Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin

  • rojane
  • 09:08 18 Kanûn 2023
  • |
img
STENBOL - Bi ser serdegirtinên di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” hatin kirin de ku 30 girtî hatin qetilkirin 23 sal derbas bûn. Berpirsyarek jî nehate cezakirin. Parêzer dixwazin ku rayedarên hikumetê yên wê demê bên darizandin. 
 
Girtiyên li dijî Girtîgehên Tîpên F derdiketin, çalakiya greva birçîbûnê ya di 20’ê cotmeha 2000’an de dabûn destpêkirin di 19’ê kanûnê de veguherandin rojiya mirinê. Bi biryara koalîsyona Partiya  Çep a Demokratîk (DSP), Partiya Tevgera Netewperest (MHP) û Partiya Anavatanê (ANAP) di 19’ê kanûna 2000’an de di bin navê “Operasyona Vegera li Jiyanê” de bi ser 20 girtîhan de hate girtin. Girtiyan li dijî serdegirtinan li ber xwe dan. Di êrişa leşkeran de 30 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha bi sedan girtî jî birîndar bûn. 
 
Tevî ku 23 sal derbas bûn jî têkildarî qetilkirina girtiyan de berpirsyarek jî nehate cezakirin. Doza têkildarî Girtîgeha Bayrampaşa ku 194 leşker jê tên darizandin didome. Di danişîna herî dawî de, daxwaza “biryara anîna bi darê zorê” ya derbarê Wezîrê Karên Hundir yê demê Sadettîn Tantan de nehate qebûlkirin. Dadgehê biryar da ku parêzer bi daxwaznameyan pirsan bipirsin. 
 
Piştî operasyonê Girtîgehên Tîpên F ketin dewrê. Bi vî awayî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir bûn û tecrîd zêdetir hate kûrkirin. 
 
Rêveberê Navenda Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Guçlu Sevîmlî yê di danişînên berdewam dikin de parêzeriya malbatên girtiyan dike, bûyerên wê demê qewimîn û pêvajoya darizandinê nirxand. 
 
OPERASYONA LI DIJÎ GIRTÎGEHAN A HERÎ BIXWÎN
 
Parêzer Sevîmlî, diyar kir ku operasyona wê demê hate lidarxistin “operasyona komkujiyê” bû û wiha got: “Armanca vê operasyonê ew bû ku derbasî modela Girtîgehên Tîpên F bibin bû. DEma operasyon hate kirin DSP, MHP û ANAP desthilat bûn. Wezîrê Karên Hundir Sadettîn Tantan; Wezîrê Dadê Hîkmet Samî Turk û Serokwezîr jî Bulent Ecevît bû.”
 
Sevîmlî bi lêv kir ku operasyon ji yek navendê dihate birêvebirin û wiha berdewam kir: “Di operasyonê de madeyên kîmyewî hatin bikaranîn. Em difikirin ku madeya fosfora spî bû. Ev operasyona di dîroka komarê de operasyona herî berfireh û bixwîn a girtîgehan bû. Piştî ku operasyon bi dawî bû girtiyên siyasî û hikumxwarî xistin Girtîgehên Tîpên F ên nû hatin vekirin.”
 
Sevîmlî, da zanîn ku modela Girtîgeha Tîpa F a modeleke girtîgehê ya li ser bingeha tecrîdê ye û got: “Dema em îro jî li rewşa girtîgehan dinêrin, em vê dibînin. Modela heyî ya tecrîdê ne tenê ji bo girtiyên siyasî ye, di heman demê de ji bo girtiyên edlî ye jî.”
 
TENÊ DOZEK DIDOME
 
Sevîmlî, bi bîr xist ku piştî operasyonê derbarê girtiyan de bi îdiayên “li girtîgehê serî hildane, zirar dane malê cemaweriyê” doz hatin vekirin. Sevîmlî, bal kişand ku ji bilî vê yekê derbarê gelek kêm leşkerên ku di êrişan de cih girtin doz hatin vekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Derbarê hin ji van lêpirsînan de biryara neşopandinê hate dayîn. Di dozên hatin vekirin de jî biryara beraetê hate dayîn. Îro halîhazir dozeke ku didome ma. Ew jî doza ku leşkerên di nav wan de leşkerên payebilind ên girêdayî yekîneya leşkeran a operasona têkildarî Girtîgeha Bayrampaşayê hate kirine. Di çarçoveya dozê de gelek belgeyên girîng derketin holê.”
 
‘DIVÊ TANTAN WERE DARIZANDIN’ 
 
Sevîmlî diyar kir ku hêviya wî nîne ku di doza derbarê Girtîgeha Bayrampaşayê de leşker bên cezakirin û diyar kir ku doz ber demboriyê ve diçe. Sevîmlî wiha domand: “Lê feydeyekî wiha yê van darizandinan çêbû; bi saya van darizandinan û dozan têkildarî Komkujiya Vegera li Jiyanê gelek agahî û belge derketin holê. Ev jî gelek bi feyde bû. Agahî û belgeyên ku ez behs dikim agahiyên girêdayî operasyonê, ferman û belgeyên hin fermandariyên cendermeyan bûn. Derketina van a di warê aşkerakirina rastiya madî de girîng bû”
 
Sevîmlî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gel ku di ser operasyonê re 23 sal derbas bûne jî hê kesên wekî Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Sadettîn Tantan, Wezîrê Dadê Hîkmet Samî Turk û Midûrê Giştî yê Girtîgehan Alî Sûat Ertosûn nehatine darizandin. Ev kesên ku di vê operasyona qetlîamê de xwedî berpirsiyariyên hiqûqî ne. Divê ev kes bên darezandin. Em ê vê komkujiya ku jê re ‘Vegera li jiyanê’ tê gotin, di rojeva raya giştî de bihêlin. Em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

21/12/2023
10:34 AKP ‘hilbijêran’ vediguhêze kîjan navend û navçeyan?
09:24 Hevserokên MSD’ê yên nû hatin diyarkirin
09:10 Jinan di sala 2023'yan de got 'azadî'
09:05 Endamê Meclisa Ciwanan Guvercîn: Em bi hev re jiyaneke birêxistinkirî ava bikin
09:04 Parêzerên bi girtiyan re hevdîtin kirin: Azadî û çareseriyê dixwazin
09:03 Rojnameya Xwebûnê dikeve 5 saliya xwe: Xwebûna herkesî ye
09:02 Girtiyê nexweş ê bi tena serê xwe di hucreyê de di greva birçîbûnê de ye
09:00 Mexdûrên erdhejê yên roman 11 meh in di konan de ne
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2023'YAN
20/12/2023
16:52 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be
16:50 Hunermendan bang kirin ku Wezîrê Perwerdeyê Tekîn ji peywirê were girtin
16:36 Beriya bersûcan bibîne teşhîs kir
16:34 Di doza Ferhat Tûnç de dê ji miduriyeta polîsan nivîs were xwestin
16:08 Serdanên Nobeta Edaletê: Tecrîd astengiya aştiya civakî ye
15:43 Sansurkirina Rojnameya Yenî Yaşamê ji Serokê Meclisê hate pirsîn
15:09 Cezayê pere li Emîne Şenyaşar hate birîn
14:45 ‘Bila Wezareta Dadê ji bo greva birçîbûnê bikeve nav liv û tevgerê’
14:44 Li Rihayê 2 xwişk û bira hatin binçavkirin
14:14 Têkildarî grevên birçîbûnê berpirsyartiyên rayedaran bi bîr xistin
13:49 Girtiyan ji bo çalakiya greva birçîbûnê strana 'Çavê Cudî' got
13:38 Rêxistinên civaka sivîl: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin Amesporê
13:12 DEM Partiyê banga serlêdanê li jin û ciwanan kir
13:07 Xizmên girtiyan kampanyaya şandina name û qartan a ji Îmraliyê re dan destpêkirin
12:51 Li Çînê mexdûrên erdhejê li dijî sermayê têdikoşin
12:50 DEM Partî: Tirkiye bêyî hevrûbûna bi şerma xwe ya paşerojê re nikare demokratîk bibe
12:10 DEM Partiyê yek bi yek hemû navnîşan eşkere kir: Polîs û leşker weke hilbijêrên gerok tên bikaranîn
11:25 Rojnameger Ozdemîr: Siyaseta AKP-MHP’ê li Kerkûkê têk çû
11:24 Yek ji cerdevanên ku Ahmet Gun qetilkiribû hate girtin
11:23 Berdana girtiyê nexweşê giran Tûrsûn cara 3’yemîn hate taloqkirin
11:21 Temellî: Sedemê krîzan, tecrîd û neçareserkirina pirsgirêka kurd e
11:00 Nelirêtiya bi îmzeya qeyûm hatiye kirin
10:05 Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan mohra xwe li sala 2023’yan da
10:02 Li Afyonê zilamekî 3 jê jin, 4 kes qetil kirin
09:55 Li 32 bajaran saeta bikaranîna dengan guherî
09:29 Ji rojnameger Silêman Ehmed 57 roj in tu agahî nayên girtin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 24’an de didome
09:05 Malbatên kesên ku di êrişa leşkeran de jiyana xwe ji dest dan, dan ber îcrayê
09:04 Ciwanên DEM Partiyê ku amadekariyên kongreyê dikin: Rizgarî rêxistinbûyîn e
09:03 Di şewata li kursa Quranê de ku 6 zarok mirin, miftî wekî 'qisûrdarê sereke' hat dîtin
09:02 Li Amedê eleqeyeke zêde ji bo fûarê û pirtûkên kurdî
09:01 Şîna ku 45 sal in didome: Komkujiya Mereşê
09:00 20'Ê KANÛNA 2023'YAN
08:51 Li Balikesîrê erdhej çêbû
19/12/2023
23:00 DEM Partî: Em vîna demokratîk a gelên Kerkûkê silav dikin
21:55 Encamên hilbijartina Encumena Parêzgeha Kerkûkê eşkere bûn
18:25 Li peravê Gola Wanê çêkirina avahiyên qaçax hat protestokirin
17:28 Berdevkê Hewldana 78'an Celalettîn Can ji girtîgehê derket
16:48 ‘Bila neyê fikirîn ku me 19’ê Kanûnê ji bîr kiriye!’
16:42 ‘Heya daxwaz tên qebûlkirin êm ê nobetê bidomînin’
16:28 Dayika Taybet hat bibîranîn: Îro bi hezaran Dayikên Taybet li ber xwe didin
15:48 Li Girtîgeha Kurkçulerê mafê tedawiya girtiyan tê astengkirin
