* Rêvebera Mala Hunerê ya Jin Artê Belkîsa Suleymanoglûyê diyar kir ku ji bo kursên resim, şano û govendê yên nû hatine vekirin qeyd dest pê kirine û wiha got: "Mala we li benda we ye."
* Endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê Bahar Pekerê diyar kir ku armanca wan çareseriya li herêmê peyda bikin û got: "Weke jin em ê xwe bi rê ve bibin."
* Amediyan bertek nîşanî hedefgirtina sivîlan û êrişên li ser Bendava Tişrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin: "Divê gel li dijî vê zilmê rabe ser pêyan û bêdeng nemîne."
* Dayika Rahîme Çelîk a ku kurê wê Sertîp Çelîk di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest da diyar kir ku dewlet çawa li Kobanê encamek bi dest nexist, wê di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî bi dest nexe.
* Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz gavên divê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bên avêtin nirxand û got: "Paradîgmaya çareseriyê ya ku Abdullah Ocalan daniye meydanê, pêwîste her kes piştgiriyê bidê."
* * Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan berê bersiv da zextên îktîdara AKP’ê yên ji bo “tesfiyeyê” û gotibû ku bidawîkirina şerê çekdarî girêdayî têkoşîna demokratîk û yasayî ye. Abdullah Ocalan, got: “Ez dibêjim ku erebeyê nedeynin pêşiya hespî. Divê ji ewil Tirkiye demokratîk bibe.”
* Raportorê Taybet ê Pirsgirêkên Kêmanan ê NY’ê Nicolas Levrat ji Îranê xwest ku biryara darvekirina Pexşan Ezîzî betal bike û wiha got: “Ezîzî Kurd e lewma ev ceza lê hatiye birîn. Ev ceza, rewşa Kurdên li Îranê jî radixe ber çavan.”
* Haci Elçî tevî ku astengdarê zêhnî bû jî 8 sal berê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Dayika Elçî, Belkis Elçî bertek nîşan da û got: "Nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ma ev heq e?"
* Li Stenbol, Amed û Enqereyê dê operasyona binçavkirinê ya li dijî ESP’iyan bê protestokirin. (11.30-18.30)
* Li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir meşek bê lidarxistin. (12.00)
* Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li pêşiya Şaredariya Akdenîzê hatiye destpêkirin dê bidome. (13.30) ZINDÎ