ŞIRNEX -Li Zozana Kejanê ya li quntarê Çiyayê Katoyê Marunisê atolyeya “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” hat lidarxistin.
Atolyeyên “Îdeolojiya Rizgariya Jinê” ya Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) berdewam dike. Berdevka Meclisa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî û Wekîla Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Uysal Aslan jî di nav de, jinan li Zozana Kejanê ya li quntarê Çiyayê Katoyê Marunisê bi bêrîvanan re hevdîtin kir.
Bêrîvan Bahçeciyê di atolyeyê de bang li jinan kir ku xwe di çarçoveya îdeolojiya rizgariya jinê de birêxistin bikin û got: “Weke jin divê em xwe li dijî tundiya mêr-dewletê birêxistin bikin û yekitî û tifaqa xwe ava bikin. Hewceye em li dijî zîhniyetên baviksalar li ber xwe bidin û xwe veguherînin. Tespîta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Jina azad, civaka azad’ bi vê boneyê ye. Û birêz Ocalan di tespîteke xwe de dibêje ku divê jin li serdema neolîtîkê vegere û guherîn û veguherîna xwe li ser vê bingehê bike. Bi vê boneyê divê em li gorî îdeolojiya rizgariya jinê xwe birêxistin bikin. Û li ser vê esasê xwedî li ked û mafên xwe derkevin.”
Newroz Uysal Aslan jî destnîşan kir ku xwedîderketina jinan a li pêvajoyê, xwedîderketina li ked û têkoşîna xwe ye û xwest jin bêhtir têbikoşin.
Di çarçoveya xebatên atolyeyê de jin çûn serdana bêrîvanên li deverên cuda yên zozanê konên xwe vegirtin.