Çendî dîmen li holê ne jî polîsan tundî red kir û gotin: Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan

img
MÊRDÎN - Polîsên ku yek jê zarok 2 kesên ku bi cil û bergên kurdî derb kirin, çendî dîmen hene jî gotin wan ew derb nekirine û gotin, "Em bi awayekî dostane ji hev qetiyan." 
 
Di 31’ê Kanûna 2022’yan de gava B.K. (16) û Huseyîn G. (18) bi cil û bergên kurdî ji serhineyê vedigeriyan li Kuçeya Canê ya Taxa Dîcleyê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê polîsên tevgera taybet ew dabûn sekinandin û li wan xistibûn. Ev lêdana polîsan di kamerayên kargehekê de jî derketibûn holê. Di dîmenan de tê dîtin ku polîsên ku ji wesayîta zirxî dadikevin, li du kesan dixin. Di dîmenan de xuya dike ku polîs serê B.K. li wesayîta zirxî dixin û Huseyîn G. jî li erdê dirêj dikin û lê dixin. Piştî ku dîmen derketibûn holê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Mêrdînê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê û Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê giliyê polîsan kiribûn.
 
B.K. û Huseyîn G. di îfadeya xwe de diyar kiribûn ku gava polîs ji wesayîtê daketine gotine, "P...no ev çi cil in" û heqaret li wan kirine. 
 
4 POLÎS HATIN TESPÎTKIRIN
 
Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê der barê tundiya polîsan de lêpirsîn dabû destpêkirin û 4 polîsên ku tevli tundiyê bûbûn hatibûn tespîtkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyên polîs Alî A., Fatîh Ş., Naîm K. û Murat Y. hatin wergirtin. Polîsên ku li Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê îfade dan, çendî dîmen hene jî îdia kirin ku B.K. û Huseyîn G. yê 18 salî li ber wan rabûne.
 
Ji polîsên navborî Alî A. di lêpirsîna li dozgeriyê de îdia kiribû ku li seranserê navçeyê zêde dengê çek û fîşekên hewayî hatiye û got: "Wê rojê 6 çek hatibûn desteserkirin. Gava çekek dihat kontrolkirin, hat anoskirin ku êrişî komeke polîsan hatiye kirin. Nehat diyarkirin ku êrîş bi çekê an jî bi keviran hatiye kirin. Piştî ku ekîban alîkarî xwest, ji ber ku ê nêzî wê herêmê em bûn, em wekî 'unsûra Tofana 733' li herêmê hatin wezîfedarkirin. Dema em hatin herêmê 2 gumanbarên ku çav bi wesayîta me ketin, reviyan xwe bera kuçeyê dan. Me jî ji bo zevtkirina van kesan ku kuçeyan dest bi lêgerîn û lêkolînê kir." 
 
Alî A. diyar kir ku piştî wextekê çav bi B.K. û Huseyîn G. ketine û îdiayên xwe wiha domandin: “Cil û bergên leşkeran li xwe kiribûn û şewqeya bi amblema rêxistina terorê xistibûn serê xwe. Ser wan nepixandî bû. Me bi megafona di wesayita xwe de hişyarî da wan ku destên xwe bilind bikin. Lê guh li vê hişyariyê nekirin û bi ser me de hatin." 
 
EM BI AWAYEKÎ DOSTANE JI HEV QETIYAN
 
Alî A. derpêş kir ku dema ji wesayîta zirxî daketine B.K. û Huseyîn G. xeber ji wan re gotine û gotine "hûn nikarin ser me kontrol bikin" û li ber wan rabûne. Alî A. got: “Dema ku min xwest ser Huseyîn G. kontrol bikim, wî bi pêlavên xwe li pêyê min xist. Tew pehînek jê li çoka min a rastê ket. Min jî ji bo hîn zêdetir pehînan navêje, min mudaxileyî wî kir." Alî A. di berdewama axaftina xwe de parast ku îfadeyên B.K. û Huseyîn G. îfadeyên, sêwirandî ne û got: "Roja bûyerê piştî ku me nasnameya van kesan kontrol kir em bi awayekî dostane ji hev qetiyan."
 
Mûrat Y. jî bêyî ku dora wan biguherîne hevokên Alî A. dubare kirin û parast ku tahde li B.K. û Huseyîn K. nekirine. Polîs Naîm K. û Fatîh Ş. jî heman tişt gotin. 
 
