Biryarên berovajî yên ATK’ê: Nikare li girtîgehê bimîne lê hewceyî bi berdanê nîn e

  • rojane
  • 11:48 21 Îlon 2024
  • |
img

ENQERE - Şaban Kaygusuz ne milê wî yê rastê ne jî ranê wî yê rastê heye. ATK ku berê der barê Kaygusuz de gotibû “nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne”, cara duyemîn gotiye “jiyana wî ne di talûkeyê de ye” û berdana wî asteng kir. 

Şaban Kaygusuz (26) di şerekî ku sala 2018’an de li Şirnexê diqewime birîndar dibe. Milê rastê û ranê rastê yê Kaygusuz tê jêkirin. Piştî binçavkirinê ew tê girtin. Ji Girtîgeha Sêrtê wî sewqî Girtîgeha Tîpa D’yê ya Amedê dikin. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê 31 sal cezayê hepsê li Kaygusuz dibire. Kaygusuz herî dawî di 20’ê cotmeha 2021’an de ji Amedê sewqî Girtîgeha Jimara 2’yan a Tîpa T’yê Bunyana Qeyseriyê tê kirin.
 
GIRTÎGEH: MAYÎNA GIRTÎGEHÊ TALÛKE YE 
 
Kaygusuz ji ber birînên di laşê xwe de û rewşa ling û destê xwe her tim wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîla Amedê. Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneyê di 3’yê îlona 2019’an de raporek der barê Kaygusuz de amade dike û di raporê de tê gotin ku “wê jiyana wî di girtîgehê de bikeve telûkeyê.” 
 
ATK: NIKARE BI TENA SERÊ XWE BIJΠ
 
Piştî vê biryara nexweşxaneyê, parêzerên Kaygusuz raporê di meha îlona 2019’an de ji Dadgeha Sêrtê re dişînin. Dadgeh di 28’ê mijdarê de raporê dişîne Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. Li ser vê yekê ATK di 11’ê kanûnê de Kaygusuz muayane dike. Desteya ATK’ê piştî du rojan ji Kaygusuz re raporek amade dike. ATK balê dikişîne ser rewşa Kaygusuz û dibêje, “ew nikare di şertên girtîgehê de jiyana xwe bidomîne” û vê yekê bi pirdengiyê qebûl dike. 
 
TEVÎ RAPORA ATK’Ê JÎ DAXWAZA BERDANÊ HAT REDKIRIN 
 
Li ser vê geşedanê parêzerên Kaygusuz ji bo berdana miwekîlê xwe serî li dadgehê didin. Dadgeh têkildarî daxwazê biryarê çêdike û di biryara xwe de diyar dike ku ATK’ê di rapora xwe de meseleyê pirr mezin kiriye. Dadgeh rapora ATK’ê ji nedîtî ve tê û berdana Kaygusuz asteng dike. 
 
DI HEMAN BIRYARÊ DE DU NÊRÎNÊN CUDA 
 
Desteya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Gazî Yaşargîlê di 9’ê adara 2021’an de li hev civiya û der barê Kaygusuz de biryar da ku ji ber rewşa astengiya wî ew bi tena serê xwe nikare li hepsê bimîne. Lê Desteya Tenduristiyê di heman biryara xwe de diyar dike ku rewşa heyî ya Kaygusuz “talûkeyek teqez nîne” û îdia dike ku bi vî awayî hewceyî bi berdana wî û taloqkirina cezayê wî tune ye. 
 
 NEXWEŞXANEYÊN CUDA Û RAPORÊN CUDA 
 
Kaygusz tevî nexweşiyên xwe jî bi darê zorê di 20’ê cotmeha 2021’an de sewqî Girtîgeha Bunyana Qeyseriyê tê kirin. Kaygusuz ji ber nexweşiyên wî di 14’ê kanûnê de radikin Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê. Vê nexweşxaneyê jî îdia kir ku ne hewce ye cezayê Kaygusuz bê taloqkirin û girtîgeh jiyana wî naxe talûkeyê. Heman nexweşxaneyê xwest ku Kaygusuz sewqî girtîgeha tîpa R’yê bê kirin. 
 
TEVÎ RAPORA ASTENGIYÊ YA JI SEDÎ 78 JÎ NAYÊ BERDAN 
 
Di vê pêvajoya didomiya de Kaygusuz sê caran rakirin heman nexweşxaneyê. Balkêşe ku nexweşxane berovajî biryarên ATK’ê û nexweşxaneya Amedê biryarê dide. Nexweşxaneya Bajêr a Qeyseriyê di 6’ê cotmeha 2022’yan de der barê Kaygusuz de rapora astengiyê ya ji sedî 78 dide. Heman nexweşxane rojek piştre rapora, “Dikare bi tena serê xwe bijî. Hewce bi taloqkirina cezayê wî nîne” amade dike. Nexweşxane di 23’yê adara 2023’yan de raporek din amade dike û di raporê de heman îfadeyan dinivisîne. 
 
WEZARETÊ NE ATK’Ê, NEXWEŞXANEYAN ESAS GIRT 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan der barê rewşa Kaygusuz û rapor û belgeyên ATK’ê û nexweşxaneyan de pêşniznameyek bi daxwaza ku Wezareta Dadê bibersivîne dide Serokatiya Meclisê. Ûysal di pêşniyaznameya xwe de pirsa neberdana Kaygusuz dike. Wezareta Dadê di demek nêz de bersiva Ûysal dide. Wezaret di bersiva xwe de rapora ATK’ê ji nedîtî ve tê û bal3e dikişîne ser raporên nexweşxaneyan. 
 
HEMAN SAZÎ Û HEMAN GIRTÎ LÊ BIRYAR CUDA NE 
 
Ûysal da zanîn ku piştî van raporan Kaygusuz sewqî ATK’ê hatiye kirin. Ûysal diyar kir ku Kaygusuz di 12’3e hezîrana 2024’an de sewqî ATK’ê hatiye kirin. Ûysal an3i ziman ku ATK’ê dest ji biryara xwe ya ewil berdaye û di biryara xwe ya 7’ê tebaxê de îdia kiriye ku Kaygusuz dikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne. 
 
 'DEST JI HIQÛQA DIJMINANE BERDIN’ 
 
Ûysal bertek nîşanî biryara duyemîn a ATK'ê da û got: “ATK adeta li gorî siyasetê biryarê dide. ATK bûye saziyek siyasî. Em wezaretê û saziyên pêwendîdar vedixwînink u der barê rewşa tenduristiya Kaygusuz de daxuyaniyê bidin. Heke tiştek were serê Kaygusuz wezaret berpirsiyar e. Mafê jiyanê yên girtiyên siyasî tune tê hesibandin. Adeta wan terkî mirinê dikin. Em carek din diyar dikin ku em van pêkanînan qebûl nakin. Em bang li desthilatdariyê dikin ku demildest dev ji vê hiqûqa xwe ya dijminane berde.” 
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

25/09/2024
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim