NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter li Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin di roja 26’an de didome.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Bi daxwaza rawestandina êrişên ser bendavê û piştevaniya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re, xelkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8’ê Çileyê de li Bendava Tişrînê dest bi çalakiya nobetê kir. Tevî êrişan jî çalakî di roja 26’an de didome.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, çalakiya nobetê îro bi beşdarbûna bi sedan şêniyên Kantona Cezîrê, bi biryardariyêkî xurt didome.
Li ser bendavê şênî çalakiyên cur bi cur lidar dixin, carna li hev kom dibin û guftogoyan dikin, carna jî dirûşman berz dikin û bendavê paqij dikin.