MÊRSÎN - Berxwedana gel a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya di bin dorpêça polîsan de, didome. Li pêşiya şaredariyê civîna meha Çileyê ya şaredariyê hat lidarxistin.
Bertekên li dijî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyî Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û hinek endamên Meclisa Şaredariyê didomin. Çalakiya protestoyî ya DEM Partiyiyan a li pêşiya avahiya şaredariyê ya dorpêçkirî didome.
Endamên Meclisa Şaredariyê yên DEM Partî û CHP’î li pêşiya avahiya şaredariyê ku berxwedana gel lê didome, rûniştina duyemîn a civîna meha çileyê li dar xistin. Civîn, li ber berîqetên polîsan hat lidarxistin û bertek nîşanî binçavkirinan hat dayin.