DÊRSIM - Komeleya Hawirdorê ya Dêrsimê, li pêşiya DSÎ’yê daxuyanî da û got: “Dev ji çêkirina bendavê ya li Alîbogaziyê berdin. Em ê nehêlin bendav were çêkirin.”
Komeleya Hawirdorê ya Munzurê, bi dirûşma “Em li Alîbogaziyê rê nedin bendavê; li Sekasur, Geyîksuyu û Cevîzlîdereyê jî rê nedin madenan” daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya avahiya Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) ya Dêrsimê hat dayin. Gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, komeleyên hawirdorê û welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nede xweza, av û axa me” hate hilgirtin.
Serokê Komeleya Hawirdorê ya Munzurê Yûsûf Topçu di daxuyaniyê de got ku ji serdema padîşahên Osmaniyan heta niha Dêrsim ji her alî ve rastî polîtîkaya talan û tunekirinê tê û got: “Dêrsimiyan bi darê zorê koçber dikin. Bi şewitandina gundan, bi darê zorê valakirina gundan, bi qedexe û ambargoyan gelek herêmên Dêrsimê ji mirovan hatin xalîkirin. Bi projeyên nû jî dixwazin dînamîtê bixin bin stûnên Dêrsimê. Bi bendavan re dê hafizeya me, qadên me yên pîroz di bin avê de bihêlin. Ji bo vê talanê, her cureyên alîkariyê didin şîrketên madenan.”
‘POLÎTÎKAYÊN TALANÊ’
Topçu, da zanîn ku her sê aliyên Dêrsimê bi bendavan hatine girtin û van bendavan bi xwe re karesat anîne. Topçu, diyar kir ku bi çêkirina bendava li Alîbogaziyê re dê hafizeya Dêrsimê bê tunekirin û ev tişt anî ziman: “Xelkê me yê Alîbogaziyê ku di salên 1926 û 1938’an de ji vir hatibû kirin, dîsa vegeriya herêmê. Ev herêm, evîna berxwedêr û bawermandan bû. Deriyê Dêrsimê ye. Bi flora ve faunaya xwe geliyekî gelek dewlemen de û di lûtkeya wê de jî qadên pîroz hene. Gelek şikeft û dêrên wê hene.” Topçu, got ku bi bendavê re dê gelek gund û mezra di bin avê de bimînin, dê avhewayê herêmê biguhere û herêm veguher çolistanê. Topçu, got: “Weke gelê Dêrsimê em dixwazin ev projeya bendavê betal bibe. Em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Divê DSÎ tavilê dev ji van projeyên xwe berde.”
‘CUREYÊN ENDEMÎK WINDA BÛN’
Parêzer Bariş Yildirim jî bi bîr xist ku ji ber bendavên li herêmê heft cureyên floraya endemîk tune bûne û got ku texrîbkirina vê derê derhiqûqî ye. Yildirim, diyar kir ku ji pezkoviyan heta gur, hirç û hwd. gelek curên ajalan li herêmê hene û li gorî rapora pisporan jî heke ev proje neyê betalkirin dê ev cureye tune bibin. Yildirim, xwest proje tavilê bê betalkirin.
‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME’
Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Alîriza Bîlîr jî got ku biryarên hatine dayin xelkê Dêrsimê eleqedar dikin, dê têkoşîna wan bidome û banga têkoşîna hevpar a li dijî van projeyan li gel, saziyên demokratîk û komeleyên hawirdorê kir.
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.