Ji bo Rabîa Onverê daxuyanî: Rabîayê ew li ser sûc girtine

  • rojane
  • 20:02 21 Îlon 2024
  • |
img

WAN- Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di daxuyaniya li Wanê ku der barê êrîşa li hemberê rojnameger Rabîa Onver de pêk hat axivî wiha got: “Rabîayê karekî pir girîng kir. Em vê gotinê ji kesên ku biryara girtina Rabîayê daye re bêjin, Rabîayê dewlet bi çeteyan re li ser sûc girtiye.”

Komeleya rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) der barê serdegirtina mala rojnameger Rabîa Onver de ku li Gever a Colemêrgê pêk hatibû de daxuyaniyek li kolan aHunerê ya Wanê da. Ligel xebatkarên çapemeniya azad, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevanî û Alîkariya Xizmên Kesên di Derguşa Şaristaniyan Winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya XizmênGirtiyan (TUHAY-DER), Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) , DEM partî, meclîsa ciwanan a DEM partiyê, meclîsa dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Koçyîgît, Sumeyye Boz, hevsreoka giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek kes tevli bûn. Endama MKG’ê Hulya Baytur daxuyanî xwend.
 
'BI AWAYEKÎ BÊHIQÛQÎ BI SER MALÊ DE HATIYE GIRTIN'
 
Baytûrê da zanîn ku êrîşên li hember çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û wiha got: “Êrişên li ser Çapemeniya Azad her roj zêde dibin. Îro dîsa êrişeke li dijî mafê gihandina agahiyan a gel û azadiya çapemeniyê, pêk hatiye. Rojnameger Rabia Onver, ji ber polîtîkayên şerê taybet ê dewlet li Kurdistanê dide meşandin ji ber çeteyên fuhuş û hişbirê teşhîr kir û derbarê vê de nûçeyek çêkir, bû hedef. Rojnameger Rabia Onver berpirsiyariya xwe ya agahdarkirina raya giştî bi cih anî lê belê bi awayekî nehiqûqî polîsan bi ser mala wê de girtin û derbarê wê de biryara binçavkirinê hat dayin.”
 
‘DEWLET SER SÛCAN DIGIRE'
 
Baytûrê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Biryara girtina Rabîayê ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê hatiye dayin di eslê xwe de hêzên ku hişbir û fuhuşê di nava civakê de belav dikin, nîşanî me dide. Bi vê polîtîkaya jin û ciwanan dikin hedef di heman demê de dixwazin rojnamegerên rastiyê radigihînin civakê jî bikin hedef û bi van polîtîkayana wan têxin binê zextê. Kedkarên çapemeniya azad ên ku sûcên mekanîzmaya dewlet û darazê yên li Kurdistanê, derdixin holê bi awayekî sîstematîk dibin hedef û bi zextan rû bi rû dimînin. Azadiya çapemeniyê û mafê hînbûna rastiyê ya civakê her tim bi polîtîkayên îktidarê tê xwestin bên astengkirin. Gelek caran giliyê, Ayşegul Akdogan a ku tundî li gelek jinan kiriye, hatiye kirin lê belê mekanîzmayên darazê derbarê Ayşegul de tu karekî hiqûqî nedaye destpêkirin. Lê belê kesên derbarê Ayşegul de karê hiqûqî nedane destpêkirin îro derbarê Rabîa Onver de biryara binçavkirinê dane.”
 
‘DIVÊ DAWÎ LI VÊ BÊHIQÛQÎTIYÊ BÊ'
 
Baytûrê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “ Armanca êrişên bi vî rengî ew e ku hînbûna rastiyan a civakê bê astengkirin û rojnameger bêdeng bên hiştin. Ev zextên li dijî çapemeniya azad polîtîkayên şerê taybet ên stratejîk in. Ev polîtîka nahêle ku edalet pêk were. Çêkirina nûçeyan, ragihandina rastiyê ya ji bo gel ne sûc e! Ev peywira rojnamegeran e. Lê belê ev polîtaya zextê ya dewletê hatiye nokteya çewisandina mafên mirovan û mafê hiqûqê. Em ê wekî kedkarên çapemeniya azad armanca xwe ya ragihandina agahiya rast a ji bo civakê tevî hemû zext, girtin û binçavkirinan jî dewam bikin. Em di vê helwesta xwe de bi biryar in. Em vê helwesta çewisandin û zextê bi tundî şermezar dikin ! Divê ev bêhiqûqî demildest bi dawî bibe. Em ê mekanîzmayên ku dibin asteng rojnameger peywira xwe bi cih bînin, her tim teşhîr bikin. Rojnamegerî ne sûc e! Çapemeniyê azad nayê bêdengkirin”
 
'LI SER SÛC HATINE GIRTIN'
 
Piştî daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî axivî û wiha got: “Polîtîkayên şerê taybet ne tiştekî nû ye ku em dibînin. Li Kurditsanê ev demek dirêje em bi van polîtîkayan re tên rû hev. Lİ Colemêrgê kedkara çepemeniya azad Rabîa Onver çeteyê fuhuşê derxist holê.  Li Kurdistanê fuhuş û hişbir tê normalkirin. Rabîayê karekî pir girîng kir. Em vê gotinê ji kesên ku biryara girtina Rabîayê daye re bêjin, Rabîayê dewlet bi çeteyan re li ser sûc girtiye.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘çapemeniya azad bêdeng name’, ‘zext nikarin bi me serî bidin tewandin’ bidawî bû.

Sernavên din

25/09/2024
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir
09:02 Kakaee yê ji bo Îmraliyê serlêdan kir: Divê ji bo 'mafê hêviyê' qanûn bên sererastkirin
09:01 Şaredariya Gundikêmelê ji bo pêşî li qedandina sewalkariyê bigire şivan û gavan girtin
09:00 ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2024'AN
08:54 Li Lubnanê bilanço giran dibe: 492 kes mirin
08:23 Meteorolojiyê 9 bajar ji ber barîna zêde hişyar kir
08:06 Polîsan bi ser avahiya MED-DER'ê û Payîz Pirtûkê de girtin
23/09/2024
21:41 Eker piştî 31 salan ji girtîgehê derket
21:38 'Qesrên edaletê wekî buroyên AKP'ê kar dikin'
17:01 Bakirhan: Apê Mûsa gelek tişt hînî me kirin
16:34 Emîne Şenyaşar ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê navber da çalakiya xwe
16:15 Bi girseyî serdana şîna Orûç hat kirin
15:36 Di bin çavan de mûameleya xerab
15:33 Ûçar: Divê li dijî tecrîdê têkoşîna civakî bê kirin
15:32 Şaredariya Depê nivîsên hişyariyê yên hatine jêbirin ji nû ve nivîsand
15:23 Derket holê ku xebatên madenê yên li Hesendînê neqanûnî ne
15:13 Îsraîlê dîsa êrişî Lubnanê kir: Nêzî 100 kes hatin kuştin û bi sedan kes birîndar bûn
15:02 Projeyên Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê asteng kirine vegotin
14:48 Şaredariya Wanê ‘Xwaringeha Gel’ vekir
14:47 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ de bang li saziyên navnetewî hate kirin
13:52 ATK: Nehat tespîtkirin ku şopa diranên ser milê Enes Guran a kî ye
13:51 Rojnamevan Onver ‘bi belavkirina agahiyên xelet’ hate sûcdarkirin
13:27 Wezîrê Dadê: Di lêpirsîna Narînê de xisûsên ku li raya giştî nehatine belavkirin hene
13:08 Di doza tecawizê ya cemaetê de biryar hat dayîn
12:40 ‘Em ê li dijî polîtîkayên necezakirinê têkoşîna xwe bidomînin’
12:07 Qeymeqamiyê navê ‘Rindêxan’ red kir: Zimanê biyanî ye!
11:35 Wezareta Karên Navxweyî ji bo Zarokistanê mufetîşan wezîfedar kir
11:25 Hevşaredaran piştgirî da welatiyên li dijî madenê li ber xwe didin
11:24 Kesê tê payîn ku xwe kuştiye, jiyana xwe ji dest da
11:15 Li Wanê lêhî: bendên avê yên DSI’yê ne li gorî standartan in
11:14 Dermankirina Pexşan Ezîzî tê astengkirin
11:02 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan bang: Prosedura binpêkirinê bidin destpêkirin
10:44 Li hemberî zarokekê tacîza zayendî pêk hat
10:43 Ji mirina biguman a girtîgehê re biryara ‘neşopandinê’
10:38 Li Horasanê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
10:36 Li Bûrsayê balafira perwerdehiyê ket: 2 pîlot mirin
09:03 Îdianameya rêxistina sûc: Polîs kuryetî kir
09:02 Li MED-DER’ê serlêdanên kursan didomin
09:02 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Rêxistinbûn xweparastin e
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2024'AN
07:45 Xwebûn bi manşeta ‘Rêxistinbûyîna gel ferz e’ derket
22/09/2024
23:55 Hevserokên nû yên PYD’ê hatin hilbijartin
23:49 Orûç ê wek nexweş ji girtîgehê derketiye, jiyana xwe ji dest da
23:25 Xelatên Apê Mûsa hatin dayîn: Zext jî têkoşîn jî didomin
21:01 Beşar Esad efûya giştî îlan kir
19:56 Îsraîl careke din êrişî dibistanê kir: 7 kes mirin
17:39 Komxebata Jineolojiyê bi dawî bû: Hêviya me ya cîhanekî nû heye
17:21 Endamê Koma Aştiyê Aktaş bi ser gora xwe hate bîranîn
16:24 Emîne Şenyaşar: Heta edalet pêk tê ez ê li vir bim