NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Tişrîn, Sirîn û Til Temîrê didomin. Çalakiya nobetê ya ji bo sekinandina êrişan hatiye destpêkirin jî di roja 3’yemîn de didome.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 27’ê Mijdarê heta niha bênavber didomin.
SIRÎN
Dewleta tirk û koma paramîlîter ji saetên serê sibehê ve navçeya Sirînê û derdora wê 3 caran bombebaran kirin. Di bombebaranê de enbarên genim hedef hatin girtin û hatin tunekirin.
BENDAVA TIŞRÎNÊ
Derdora Bendava Tişrînê ku gel nobetê lê digire jî hate bombebarankirin. Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter gundên herêma Bendava Tişrînê bombebaran dikin. Li gorî nûçeya ANHA’yê, têkildarî encamên êrişan agahî nehatin bidestxistin.
Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bersiva êrişan da û li bakurê bendavê pervçûn hene. Şervanan, wesayîteke koma paramîlîter îmha kirin. Pevçûnên dijwar ên li herêmê didomin.
NOBETA GEL DIDOME
Li hêla din nobeta gelên ji kantonên Tebqa, Reqa, Cizîrê û Firatê hatin Bendava Tişrînê jî di roja 3’yemîn de didome. Welatiyên tev li nobetê bûn diyar kirin ku heta pevçûn bi dawî dibin dê çalakiya xwe bidomînin.
TIL TEMIR
Hat zanîn ku dewleta tirk gundê Misleta yê Til Temirê bombebaran kir. hat zanîn ku bombebaran didome û encama êrişê nehat zanîn.
TEQÎNA MAYINAN
Li herêmên cuda yên Sûriyeyê ji ber teqîna bermahiyên şer, 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Welatiyekê gundê Merenazê yê herêma Şehbayê dema li nav zeviya xwe dixebitî, mayineke di demên berê de li wir hatibû bicihkirin teqiya û jiyana xwe ji dest da. Li gundê el Qasimiye yê li rojavayê Helebê jî zarokekî di encama teqîna bermahiyên şer de jiyana xwe ji dest da. Di teqînê de 3 kes jî birîndar bûn. Her wiha li herêma Cezal ê li rojavayê bajarê Tedmûrê de jî kesekî di encama teqîna mayinê de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) yên dawî, ji destpêka 2025’an heta niha di encama teqîna bermahiyên şer de 6 jê zarok û 2 jê jin bi giştî 34 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 jê zarok bi giştî 56 kes jî birîndar bûn.