'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'

  • rojane
  • 19:24 6 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Berxwedana li dijî darbeya qeyûmê ya li dijî Şaredariya Esenyûrta Stenbolê û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê şaredariyên Êlih û Xelfetiyê didomin.

Bi talîmata wezareta karê hundir ji bo şaredariya bajarê Mezin a Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de, qeyûm hat tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. 
 
AMED
 
Li Amedê Tevgera Jinan Azad (TJA), partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), hevşaredar, parlamentera bajar Adalet Kaya û gelek nûnerên saziyan li Parka Rojava hatin gel hev. Polîsan dora girseyê giritn û girseyê bê navber dirûşmeyên "Berxwedan jiyane", "Jın jiyan Azadî","Biji berxwedana Batmanê", "Biji berxwedana Merdinê", Biji berxwedana Xelfeti" û "Biji berxwedana gelê Kurd" berz kirin.
 
Hevserokê DEM partî yê Amedê ewil axivî û da zanîn ku ew ê bertekên xwe yên li dijî qeyûman bînin ziman.
Hevseroka DBP’a Amedê Sultan Yaray jî axivî û daxuyakirin ku wê tu carê qeyûman qebûl nekin.
 
Hevşaredarê Rezan Sîraç Çelîk jî axivî û got: “Bi salan e li ser vê axê qeyûm hene. Em dijhiqûqiyê qebûl nakin. Ew bi zor û zilmê hatin. Gelê me ew qebûl nekirin.Şaredarên me bi dengên mezin hatin ser peywirê. Lê wan tehemul nekirin. Em ê şûnde gavê navêjin.
 
Adalet Kaya jî axivî û wiha anî ziman: “Ji Colemêrgê destpêkirin heta Esenyurtê ev berdewam kirin. Em vê dijhiqûqiyê qebûl nekin. Ev darbeyek siyasiye. Tu aliyê wê yê hiqûqî tuneye.”
 
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû. 
 
Li Çewlîgê li pêşiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) çalakî hate lidarxistin. Aktivîstên Partiya Herêmên Demokratî (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên DEM Partiyê tevlî daxuyaniyê bûn û pankarta “Em ê li dijî desteserkirina îradeyê bi berxwedanê bi ser bikevin” hate hilgirtin.
 
Di çalakiyê de Hevserokê DBP’ê yê Çewlîgê Levket Kalindamar axivî û diyar kir ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û anî ziman ku wê têkoşînA li dijî vê dewam bike. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Dest nede îradeya min” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berkzirin.
 
COLEMÊRG
 
Li navenda şûka navçeya Gever a Colemêrgê bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJA’ê bi beşdariya sedan kesan li dijî darbeya qeyûmê meşa hate lidarxistin. Girseyê di meşê de pêşmalkên “Rêza li hemberî îrade, rê ji qeyûmê re nîne” li xwe kirin û dirûşmeyên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana gele Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Wê qeyûm biçin û gel were”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
 
Piştî meşê, Parlamentera DEM Partî ya Colemêrgê Oznur Bartin daxuyanî da û wiha got: “Me tevî hemû polîtîkayên desthilatdariyê çok nedanî. Li dijî hemû bêhiqûqiyan serê me bilind e. Em ê bi vê biryardariyê serkeftinê bi dest bixin. Têkoşîna me her roj mezintir dibe. Em ê dîrokê binivsînin. Yekane peyama me ya li dijî kesên dixwazin me ji qirkirinê re derbas bikin ev e; ‘Xwelî li serê we be.’ Pêkanînên we yên faşîst wê têk biçin û em ê tevî her tiştê li ber xwe bidin.
 
Piştî daxuyaniyê girseyê dîsa dest bi meşê kir. Piştî meşê li qada rêxistina DEM Partî ya navçeyê lê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. Di çalakiyê de kilan hatin gotin û dirûşme hatin berzkirin.
 
MÛŞ
 
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Mûşê û hevşaredar li navenda bajar serdana esnafan kirin û derbarê pêvajoyê de agahî dan. Welatiyan bertek nîşanî qeyûmê dan. Hevşaredar Tûba Sayilgan destnîşan kir ku divê li dijî desteserkirina qeyûmê têkoşîneke rêxistinkirî hebe.
 
ŞIRNEX
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Şirnexê li Parka Çemrûk a Cizîrê qeyûman protesto kir. Polîsên Tirk xwesin çalakiyê asteng bikin. Gel li dijî astengiyê dirûşmeyên “Qeyûm wê biçin, em ê werin” û “Berxwedan jiyan e” berz kirin. Piştî ku girse demek dirêj di bin dorpêçê de ma, polîsan li dijî helwesta bi biryar a girseyê vekişiyan.
 
Girseya ku bi gerandina govendê tayînkirina qeyûman protesto kir, dest bi çalakiya rûniştinê kir. Hevserokê Egîtîm Senê Adnan Şenbayram li ser navê Şaxên KESK’ê yên Şirnexê ku ji bo piştevaniyê serdana çalakiyê kirin, axivî. Şenbayram diyar kir ku ew pêkanînên qeyûman qebûl nakin û anî ziman ku ew ê li dijî desteserkirina îradeyê bi gel re têbikoşin.
 
Parlementera DEM Partî ya Şirnexê Newroz Ûysal jî wiha got: “Em ê serî li hemberî qeyûman netewînin. Ya mafdar em in. Ji ber vê yekê wê çalakiyên me bidomin. Em qeyûman nas nakin. Îradeya gelê Kurd li ser biryarên desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.”
 
Piştê axaftinan girseyê bi dirûşmeyên “Qeyûm wê biçin, em ê werin”, "Jin jiyan azadi", "Bijî berxwedana zindanan", "Ji Cizîrê ji bo Êlihê hezar silav” dest bi meşê kirin.
 
Kesên derdor piştgirî dan meşa gel. Dema gel gihiştin avahiya DEM Partî ya navçeyê çalakiya xwe bi dawî kirin.

Sernavên din

07/11/2024
15:47 Operasyona li Bagokê didome
15:44 Meclisa Şaredariya Xelfetiyê civiya: Em ji bo di nava çar dîwaran de birêve bibin nehatine hilbijartin
15:33 Berxwedana Êlihê di roja 4’an de ye: Em ê li ber xwe bidin
15:05 Sembola berxwedana li dijî qeyûm
13:36 Polîsan bi kûçikan îşkence li welatiyê astengdar kirin
13:01 Jinan got: Heta faîlên Guranê tên dîtin dê têkoşîna me bidome
12:20 Wezareta Karên Hundir: Derheqê Bakirhan de kirariya qanûnî hate destpêkirin
12:16 Zarokên bi lêdanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:13 Keskîn Bayindir: Berxwedana me ya li kolanan dê bidome
12:11 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:10 Wesayîta bizirx a anîn cihê nobetê piştî bertekê paşve kişandin
12:06 Li Îzmîrê gelek kes hatin binçavkirin
11:35 Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne
11:29 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Em tundiya polîsan şermezar dikin
10:59 Mehmet Ocalan: Aqilê dewletê divê li gorî gotinên xwe tevbigere
10:26 Ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm a li Mêrdînê serî li dadgehê dan
09:57 Li dijî qeyûman banga têkoşînê
09:49 Ayla Akat Ata: Dê qeyûm biçin, berxwedan dê bidome
09:43 'Dilê wan ê çareseriyê hebe muxatab Ocalan e'
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê: Nûve hatin tunekirin
09:31 Hevşaredarê Êlihê Işik: Em ê xwedî li vîna gel derkevin
09:18 Ji CHP’ê banga ‘xwedî li îradeya xwe derkeve’
09:16 Serokê TOD-DER'ê: Ji bo çareseriyê divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin
09:00 ROJEVA 7’Ê MIJDARA 2024’AN
08:43 Doza Narîn Guran: Bersûcên girtî anîn edliyeyê
06/11/2024
19:24 'Em ê bi berxwedanê li dijî xespkirina vînê bi ser bikevin'
19:16 Li Xelfetiyê jin li ber şaredariyê ne: Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadî li ber xwe bidin
16:55 Li Xelfetiyê tundî, gefxwarin û lêgerîna tazî li binçavkiriyan hat kirin
16:51 Kolanên Êlihê veguherîn qadên berxwedanê
16:34 Li Qoserê gel dest bi meşê kir
16:00 Li Kerboranê qeza: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
15:59 Karacabey: Divê jin amûrên pergala nêrza bi kar neyînin
15:35 Li Bagokê liv û tevgera leşkerî heye
15:32 Girtiyê 3 rojan di beşa lênihêrîna awarte de bû birin girtîgehê
15:04 Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin
14:53 Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin
14:51 Ji Mêrdînê peyama berxwedanê: Em ê qeyûman bi berxwedanê têk bibin
14:10 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin
13:55 Baroya Mêrdînê li dijî binpêkirinên di protestoya qeyûm de stant vekir
13:41 ÎHD’ê ji Wezareta Karên Hundir re name şand: Biryara tayînkirina qeyûman betal bikin
13:38 Raporên Gemîcîoglû dê ji bo ATK’ê bên şandin
13:34 Li Xelfetiyê peyama li dijî qeyûm: Çareserî ne qeyûm e çareserî li Îmraliyê ye
13:19 MKG’ê rapora cotmehê eşkere kir: 6 rojnameger hatin binçavkirin
13:12 ÎSÎG: Di meha cotmehê de 164 karker mirin
13:01 Komeleya Aştiya Civakî û Guftûgoyê hate avakirin
12:41 Berxwedana li dijî qeyûm a li Êlihê dê bi meşê bidome
12:34 Berxwedana li Xelfetiyê didome: Em zilma qeyûm qebûl nakin
11:44 Îtîrazî girtina Ahmet Ozer hat kirin
11:17 Di hilbijartinan de Trump bi ser ket
10:49 Qeyûmê Mêrdînê weke karê ewil li pêşiya şaredariyê mobese bi cih kir
10:48 Doza kuştina Narîn Guran sibê dest pê dike: Gelek guman û pirs nehatine zelalkirin
10:43 Îrmez: Derdê wan ne çareserî, tesfiye ye
Tanhan: Bi vê îktîdarê re demokrasî nayê
10:33 Li Cizîrê zarokek bi lêdanê hate binçavkirin
10:21 Hevşaredar Demîr: Dem dema xwedîderketina li îradeya xwe ye
10:19 Hunermend: Li dijî qeyûman helwesta gelê Wanê divê
10:05 Besê Hozat: Em li pişt îradeya Rêber Apo ne
09:46 Kesên biryara wan a binçavkirinê hebû li malê nedîtin, bavên wan binçav kirin
09:25 Girtî Al: Em bi tacizê û heqaretan re rû bi rû dimînin
09:24 Hemşîreyekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:15 Li Sîncanê 4 girtî 54 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2024'AN
08:16 Encamên hilbijartinên DYA’yê diyar dibin
08:12 Li Geverê ciwanan tayînkirina qeyûman protesto kirin
08:10 Li Mêrdînê li dijî qeyûm nobet hate girtin
08:07 Li Êlihê berxwedana ciwanan berdewam dike
07:57 Ciwanan li Qoserê bi fişekên hewayî qeyûman protesto kirin
07:53 Li Êlihê ji binçavkiriyan 29 kes hatin berdan
05/11/2024
22:15 Qoserî bi sirûda 'Herne Pêş' meşiyan
20:31 Li Êlihê bi hezaran kes li dijî qeyim meşiyan
19:44 Li Xelfetiyê meşa li dijî qeyim: Gel wê bêdeng nemîne
19:14 Gel li ber xwe dide: Em qeyiman nas nakin, em ê li ber xwe bidin
16:15 Ahmet Turk bersiv da Bahçelî: Bi gef û qeyûman diyalog nabe
16:03 Li Dihokê qirkirina daran
15:59 Li Êlihê gel li dijî êrişên polîsan li ber xwe dide
15:42 Hatimogûllari diçe Xelfetiyê
15:40 Ozgur Ozel: Biryarên tayînkirina qeyûman komploya siyasî ye
15:05 ‘Li dijî darbeya qeyûman wê berxwedana me bênavber bidome’
15:02 ‘Nobeta Demokrasiyê’ di roja duyemîn de didome
14:26 Olûç ji parlamenterên AKP’ê re got: Hûn desthilatdariyek darbekar in
14:25 Dosyaya Pexşan Ezîzî ji Dadgeha Bilind re hate şandin
14:11 Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe
13:54 Baroya Amedê ji bo betalkirina biryara qedexeyê doz vekir
13:53 Li dijî xespkirina îradeyê kampanyaya hashtagê hate destpêkirin
13:24 KCDP: Di mehekê de 48 jin hatine kuştin
13:23 Jinan piştî deklarasyona 25’ê Mijdarê li dijî qeyûm meş li dar xistin
13:22 Îmamoglû: Em li dijî sepanên antîdemokratîk ji îro ve dikevin nava tevgerê
13:14 Sonuk: Tenê gel dikare înîsiyatîfa rêvebirina şaredariyê ji me bistîne
13:11 Hatîmogûllari: Em ê li dijî derbeyê bênavber têbikoşin
Bakirhan: Heke hûn çareseriyê bixwazin, wê demê tecrîdê rakin û qeyûman paşve bikişînin
12:48 Serokê Baroya Bedlîsê yê berê hat binçavkirin
12:42 Berxwedana xelkê Êlihê ya li dijî qeyûm di roja 2’yan de didome
12:40 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:58 Li Xelfetiyê protestokirina qeyûm di roja duyemîn de ye
11:40 Ji Bahçelî daxuyaniya ‘ez li pişt gotina xwe me’
11:39 Derheqê Ahmet Ozer de lêpirsîneke din jî hate destpêkirin
11:35 Di hevdîtinên bûdçeyê de qeyûm hatin protestokirin
11:25 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Bi ruhê 'Jin, jiyan, azadî' biherikin kolanan
10:55 Li Mêrdînê 9 kes hatin binçavkirin
10:51 Salek û 15 roj ceza li strana kurdî hat birîn!
10:47 Li Amedê berteka li dijî qeyûm: Ji polîtîkayên îflas kirine encamek dernakeve
10:38 ‘Qeyûm kelemçekirina îradeya gel e’