, bi domdarî ev tişt anîn ziman: "Ji bo zimanek bê fêrkirin hewce ye ser hev tu bidî ku sûdê jê bigirî. Gelê kurd gelekî biçûk nîne. Ev mafê me yê bingehîn û xwezayî ye. Zimanê tirkî xwedî çi mafan be em jî wan mafan dixwazin. Em dixwazin zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê. Bi gelek mînakan dewletê hinek maf dan zimanê kurdî, lê bi qanûnan hilnegirtiye garantiyê. An jî hikûmet biguhere bi rihetî dikare van mafan ji holê rake. Em jîdîlbûnek di vê yekê de nabînin û ev yek ji kurdan re heqaret e. Tiştekî pir biçûk e. Bi salan e me dixapînin, êdî hêviya me ji wan tuneye. Em ji gelê xwe dixwazin mala xwe bike dibistanek û di zimanê xwe de israr bikin. Heta ev ziman nekeve her hêlên jiyanê dê di xetereyê de be û heta 10-20 salên din belkî tu kes behsa vî zimanî neke. Ji ber vê yekê hemû bar li ser pişta me ye û tekoşîna me jî li ser vê yekê ye."
 
PEYWIRA DEWLETÊ!
 
Ji bo peywirên dewletê yên zimanê kurdî jî Jana nirxandin kirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Karekî dewletê jî ew e ku zimanê di nava xetereyê de ye teşfîq bike û ji vî halî derbixe û bide jiyandin. Dewlet berovajîyê vê tiştî çend ruh di zimanê me de hebe jî piyê xwe dane ser ku bitepisîne. Dewlet nahêle zimanê kurdî xwe dewlemendtir bike û bibe zimanê fermî û perwerdehiyê. Heta ev her du xal pêk neyên ne mimkûne ku ziman bijî. Heta ji me bê em ê li ser zimanê xwe xebatan bikin. Em ê tekoşîna xwe bi gelê xwe re bikin. Hewce ye em rabin ser xwe û di vî warî de şoreşekê ava bikin. Em ê di komeleyan de û bi kargehan nehêlin zimanê me ber bi tunebûnê ve biçe. Heta ji me bê em ê bidin jiyandin."
 
BANGAWAZÎ
 
Di dawiya axaftina xwe de Jana, ev bang kir: "Kargehên me dest pê kirine jî berdewam dikin. Ji ber ku betlane ket navberê me wextê serlêdanan hinekî dirêj kir. Kesên ku dixwazîn serî li kargehên me bidîn, qeydên me berdewam dikin. Li komeleyê yan jî li ser malperê hem rû bi rû hem jî bî awayekî online dixwazin kurmancî û kirmançkî serlêdanan bikin. Li gorî pêdiviya xwe dikarin formê tije bikin. Heta niha me 208 qeyd girtine lê hêj jî berdewam dikin. Derê me vekiriye, em li benda we ne."
 