Dozgeriyê ji ber giliyên B.K. û Huseyîn G. der barê polîsan de lêpirsîn dabû destpêkirin, lê ji ber îfadeyên polîsan jî der barê B.K. û Huseyîn G. de jî lêpirsîna "heqaretê" da destpêkirin, lê piştî wextekê der barê lêpirsînê de biryara neşopandinê da.
 
MA / Ahmet Kanbal
 
 

Sernavên din

29/03/2023
09:48 Li Girtîgeha Bolûyê înfaza 12 girtiyan 30 caran hate şewitandin
09:03 Mehmet Ocalan: Em di 4'ê Nîsanê de li benda her kesî ne
09:03 Rojnameger Germiyanî: Ger neft ji destê Herêma Kurdistanê biçe dê tu qadên wê yên aborî nemînin
09:03 Ji berpirsên rûxandina Nûrdagiyê Yûnûs Kaya di 4 rojan de 85 wesayîtên xwe firotine
09:02 ‘Semsûr bi tenê hat hiştin, ji bîr nekin'
09:02 Li Semsûrê piştî ku tûtin di bin kavilan de ma fiyetê wê ji sedî 100 biha bû
09:00 ROJEVA 29’Ê ADARA 2023’YAN
28/03/2023
22:46 Li nêzî Hewlêrê ÎHA'yek ket
21:13 Li ber şaredariya AKP'î xwe û hevjîna xwe şewitand
19:27 Maseya Fikrê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
19:01 Tanriverdî piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:57 Îdianameya 16 jê girtî 20 rojnamegeran hate amadekirin
15:46 Doza belgefîlma Bakur hate taloqkirin
15:26 Tevî biryara bêçalaktiyê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne
15:24 Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan
15:20 Hewldana ji bo Roboskê Edalet daxwaza edaletê kir
14:59 Sancar: Êdî dawiya îktîdara AKP-MHP’ê tê
14:57 Platforma Parastina Bajêr: Li dijî tiryak û fihûşê bi awayekî hevkar têbikoşin
14:28 Berdana rojnamevan Oynaş cara 4’emîn hate astengkirin
14:10 Polîsên Perûyê: Dê 2 tonên kokaîna hatiye desteserkirin ji Tirkiyeyê re bihata şandin
14:08 Malbata Şenyaşar: Ya ku li Rihayê winda bûye edalet e
13:49 Qamyona bar li nivîskarê Evrenselê Ozcan Yaman da
13:48 Berdana rojnamevan Tûray 3 mehan hate taloqkirin
13:36 Di mirina biguman a Ekîncî de hemû daxwaz hatin redkirin
13:32 Rapora 2022’yan a Rêxistina Efûyê: Li binpêkirina mafan krîza maliyeta jiyanê zêde bû
12:42 Fehîm Korkmaz: Gelê kurd îro alaya Egîd ji bo azadiyê bilind dike
12:28 Li Licê îşkenceya li zarok hate kirin: 2 polîs hatin berdan
12:17 Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê banga ‘peywîrê bigire’ kir
11:43 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:39 Newroz Ehmed: 2 hezar û 323 DAIŞ’î hatin girtin
11:18 Îfadeyên leşkeran piştrast kirin ku Şîban û Turgut ji helîkopterê hatine avêtin
11:11 Li GGM’ê êrişa zayendî lê hat kirin: Bi faîlan re li heman cihî tê ragirtin
10:56 Derbarê kesê çavên wî nabînin de îdianame amade kirin: Pirtûkên rêxistinê dixwîne
10:02 Bi hinceta ‘ji bilî malbatê ji kesên din re name dişîne’ nayê berdan
09:18 Mexdûrên erdhejê: Bes e bila ev desthilat biçe
09:05 Parêzerê Elaraslan a hat qetilkirin: Nîşaneya herî zelal a binpêkirina mafên mirovan e
09:03 6 meh in dermanan nadin girtiyên nexweş!
09:02 Rojnameger Hesen: Li Efrînê êdî tirsa gel şikestiye
09:02 Ewilî erdhejê û bi dû re jî baranê li mişmişên Meletiyê xist
09:02 Endama DÎB'ê: Helwesta Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e
09:00 28'Ê ADARA 2023'YAN
27/03/2023
20:58 KCK'ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê taloq kir
19:35 KESK'ê serdana fitariya malbata Şenyaşarê kir
18:16 Li Mereşê erdhej çêbû
16:52 Li Colemêrgê malbatên şer kiribûn daxwaza darizandina adilane kirin
16:22 Li Almanyayê greva mezin: Hatin û çûn hate sekinandin
15:51 3 DAIŞ’î li Diyalayê hatin girtin
15:44 Bertekên li dijî binçavkirinan: Em ê pergala AKP-MHP’ê têk bibin
15:31 ÎKK’a Wanê bertek nîşanî qeyûm da ku erdên şaredariyê da ber firotinê
15:30 Di nav polîsên îşkence li Y.D. kirin amirek jî heye: Me hêza biqademeyî bi kar anî!
14:58 Li Seyhanê agir bi konê mexdûrê erdhejê ket
14:54 Piştî 10 salan ji bo 69 rojnamegeran biryara neşopandinê hate dayîn
14:34 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê: Tecrîd veguherî rejîmeke siyasî
14:33 Partiya Çep a Kesk: Em ê ala têkoşînê bilind bikin
13:52 Tevî biryara bêçalaktiyê jî di rojekê de 28 êriş hatin kirin
13:26 Ji bo Dayikên Aştiyê yên girtî banga azadiyê kirin
12:59 Protestoyên ‘Jin, jiyan, azadî’ berdewam in
12:58 Emîne Şenyaşar: Zilm li me hate kirin û em li dijî zilmê sekinîn
11:55 Îfadeya zarokê ku li Licê hat îşkencekirin belav bû
11:54 Remzî Kartal: Pêvajoya heyî pêvajoya guherîn û veguherînê ye
11:27 Qanûna hilbijartinên Encûmenên Bajaran û Parlamentoyê hat pejirandin
11:10 Koma xebata hilbijartinê ya ‘HADÎ Ewropa’ hate avakirin
11:06 Ji bo 4'ê Nîsanê bang: Werin em ji bo azadiyê bi hev re ber bi Amarayê ve bimeşin
10:42 Lîstikvan Koksal Engur jiyana xwe ji dest da
10:16 Li Pirsûsê 12 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Cizîrê 6 gund 10 roj in di dorpêça leşkeran de ne
09:06 Li Amedê şirîkatiya avahiyên qaçax!
09:05 Ji bo teserûfa benzînê kavilan li jîngehan vala dikin
09:04 Li Meletiyê 107 hezar xanî li benda hilweşandinê ne
09:03 Mîna Ûgûr Kaymaz vê carê jî çek danîn ber Fatma Elarslan!
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2023'YAN
26/03/2023
23:45 Di lêpirsîna îşkenceya li Licê de 3 polîs hatin girtin
22:47 Kesê cara duyemîn êrişî avahiya HDP’ê kir dîsa hat berdan
21:11 Zaroka mexdûra erdhejê di şewata kon de jiyana xwe ji dest da
20:32 Pola Kîtap ji bo pirtûka Sîdar gotûbêj li dar xist
20:17 Li Rihayê carek din lehî rabû
17:38 Tayînkirina qeyûman hate protestokirin: Her tiştê gel talan kirine
16:38 Dîroka hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê diyar bû
15:46 Bîlmez: Tecrîd tê wateya neçareserkirina pirsgirêka kurd
15:15 Dema serlêdana namzetiyê ya Partiya Çep a Kesk bi dawî bû
14:19 Walîtiya Amedê îşkence qebûl kir û 5 polîsên îşkencekar ji peywirê dûr xist
13:35 Zarokê li Liceyê hatibû îşkencekirin 3 polîs teşhîs kir
12:49 Nobeta Malbata Şenyaşar didome: Bêzarbûn tune ye!
12:40 Dorpêça leşkeran a li Geverê didome: Leşker daran dibirin û deriyan dişikînin
12:04 Girtiyê nexweş piştî rewşa wî giran bû hate berdan: Me nekarî bavê xwe hembêz bikin
11:11 Li Xaneqînê bi pileya 3.1 erdhej çêbû
11:06 Li DYA’yê ji ber bablîsokan 26 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Li Îskenderûnê agir bi kon ket: 2 jê zarok bi giştî 3 kes birîndar bûn
10:43 Li girtîgehê mirineke biguman: Gardiyanan îşareta ‘bêdeng be’ kir
10:04 Kavilên avahiyan ên Meletiyê li navenda bajar tên komkirin!
09:37 Bîrdal: Tolê ji girtiyên nexweş hiltînin
09:36 Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Şêxo: Tirkiye bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike
09:21 Jinan bertek nîşanî girtinan dan: Dê têkoşîna me bidome
09:19 Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye
09:06 Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye
09:05 Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê
09:02 Nivîskar Altan: Tifaqa Ked û Azadiyê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirtiye
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN
25/03/2023
22:43 Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan
19:44 Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin