Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin

  • jin
  • 12:15 25 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - MKG’ê bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyaniyek da û got ku rojnamegerên jin li qadan û girtîgehan ji bo heqîqetê têdikoşin û ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê mezintir bikin. 

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî daxuyaniyek da û xwest, dawî li her cure tundiya li ser jinê bê anîn. MKG'ê bal kişand ser zextên ku jinên rojnameger hem li qadan û hem jî li girtîgehan li dijî wan li ber xwe didin.
 
MKG'ê bi domdarî wiha got: “Weke Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê, ji bo bidawîkirina her cure tundiya li ser jinê careke din dengê xwe bilind dikin. Jin li çar aliyê cîhanê ji mafê jiyanê heta jiyana xwe ya xebatê, ji perwerdehiyê heta jiyana civakî di gelek qadan de tundiya fîzîkî, derûnî, aborî û dîjîtal dibînin. Tundiya li ser jinê ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, pirsgirêkeke sîstematîk a newekheviyê ye ku di hemû astên pêkhateya civakî de heye.
 
TU HEWLDAN DÊ NEKARIN ME TÊK BIBIN
 
Em weke rojnamegerên jin dema ji bo heqîqetê têdikoşin bi tundiyê re rû bi rû dimînin. Em hem li qadan hem jî li ser platformên dîjîtal li dijî gef, cudakarî û zilmê têdikoşin. Lê bila bê zanîn ku ti hewldanek ji bo qutkirina dengê jinan wê me têk nebe. Bi pênûs, mîkrofon û kamerayên me; Em ê têkoşîna xwe ya li dijî tundiyê berfirehtir bikin.
 
EM HEVRÊYÊN XWE JI BÎR NAKIN
 
Em hevrêyên xwe yên li girtîgehê yên bedelên herî giran di vê têkoşînê de dane jibîr nakin. Hevrêyên me yên ku azadiya wan hedef hatiye girtin, bi cesareta xwe hêza xwe didin me. Pênûsên wan bi derbaskirina dîwarên girtîgehan ve qîrîna heqîqetê didomînin. Em bi biryar in ku li derve bibin dengê wan û ji bo bidawîkirina van neheqiyan têbikoşin.
 
TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME
 
Divê hemû beşên civakê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de divê berpirsyariyê bigirin ser xwe. Xurtkirina torên hevgirtinê da ku jin di medya, hiqûq, siyaset û qadên civakî de bi hêztir cih bigirin. Em bang dikin ku qalibên ku tundiyê xwedî dikin, bên tunekirin û hişmendiya li ser mafên jinan bê zêdekirin. Weke rojnamegerên jin em ê li pey heqîqetê bin û bibin dengê jinên ku dengê wan nayê bihîstin. Ji ber ku em dizanin ku civakek azad û wekhev tenê di cîhanek ku her cure şîdeta li ser jinê bi dawî bibe pêkan e. Di 25'ê Mijdarê de em careke din diqîrin; tundiya li ser jinê sûcê mirovahiyê ye. Têkoşîna me ya wekhevî, edalet û azadiyê wê bidome.”
 

Sernavên din

02/12/2024
13:24 Parlamentoya Iraqê îro dê bi rojeva Qanûna Rewşa Kesî bicive
13:24 Li Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin
10:49 KNK: Roj roja parastina Rojava ye
10:42 Hejmara 259'emîn a Xwebûnê derket
10:36 Parlamentoya Herêma Federe dicive
10:07 Mazlûm Ebdî: Em ê gelê xwe biparêzin
09:35 'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'
09:04 Claûdîa Korol a feminîst: Azadiya Ocalan ji bo aştiya Rojhilata Navînê firsendek e
09:00 ROJEVA 2'YÊ KANÛNA 2024'AN
01/12/2024
16:53 HSD’ê li dijî êrişan bang kir
16:36 HPC’ê ragihand ku êrişên komên paramîlîter dane sekinandin
16:12 Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberî ragihand
15:57 Ji Amedê bang: Dest bi muzakereyên bi Abdullah Ocalan re bikin
15:29 SOHR: Di mijdarê de 176 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
14:49 Kolakan piştî 33 salan hate berdan
14:48 Omer Ocalan: Bi zîhniyeta DAIŞ’ê çav berdane destkeftiyên kurdan
14:02 Çiyayên Xêrê yê Dihokê hate bombebarankirin
13:38 Li Şerayê pevçûnên dijwar diqewimin
13:29 Li Miksê qeyûm hate protestokirin: Qeyûm talan e berxwedan jiyan e
12:27 Artêşa Sûriyeyê leşker sewqî Hemayê kir
12:24 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da welatiyekî kurd
12:22 Ankêta Sosyo Polîtîkê: Çavkaniya hemû pirsgirêkan pirsgirêka kurd e
11:54 Di navbera HRE û komên paramîlîter de pevçûnên dijwar diqewimin
11:23 Foza Yûsif: Em ê li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî xwe biparêzin
11:05 Endamên Meclisê yên DEM Partiyî li dijî qeyûm serlêdana sûc kirin
10:50 DYA’yê têkildarî geşedanên li Helebê daxuyanî da
10:36 3 gundên Efrîn-Şehbayê hatin bombebarankirin
10:34 Kovara Jinê bi manşeta ‘Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de jin’ derket
10:27 Îşkence û destdirêjiya li dijî jinên afgan ên neçarî parsekiyê hatin kirin
10:18 Gelo geşedanên li Helebê operasyona NATO’yê ye?
09:23 Xelkê Agiriyê ji ber fatûreyên zêde yên gaza xwezayî bi bertek in
09:00 ROJEVA 1’Ê KANÛNA 2024’AN
08:58 Di qezaya li Bartinê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 SOHR: Artêşa Sûriyeyê xwe ji Hemayê vekişand, HTŞ’ê 16 gund bi dest xist
30/11/2024
16:16 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
15:43 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê dest pê kir
15:40 Li Cizîrê tayinkirina qeyûm hat şermezarkirin
15:37 HTŞ'ê gelek deverên Helebê xistin bin kontrola xwe
14:56 Xizmên windayan ji bo Tahir Elçî doza edaletê kirin
14:29 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
14:23 30 sal in aqûbeta wî ne diyar e
11:13 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat binçavkirin
11:10 Qeyûmê Mêrdînê gelek kes ji kar derxistin
09:04 Bîrsen Orhan a cezayê hepsa malê lê hat birîn: Ez ê bitêkoşim
09:02 Akademîsyen Neşe Ozgen: Tecrîd êrişa li aştiya civakî ye
09:01 Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê: Şandina pereyan ji girtiyan re ne sûc e
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2024'AN
08:29 9 siyasetmedar û sendîkavan hatin girtin
29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN