Hevserokên PYD’ê: Çareserî bi azadkirina xakên dagirkirî pêkan e

  • rojane
  • 16:43 21 Îlon 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên PYD’ê diyar kir ku bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan, têkoşîn didome û gotin: "Ji bo çareseriya siyasî ya krîza Sûriyeyê divê xakên dagirkirî bên azadkirin."

Kongreya 10’emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya 700 delegeyî li bajarê Hesekê hat lidarxistin. 
 
Pişt rêzgirtinê, hevserokê PYD’ê Salih Muslim axivî. Muslim lidarxistina kongreya 10’emîn li gelên herêmê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Ji sala 2003’an ve em di vê meşê de ne. Meşa me heya niha dewam dike. Me gelek zehmetî dîtin. Di nava van salan de me karibû bibin pêşengên gelên herêmê û hîna jî wisa ne. Em di meşa xwe û  xwedîdkertina li xwîna şehîdên xwe de berdewam in. "
 
Muslim bal kişand ser felsefeya Abdullah Ocalan jî û ev nirxandin kir: "Me dîroka gelan lêkolîn kir û me dersên girîng jê girtin. Me dît ku dijminên gelan sûdê ji parçebûnê werdigirin û gelan wekî amûr bi kar tînin. Li ser vê yekê Rêberê me felsefeya neteweya demokratîk wekî hêmanekî sereke yê xwişk û biratiya gelan pêşkêş kir. Li vir ramanekî ronî heye ku dikare ji tevahî gelên herêmê re bibe ronahiyek. Em bi vê felsefeyê ve girêdayî ne, ji ber ku ev felsfea keştiya rizgarkirina gelan ji zilm û bindestiyê ye."
 
MUSLIM: EM ALIYÊ DIYALOGÊ NE 
 
Salih Muslim diyar kir ku di pêvajoya aloziya Sûriyeyê de armanca wan ew bû di hemû qadan de guhertina rewşa gel bû û wiha pê de çû: "Di aloziya Sûriyeyê de armanca me ew bû ku rewşa gel di hemû qadan biguherînin da ku karibin bi xwe xwe bi rêve bibe. Piştî 13 salan ji şer, diyar bû ku xeta partiya me ya durust bû. Em ji gelên herêmê re bûn pêşeng. Ya ku li Sûriyeyê qewimiye gihiştiye wê astê ku bûye mîna navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn. Gelê me pisporî û ezmûn qezenc kir. Meşaleya me heye ku rêya me ronî dike. Me soz daye Rêbertî û şehîdên xwe ku hemû destkeftiyên têne bidestxistin ji bo gel in. Her çiqasî gel zane be wê serkeftin para wî be. Em dildarên şehîd û rêveberê xwe bin."
 
Muslim di dewama axaftina xwe îşaret pê kir ku çareseriya aloziya Sûriyeyê  bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêkan e.
 
Muslim da zanîn ku rêveberiya gel û dîplomasiya civakî bingehê xebata wan e û wiha domand: "Ji bo avakirina yekitiya partiyên Kurdan me gelek civîn ji partiyan re li dar xist. Em dixwazin yekitiya kurdî ava bike. Diyalogên me berdewam in. Ji destpêkê ve û heta niha em hewl didin nêrîneke yekbûyî ya tevahî partiyan çêkin."
 
Têkildarî aloziya Sûriyeyê jî Muslim ev nirxandin kir "Em hene. Ji Sala 2005’an ve hinek alî hebûn dixwestin me ji diyalogan dûr bixin heya ku rewşa Sûriyeyê gihaşt vê aloziya. Em hîna jî aliyekî diyalogan e, em hewl didin çareseriyê pêk bînin. Em fikrên xwe didin jiyîn. Partiya me wê pêşeng bimîne. Divê her kes bizanebe ku xebata me ji bo pêkanîna guhertineke demokratîk li Rojhilata Navîn e."
 
ABDULLAH: DIVÊ HERÊMÊN DAGIRKIRÎ WERIN RIZGARKIRIN 
 
Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah diyar kir ku ew di pêvajoyeke hestiyar û gelekî zehmet de kongreya 10'an li dar dixin û anî ziman ku aloziyên bi girêk ên li ser asta herêmê û cîhanê bandorê li herêma wan jî dike.
 
Asya Abdullah berxwedana hêzên parastinê silav kir û got: "YPG û YPJ’ê fedakariyên mezin dan. Îro jî bi pêşengiya QSD’ê destkeftiyên hatine bidestxistin tên parastin."
 
Asya Abdullah îşaret pê kir ku nexşeyên li ser maseyan tên sazkirin ne çareserî ne û got: "Lê belê li ser hesabê gelan û înkarkirina dîroka wan proje tên danîn. Di serî de Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê herêmên dagirkirî hene. Muxalefeet êdî bûye beşek ji dagirkeriyê. Wezîfeya me jî heya rizgarkirina herêmên dagirkirî  û jiyaneke azad û bi rûmet têkoşîn e. Ev wezîfe yek ji armancên pêşîn ên partiya me ne. Bêyî rizgarkirina erdên me û bêyî mîsogeriya yekitiya xaka Sûriyeyê tu çareserî nin in. Divê herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. Em ê jî di vî warî de xebatên xwe berdewam bikin."
 
Asya Abdullah qala pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê tê meşandin kir û wiha axivî "Ji 3 salan ve tecrîd berdewam e. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd em ê di hemû qadan de têkoşînê geş bikin."
 
Asya Abdullah anî ziman ku yekitiya neteweyî yek ji stratejiyên siyasî yên PYD’ê ye û got: "Erka me ew e ku xeta neteweyî ya di çarçoveya stratejiya demokratîk û parastina desteftiyên gelê Kurd de biparêzin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka  Kurdên li Sûriyeyê û avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî em amade ne roleke pêşeng bilîzin. Yekitiya tevgerên siyasî yên Kurdan di hemû qadan de girîng e. Ji bo pêkanîna vê yekê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser xebatên PYD’ê hat pêşandan.
 
Kongre bi axaftinan dewam kir. 

Sernavên din

25/09/2024
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim