Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!

img
MELETÎ - 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne, lê xebatên hilweşandina avahiyên li Meletiyê yên ku zirareke mezin dîtin û ji bo kesên di wir re derbas dibin dibin cihê xetereyê, bi dawî nebûne. Her wiha li hin cihan jî hê kavilên erdhejê nehatine rakirin. 
 
Yek ji bajarên herî zêde ji erdhejên Mereşê yên di 6'ê Sibatê de li ser hev çêbûn û bandor li 11 bajaran kir, tesîr girt jî Meletî bû. Li Meletiyê hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran avahî hilweşiyan. Piştî erdhejê ji bo 36 hezar avahiyên ku zirareke mezin dîtibûn biryara hilweşandina lezgîn hat dayîn. Li Meletiyê ku bi hezaran mexdûrên erdhejê bê mal man, tevî ku 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî pirsgirêk nehatine çareserkirin. Mexdûrên erdhejê yên ku xaniyên wan ji dest wan çûne, di konteyneran de dimînin. Li Meletiyê ku pêdiviyên mexdûrên erdhejê hê nehatine dabînkirin, pirsgirêka rakirina kavilan û ji aliyê din ve jî hilweşandina avahiyên ku di erdhejê de zirareke mezin girtine berdewam dike. 
 
Tevî ku 11 meh di ser erdhejê re derbas bûne jî li Meletiyê kavilên avahiyên ku hilweşiyane hê nehatine rakirin. Li aliyekî xebatên rakirina kavilan û hilweşandina avahiyên ku zirareke mezin dîtine berdewam dike. Ji ber ku avahiyên li kolanan û li nava taxan hê nehatine hilweşandin, ji bo kesên di rê re derbas dibin, dibin cihê xetereyeke mezin. Tevî hişyariya pisporan jî rakirina kavilan li gor zanistê nayê kirin û di dema rakirina kavilan de toz û dûmana ku belav dibe, dibe sedema nexweşiyên wekî asbestê.
Li navenda navçeya Çirmikê di erdhejê de 5 xanî bi temamî hilweşiyan. Kavilên xaniyan tevî 11 meh derbas bûne jî nehatine rakirin. Xuya ye ku ji bo avahiyên hilweşiyayî xebatên rakirina kavilan dest pê nekiriye.
Li heman cihî qata jor a avahiyeke din bi temamî hilweşiyaye. Li kêleka avahiya ku qata wê ya jorîn hilweşiyaye, zarokê ku hesinan berhev dikin agir vêdixin û xwe li ber germ dikin. Li derdora avahiyê tevdîrên ewlehiyê û rakirina kavilan nehatiye kirin û xuya dike ku zarok ketine avahiya ku qata wê ya jorîn hatiye hilweşandin. Ev yek xetereyê bi awayekî berbiçav dide der. 
Li Kolana Akpinar a navçeya Battalgaziyê kavilên avahiyeke hilweşiyayî li ser rê ne. Li kolana ku çûnûhatina peya û wesayitan lê zêde ye, welatî ji ber kavilan di meşê de zehmetiyê dikişînin û wesayît û peya jî tim di nav hev de ne. Avahiya ku ji ber di erdhejê de xesareke mezin girtiye hatiye hilweşandin, li derdora wê tevdîrên ewlehiyê nehatiye girtin. 
Li Taxa Tevfîk Temel a navçeya Çirmikê hilweşandina avahiya ku xesareke mezin dîtoye berdewam dike. Toz û dûmana ku ji avahiya tê hilweşandin belav dibe, pirsgirêka wekî asbestê derdixîne holê û ev yek jî rê li ber nexweşiyên wekî pênçeşêre vedike. 
Li ser kolana Nakliye ya Taxa Zaviye ya navçeya Çirmik, xebaten hilweşandina avahiya ku zirareke mezin dîtiye hê dest pê nekiriye. Avahiya ku diwarên wê hilweşiyane ji bo welatî û wesayitên li derdorê derbas dibin, xetereyeke mezin dide der. 
 
'LI MELETIYÊ TIŞTEK SERERAST NEBÛ YE'
 
Ji mexdûrên erdhejê Cûmalî Akdag ê ji ber ku xaniyê wî di erdhejê de hilweşiya di konteynirê de bi tenê dimîne bertek nîşanî vê yekê da û wiha got: "Li Meletiyê tiştek sererast nebûye. Xebatên rakirina kavilan pir hedî tên kirin. Makîneyên înşeatê têrê nakin. Êdî tiştekî bi navê bajar nemaye. Welatî bi qedera xwe re tenê hatine hiştin. Xetereyatozê ku ji ber rakirina bermayiyan û hilweşandina avahiyên belav dibe dê piştî 10 salan derkeve holê. Em nikarin nefesê bistînin. Karê hilweşandinê bi kontrol nayê kirin. Dema kamera tên piçek avê direşînin, lê dema kamera diçin qet avê nareşînin. Ew toz li tevahiya Meletiyê belav dibe."
 
MA/Mahmût Altintaş

Sernavên din

11/01/2024
09:45 Okay: Bi paşguhkirina êrişên li dijî kurdan re hûn nikarin şoreşgertiyê bikin
09:33 Silêman Ehmed ê PDK'ê revandiye 79 roj in li ku ye?
09:32 Girtiyên siyasî 46 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:31 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Kes nikare vîna wî bişikîne
09:01 AKP'ê 2 hezar û 970 hilbijêr veguhest Pasûrê
09:01 Di doza KCD'ê de sedema beraetê: Lîsteyên delegeyan nabin delîl
09:01 Ji rêveberiya AKP'î şova hilbijartinê!
09:00 Li Komeleya Birca Belekê qursên serdema nû dest pê dikin
09:00 Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan: Armanç çêkirina wêneyeke Kurdistanî ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2024'AN
10/01/2024
23:59 Komeke 'ulkucî' êrişî xwendekarekî kirin
22:09 Laçîn û Bekir piştî 30 salan ji girtîgehê derketin
22:04 Bernamzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê di weşana zindî de xwe dan naskirin
19:50 Doza Kobanê: Daxuyaniyên Erdogan ên der barê PYD'ê de hatin xwendin
19:01 Dema qedexeya li Çiyayê Gabarê 15 rojên din jî hat dirêjkirin
16:57 Ji bo kesên penaber qetil kirin daxwaza cezayê muebbeta giran hat kirin
16:23 Nobeta Edaletê: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
16:10 DEM Partî çû serdana malbata li Geverê hatibû derbkirin
16:00 Nîjadperestan li Zanîngeha Enqereyê êrişî xwendekaran kirin
15:29 Doza 6 rojnamegeran: Em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe yên kurd
15:14 Li ber Girtîgeha Kurkçulerê bang kirin: Daxwazên girtiyan daxwazên gelê kurd in
15:00 Li Akdenîzê di 55 malan de hezar û 616 ‘hilbijêr’ hatin tespîtkirin
14:44 Baroya Colemêrgê: Em ê bûyera îşkenceyê ya li Geverê bişopînin
14:30 ‘Mirina ewil piştî gotina Erdogan dest pê kir, bûyer bi banga Ocalan bi dawî bûn’
13:52 Rojnameger Sozerî di Roja Rojnamegerên Dixebitin de derket pêşberî dadger
13:41 Dayika Aştiyê Demîr li ser gora xwe hat bibîranîn
13:20 Wesayîta rîngê ya ku girtî tê de bûn wergeriya
13:15 DEM Partî: 10’ê Çileyê li rojnamegerên rûmeta pîşeyê diparêzin pîroz be
13:08 Cêwiyên ku bi hev re radizan bi hinceta ‘hevzayend in’ ji wargehê hatin avêtin
12:55 Piştî biryara AYM’ê hate berdan: Sekinîna 4 mehan dê rê li ber mexdûriyetê veke
12:02 Li Dêrikê zarokek hate revandin
11:58 Ji DFG û MKG'ê peyama 10’ê Çileyê: Em ê zilmê têk bibin
11:41 Bêkarî zêde bû
11:35 Li Pêrtagê 2 kes hatin binçavkirin
11:25 Di Roja Rojnamegerên Dixebitin de rojnamegerên girtî xêz kir
11:21 Li 16 binçavkirin û 12 dozan îcar jî lêpirsîna ‘defê’ lê zêde kirin
10:59 ‘Tekane rêya aştiyê, hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re ne’
10:43 Texrîbata li ser xwezayê mezin dibe: Çareserî paradîgmaya ekolojîk e
10:12 Prof. Dr. Aktar: Rojhilata Navîn ber bi nediyariyekê ve diçe
09:47 Li Geverê serdegirtina malê: Polîsan gule reşandin û endamên malbatê derb kirin
09:15 Ji rojnameger Silêman Ehmed 78 roj in agahî nayên girtin
09:14 Girtiyên siyasî 45 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:13 Rexnegirê hunerê Yaman: Divê meseley kurd li ser zemîneke hevpar bê çareserkirin
09:12 Xwişka Veysî Aktaş: Me rûyê girtiyên xwe ji bîr kiriye
09:10 Ajokar dixwazin dawî li zeman bê
09:08 Li Şirnexê cihekî ku mamoste lê bimînin tune ye
09:06 'Hîle jî dê nikaribin AKP'ê rizgar bikin'
09:04 Girtî Kirik: Heta serokê me azad nebe em azad nabin
09:01 Li Farqînê qursên kurdî dest pê dikin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2024'AN