MA / Bazîd Evren 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/01/2023
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest
17:14 Demîrê ku Yewnanistanê ew radestî Tirkiyeyê kiribû hat girtin
16:49 Danişîna biryarê ya Rojbîn Çetîn taloqî 23'ê adarê bû
16:26 Li Agiriyê 2 leşker mirin
16:21 Doza ku 46 parêzerên Abdullah Ocalan jê tên darizandin taloq bû
16:10 Bernameya meha sibatê ya Şanoya Bajêr a Amedê aşkera bû
16:06 Li Hezexê dayika 50 salî hat girtin
15:55 Li Êlihê karkerê ku di înşaatê de ket jiyana xwe ji dest da
15:49 Li Sêrtê ciwanê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:40 Tifaqa Ked û Azadiyê bi rojeva hilbijartinê li hev civiya
14:37 Li Bismil ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 10 jê hatin girtin
14:29 Li herêmên Çemço ve Sîdayê êrîşên biçekên kîmyewî pêk hatin
14:20 HDP: Li Îzmîrê li dijî partiya me xebatên şerê taybet tên meşandin
13:19 Li Agiriyê 2 gundî û şivanek hatin kuştin
13:03 Malbata Şenyaşar: Em heqê xwe li kesên bêdeng dimînin helal nakin
12:47 Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîda Îmraliyê: Em bi hev re deng derbixin
12:35 Finlandiya: Divê ji bo hevdîtinên NATO'yê navber bê dayîn
12:05 Hêzên Şengalê gelek sîxurên MÎT û PDK’ê binçav kirin
10:52 Li dijî biryara bloqekirina HDP dest bi kampanyayekê dike
10:30 Ji ber bertek nîşanî zextan didin gefa sewqkirinê li girtiyan tê xwarin
09:35 Ma Musîcê konser da hezaran
09:06 22 sal in tu xeber ji Taniş û Denîz nayê girtin
09:04 Soza hilbijartinê ya Erdogan 'rêya duble' 20 sal in nehatiye temamkirin
09:04 Serokê Baroya Wanê Ozaraz: Divê li Îmraliyê hiqûq bê pêkanîn
09:03 Rojnivîska berxwedana dîrokî ya Kobanê
09:02 Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje
09:01 Siyasetmedarên jin ên Botanê: Gelê me dê seltenata AKP'ê û MHP'ê hilweşîne
09:00 ROJEVA 24'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
08:32 Li Hezexê jinek hate binçavkirin
23/01/2023
22:23 Rojnamevan Verîm ku Yûnanîstanê ew radestî Tirkiyeyê kir hat girtin
21:43 Li Cezayîrê helîkopter ket erdê: 3 leşker mirin
18:39 Li Amedê zilamekî jinekê birîndar kir
18:07 Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê
17:50 Ji ber komkujiya li Mêrdînê 4 kes hatin girtin
15:54 Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin
14:33 Binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ji Wezîrê Dadê hat pirsîn
13:32 AKP’ê di 2022’yan de tenê pêşnûmepirsek da Meclisê
13:19 AYM dê ji bo daxwaza HDP’ê di 25’ê çileyê de bicive
12:53 Ji bo Akar ê xwe şewitandibû li ser dîwaran nivîs hate nivîsîn
12:52 Ferît Şenyaşar: Li vir fermana serdestan pêk tê
12:35 Ji bo Îmraliyê Nobeta Edaletê: Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin
12:05 Li Girtîgeha Xarpêtê 15 girtî hatin derbkirin
11:58 Ji bo gumanbarên komkujiya li Mêrdînê daxwaza girtinê
11:46 Li Çiyayê Amanosê gelek dar hatin birîn
11:30 Xizmên serokê AKP’a Farqînê ji ber esrarê hatin girtin
10:03 KNK: Divê statu û ewlehiya Şengalê bê misogerkirin
09:26 Navên kesên li Şêxmeqsûdê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
09:06 Rojnameya Xwebûnê dê di roja ziman de şahiyekê li dar bixe
09:06 Li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne: Divê her kes li ber tecrîdê rabe
09:05 Malbata Emîn Ozkan: Beriya giştînameyê divê ATK ji holê were rakirin
09:04 Li Giyadînê metirsiya siyanûrê: Wê hemû Kurdistan were jehrîkirin
09:04 Parlamenterê HDP’ê Eksîk: Tecrîd rêbazek îşkenceyê ye
09:03 Du birayên nexweş nayên berdan: Birînên wan bêderman in
09:02 Tosûn: Giştînameya Wezareta Dadê çareseriyê nayîne
09:01 Kela berxwedanê: Kobanê
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2023'YAN
22/01/2023
21:55 Li Kocaeliyê li malekê teqîn rû da: 2 jê giran 5 kes birîndar bûn
21:48 Tayyîp Erdogan û Tansû Çîller mil dane milên hev!
21:35 Ciwan li Stenbolê ji bo Abdullah Ocalan meşiyan
21:25 Li Kadikoyê ‘Dîwana Dengbêjan’ hat sazkirin
19:08 HDP û pêkhateyên xwe civiyan
16:12 Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê bertek nîşanî şewitandina Qur’anê da
16:08 Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
15:55 HPG’ê têkildarî komkujiya li Mêrdînê daxuyanî da
15:46 Ji Zarok Ma’yê konsereke biçûk
15:32 Li Enqereyê simît bû 7 lîra
15:28 Tîma Jinan a Amedsporê li sehaya xwe Tîma Jinan a Trabzonsporê têk bir
15:20 Karkerên înaşetê li Amedê çalakî kirin: Bila bihayê herî kêm 600 lîre be
14:32 Karkerek li Etî Bakirê birîndar bû
14:15 Li Bestayê cerdavenek hate kuştin û gelek leşker birîndar bûn
13:51 Hejmara kesên li Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest dayîn derket 12’an
13:16 Li DYA’yê êrişa çekdarî
13:11 Li Çînê aşût hat xwarê: 28 kes mirin
13:10 Rojnameger Aygul: Peywira rojnamegeran nivîsandina heqîqetê ye
12:44 Polîsan endama OGK’ê Polat îşkence kirin
12:32 Li Liceyê operasyona leşkerî hate destpêkirin
11:52 Malbata Şenyaşar: Em ji bo welatekî mirov bikare lê bijî daxwaza edaletê dikin
10:44 Li Şêxmeqsûd avahiyek hilweşiya: Mirî û birîndar hene
10:27 HDK dê Lijneya Giştî li dar bixe: Em hêzên civakî bikin yek
09:42 Ozsoy: Bi milyonan kes mereqa Abdullah Ocalan dikin
09:03 Ûca: Peyman tenê ne bes e, divê daxwazên şengaliyan jî li ber çavan bên girtin
09:03 Bi îdiaya ku 'li gardiyan xistiye' doz li girtî hat vekirin
09:01 Tenduristiya Giyasettîn Sevmîş xirab dibe
09:00 Cerdevanê ku zaroka 14 salî tacîz kiribû hate berdan
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
21/01/2023
23:32 Koma Ma'yê stranên xwe diyarî jinên berxwedêr kir
19:14 Bi hezaran kes li dijî tecrîda li Îmraliyê daketin qadan
16:41 Li Farqînê Festîvala Gastronomiyê hat lidarxistin
16:33 Di êrişa SÎHA’yê de endamekî QSD’ê jiyana xwe ji dest da
15:57 Li Edeneyê çalakiya greva birçîbûnê: Em bi hev re têbikoşin
15:25 Hat xwestin girtiyê nexweş Yahya Guneş bê berdan
15:18 Girtiyê 71 salî 3 sal in di hucreya yek kesî de ye