15:23 Danişîna rojnamevan Kaya hate taloqkirin
15:21 24 sal ceza dan faîlê tecawizê yê cerdevan
14:33 Li Kerkukê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê gihişt ji sedî 65’an
14:20 Yuksekdag: Dadger û dozgerê vê dozê jî em in, hûn ê hesab bidin
13:20 Ji DEM partiyê peyama ‘19’ê kanûnê’: Tecrîd gihaşt radeyeke din
13:19 ÎSÎG: Di nava 10 salan de 364 karkerên tekstîlê jiyana xwe ji dest dan
13:05 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:33 DEM Partiyê 27 navçeyên li Tirkiyeyê ku namzet lê bên nîşandan aşkerekirin
10:53 Li Amedê ji bo petrolê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’: Avên binerd talûkeyê de ne
10:12 Halîde Turkoglû: Kesên Doza Kobanê qebûlkirin li dijî mirovahiyê sûc kirin
09:38 Ji rojnameger Silêman Ehmed 56 roj in tu agahî nayên girtin
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan di roja 23’yan de didome
09:32 Li Çînê erdhej çêbû: 111 kesan jiyana xwe ji dest da, 220 kes birîndar bûn
09:10 Li Colemêrgê ji bo 3 cihan 4 hezar û 799 ‘hilbijêr’ hatin veguhestin
09:09 Qeyûmê Şaredariya Stewrê: Ger AKP bi ser nekeve dê xizmet neyê kirin
09:08 Gokkan: Divê saziyên mafên mirovan têkevin nava liv û tevgerê
09:07 Nîqaşa li ser Şêx Seîd: Kurd li dijî nijadperestan xwedî li nirxên xwe derketin
09:06 Prof. Dr. Bîçer: Divê têkildarî tecrîdê gavên mayinde bên avêtin
09:05 Tê payîn ku dê 7 hezar kes tev li kongreya ciwanan bibin
09:04 Jinên Botanê: Ocalan ji bo jinan têkoşiya û divê jin jî ji bo wî têbikoşin
09:02 Piştî 11 mehan rewşa Mereşê: Bajar di nava tozê û jiyana gel di xetereyê de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2023'YAN
18/12/2023
22:47 Li Sêrtê posterê Şêx Seîd hat daliqandin
21:05 Doza Kobanê: Rapora TEM'ê di wesfê talîmatekê de ye
17:01 Înîsiyatîfa Weşangerên Kurd têkildarî bûyera nivîskar Bereh daxuyanî da
16:44 Parlamenterên DEM Partiyê ji bo Ocalan bertek nîşanî wekîlê AKP’î dan
16:37 DEM Partiyê ji bo bajarên Tirkiyeyê biryara xwe da
16:34 Panela Îslam û Kurd: Mafên ku îslamê dane jinan ji hêla mêran ve hatin bisînorkirin
16:01 Hevşaredar Demîr îdiaya qeyûm derewand: 4 meh piştre hûn dê hesabê bidin
15:32 TBB’ê piştgiriya karkerên Ozakê kir
14:41 Hewldana 78’an: Em ê komkujiyên meha kanûnê nedin jibîrkirin
14:14 Polîsî di doza îşkenceya bikûçik de beraet kir
14:07 Koordînasyona Şopandina Grevên Birçîbûnê: Divê îktîdar bikeve nava tevgerê
13:46 Zap û Metîna 53 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin
13:44 Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî?
12:42 Rojnamevan Siddik Guler hate girtin
12:27 MYK’a DEM Partiyê kom bû
12:23 Li Serhedê berf barî: Rêya bi sedan gundan hate girtin
11:02 Girtiyên jin: Em ê her qadê veguherînin qada berxwedanê ya li Îmraliyê
10:59 Girtiyekî name şand Meclisê: Midûr ji bo tayînê ji qawişa girtiyên PKK'î re 'paketek' da avêtin
10:50 Li Meksîkayê li dijî partiyekê êriş hate kirin: 12 kes mirin
10:49 Di fûara pirtûkan de ji bo Weşanên Aramê eleqeyeke zêde heye
10:43 DEM Partî: Di 11 mehan de 2 hezar û 906 partiyî hatin binçavkirin, 319 hatin girtin
10:41 Hevjînê Dayika Taybet: Hovîtî nayê jibîrkirin
10:11 Hilbijartina encûmanên parêzgehan a Iraqê dest pê kir
09:53 Cenazeyên li Kîlyosê di bin peyarêyê de hatine veşartin ev 6 sal in nadin malbatan
09:22 Ji rojnameger Silêman Ehmed 55 roj in tu agahî nayên girtin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 22’yan de didome
09:08 Tevî ku 23 sal derbasbûne jî berpirsyarek jî nehate cezakirin