09/01/2024
21:05 Cansiz, Dogan û Şaylemez li cihê hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
20:39 TJA'yê jinên hatin qetilkirin bibîranîn
18:21 Li Hezroyê 1150 hilbijêrên xeyalî hatin tespîtkirin
17:20 Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser gorên xwe hatin bibîranîn: Ev têkoşîn dê bidome
16:47 'Daxwaza me ne hevdîtineke azadiya Abdullah Ocalan e'
16:42 Jinên li Parîsê hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Têkoşîna heqîqetê dê bidome
15:07 Dê Meclis ji bo Can Atalay necive
15:00 Bernamzetên DEM Partiyê dê beriya pêşhilbijartinê di weşana zindî de projeyên xwe vebêjin!
14:24 Rapora 12 girtîgehan: Girtiyên di greva birçîbûnê de bi gelek binpêkirinan re rûbirû dimînin
14:09 Temellî: Ji bo aştiyê dema liv û tevgerê ye
13:33 Ji bo rojnameger Kanbal biryara neşopandinê û serlêdana sûc hat dayîn
13:08 Doza 3 rojnamevanan: Polîsên tundî kirin ji kar hatin dûr xistin
12:54 DEM Partî dê mitînga ‘Piştevaniya bi Filistînê re’ li dar bixe
11:51 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:29 DEM Partî dê biryara xwe ya Antalyayê aşkere bike
11:04 Qeyûm beriya hilbijartinê bîllboardên li Mêrdînê bi gefan kirê kir
10:50 Ji Girtîgeha Amedê peyam: Em dixwazin hemû gel dengê me bibihîsin
10:13 Bavê Şaylemezê: Ez heyranî aliyê wê yê têkoşer dimam
10:00 Andiç li Amedê hate definkirin
09:46 Ji bo tehliyeya wî 3 roj mabûn dîsa hate girtin, dozger jê re got ‘Ev 3 sal in li benda vê rojê bûm’
09:29 77 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 44’an de ye
09:25 Di bûyera ku ajokarê mînîbusê jiyana xwe ji dest da de 3 kes hatin girtin
09:08 Deklarasyona ‘Em ji aştiyê re bibin deng’: Divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:07 Ji gelê Farqînê peyam ji bo qeyûm: Em tên amade bin
09:06 Dayika rojnameger Ehmed: Agahî nedayina der heqê jiyana kurê min de tê çi wate yê?”
09:05 Di 10 pirsan de tiştên têkildarî pêşhilbijartina DEM Partiyê tên mereqkirin
09:03 Dayikên Aştiyê yên Geverê: Heta ku tecrîd bi dawî nebe aştî ne pêkan e
09:03 'Heke gelê kurd Abdullah Ocalan weke aktor bibîne divê pê re hevdîtin were kirin'
09:02 Hunermend Taşdogan: Min Ziryanim diyarî Şengal û girtiyan kir
09:01 Prof. Dr. Ahmet Ercan ji bo Geverê hişyariya erdhejê kir
09:00 ROJEVA 9’Ê ÇILEYA 2024’AN
08/01/2024
23:17 Cenazeyên Andiç û Yîgît piştî 5 mehan radestî malbatên wan kirin
18:50 Li Amedê jinek hate qetilkirin
17:29 Li Meletiyê erdhej çêbû
16:41 ‘Heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome’
15:39 Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Dîroka pêşhilbijartina bernamzetên DEM Partiyê diyar bû: 13 û 14’ê çileyê
14:36 Li Ewropayê ji bo Îmraliyê kampanyaya kartpostalan hate destpêkirin
14:20 Ajokarên TIR’an zem protesto kirin
13:29 Rozerîn Çukur li ser gora xwe hat bibîranîn
13:27 Demîrtaş: Bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke rêberê xwe ragihandin
11:46 Der barê rojnameger Fûrkay Karabay de biryara berdane hate dayîn
11:43 Têkoşîna xwe di Nobeta Edaletê de didomîne
11:30 Di êrişên Îsraîlê de heta niha 22 hezar û 835 filistînî hatine kuştin
11:22 Xwişka rojnameger Goktepe: Metîn hêj niha jî bi mîrateya xwe rê nîşan dide
10:40 Daxwazên îmzekerên deklarasyona ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’ çi ne?
10:17 Hevserokê DBP’ê yê Semsûrê Akdag hate binçavkirin
10:11 Sê ciwanên li Farqînê hatibûn binçavkirin hatin girtin
09:39 Çemê Êlihê ku depoya oksijenê ye di xeterê de ye