Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd: Em tecrîdê û dagirkeriyê rakin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - 32’yemîn Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd, ku yek ji mezintirîn çalakiya çandî ya kurdên li Ewropayê ye, îsal bi dirûşmeya “Em tecrîd û dagirkeriyê bişkînin, Rêber Apo azad bikin” li Parka Rebstockê ya Frankfûrtê dest pê kir.

Bi hezaran Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn di Festîvala Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Kurd de, ku yek ji çalakiyên çandî yên herî mezin e, li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê bi dirûşmeya "Em tecrîdê û dagirkeriyê bişikînin, Rêber Apo azad bikin" hatin ba hev.
 
Festîvala ku ji bo parastina nirxên dîrokî û çandî yên gelê kurd her sal tê lidarxistin, li dijî zext û polîtîkayên asîmîlasyonê yên Tirkiyeyê ya li ser çanda kurd jî bûye remza berxwedanê.
 
Ji gelek welatên Ewropayê bi hezaran kes danê sibehê daketin qadan û bi derbaskirina bendên ewlehiyê, ketin qadê.
 
Kurdistaniyên ku bi cilûbergên xwe yên neteweyî û al û flamayên YPG/YPJ’ê, YBŞ û PKK’ê hilgirtibûn coşa û peroşa wan qadê xemiland.
 
Daxwaza "Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî" ku daxwaza bi hezaran kesên li qadê ye, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Jin Jiyan Azadî" gelek caran hat berzkirin.
 
JI BO STANDAN ELEQEYEK MEZIN
 
Di festîvalê de, nerazîbûn li dijî zextên dewleta Tirk ên li ser çanda Kurd û gelê Kurd, polîtîkayên qeyûman û qirkirinê li pêş bû. Her wiha standên ku ji bo danasîna çanda Kurdî hatine vekirin û mînyaturên ku hatine pêşandan rastî eleqeyeke mezin hatin.
 
Her wiha dostên gelê Kurd û saziyên çandî yên Ewropayî jî bi rengên xwe tevlî festîvalê bûn. Hunermend Amel li qadê bal kişand ser dîrok û vahîsaziya Kurdan a li herêmê û minyatura "Gundê Kurdan" a ku ji aliyê hunermed ve hatibû amadekirin rastî eleqeyek mezin hat.
 
MUZÎKA KURD Û GOVEND
 
Li standên ku ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve li qada festîvalê hatin danîn, koma govendê, hunermend û Kurdistaniyan bi hev re govend gerand. Li qada festîvalê muzîk, dans û govend gelêrî yên Kurdî bi coşek mezin tên pêşandan.
 
Li gel çalakiyên çandî, nivîskarên Kurd li pêşangehên pirtûkan bi xwînerên xwe re hatin cem hev. Qada festîvalê ya ku bi rengên neteweyî yên Kurdistanê hate xemilandin, bi standên ku ji aliyê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û saziyên din ên Kurdan ve hatin vekirin re, rengîntir bû. Weşanxaneyeke Kurdistanê jî li herêmê standek vekir û pirtûkên xwe gihand ber destê xwînerên xwe.
 
JI BO ZAROKAN KONÊ ZAROK MA’YÊ HAT VEKIRIN
 
Li qadê, stand /konê "Zarok Ma" bi armanca ku malbat bi awayekî rehet tevlî festîvalê bibin hat avakirin. Zarokan eleqeyek mezin nîşanî konê Zarok Ma’yê dan. Ji bo zarokan lîstik û aktîvîteyên kurdî tên pêşandan û ji zarokan re demeke baş û têr tê avakirin.
 
STANDA KOBANÊ
 
Li qadê standeke din hat avakirin û bi wêneyên siyasetmedarên Kurd Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên di bin navê Doza Kobanê de ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatine girtin, hat xemilandin. Standa ku li qadê balek mezin dikişîne, hevgirtina gelê Kurd a bi siyasetmedarên xwe re jî radixe ber çavan.
 
Bernameya Festîvala Çand û Hunerê ya Neteweyî ya Kurd piştî xwendina sirûda neteweyî ‘Ey Raqîp’ û deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
 
'DEM DEMA AZADIYA ABULLAH OCALAN E' 
 
Piştre Hevserokên KCDK-E Zubeyde Zumrut û Engîn Sever derketin ser dikê û gel silav kirin.
 
Zubeyde Zumrut bal kişand ser pêngava ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û got: "Pêngava Azadiyê di 10'ê Cotmeha 2023'yan de di salvegera komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo de, hat destpêkirin. Ji bo vê pêngavê gelê Kurd li qadan bû. Li Ewropayê, li welêt û li her qadê tevkarî li vê têkoşînê kir. Gelê Kurd îro li her qadê li dijî polîtîkaya qirkirinê di nava berxwedanê de ye û bi vê berxwedan û têkoşînê re wê pêngava azadiyê ya Rêber Apo bigihîne serketinê."
 
Zumrut ji bo meş û mitînga ku wê di 16’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê ya Almanyayê ji bo qonaxa duyemîn a pêngava "Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî" bê lidar xistin, banga tevlîbûnê kir.
 
Li aliyê din Engîn Sever da xuyakirin ku pêvajoya komployê ya beriya 26 salan li dijî Abdullah Ocalan hat destpêkirin bi vê tecrîd û qirkirinê re dewam dike û wiha got: "Ev 42 meh in agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Gelê Kurd her roj ji bo azadiya Rêber Apo diqîre. Dewleta Tirk a dagirker bi xiyaneta PDK'ê û alîkariya DAÎŞ'ê dixwaze qirkirinê li qadên Parastinê yên Medyayê pêk bîne. Lê zarokên gelê Kurd li Zapê, li Avaşînê û li Metîna li ber xwe didin. Dagirker wê bi ser nekevin. Ji bo azadiya Rêber Apo li her devera Ewropayê û welêt têkoşîn tê meşandin. Bi vê têkoşînê re em ê deriyê Îmraliyê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin."
 
Li ser navê TJK-E jî Ayten Kaplan xîtabê gel kir û bi zimanê Almanî axaftinek kir.
 
Bernameya festîvalê bi bernameya muzîkê û axaftinan berdewam kir. 

Sernavên din

25/09/2024
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim