STENBOL - Rojnameger Eylem Babayîgît di encama serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de polîsan duh bi şev bi ser mala rojnameger Eylem Babayîgît de girtin û binçav kirin. Eylem Babayîgît, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku rojnameger Necla Demîr, Rahîme Karvar, Ahmet Guneş, Welat Ekîn, Vedat Oruç û Rehyan Hacioglû jî di 17’ê Çileyê di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnameger, ji ber nûçe û bernameyên nîqaşan hatibûn sûcdarkirin. Nirxandinên têkildarî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî weke sûc hatibûn nîşandan.