NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di êrişa dewleta Tirk a li dijî gundê Aşmê de ji heman malbatê 10 kes birîndar bûne û êriş şermezar kir.
Dewleta tirk şevê din li gundê Aşmê yê li rojavayê bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anî. Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya fermandariyê ya têkildarî êrişê wiha ye:
“Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja şemiyê (1’ê Sibatê) li gundê Aşmê yê Kobanê maleke sivîlan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 7 zarok, 2 jin û mêrek birîndar bûne. Ev êriş binpêkirina hemû qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina sivîlan di demên şer de ye. Em vî sûcê hovane bi tundî şermezar dikin. Em teqez dikin ku em ê pabendî parastina gelê xwe û mafên wê bin. Di heman demê de em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo rawestandina van binpêkirinan zextê li dewleta Tirk bikin. Aştî û edalet mafekî rewa yê gelê me ye. Em ê têkoşîna mîsogerkirina ewlehî û silametiya gelê xwe bidomînin.”