STENBOL - Endama YDK’ê Nurgul Ucî diyar kir ku AKP, polîtîkayên xwe yên malbatê li gorî pêdiviyên kapîtalîzmê çêdike û wiha got: “Ew malbata hûn dixwazin ava bikin ji bo me teng e, tê de cihê me nîne.”
Tundî û komkujiyên li dijî jinan ên li Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibin. Polîtîkayên îktîdarê jî dikin ku ev êriş hêj zêdetir bibin. Li gorî daneyên Platforma Em ê Cînayetê Jinan Bidin Sekinandin, di sala 2024’an de herî kêm 394 jin ji hêla mêran ve hatin qetilkirin. Herî zêde jî jin di nava malê de rastî tundiyê hatin û hatin qetilkirin. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ku li dijî tundiya ser jinan tu polîtîkayên tevdîran pêş naxe, sala 2025’an weke “Sala malbatê” ragihand. Bertekên jinan ên li dijî Erdogan didomin û jinan ev sal weke sala berxwedan, çalakî û xwebirêxistinkirinê ragihandin.
Endama Jinên Demokrat ên Nû (YDK) Nurgul Ucî, diyar kir ku roja AKP bûye îktîdar heta niha jiyana jinan bisînor dike û polîtîkayên xwe di vê çarçoveyê de pêş xistiye. Nurgul Ucî, got: “Jin her roj di hundirê malê de tên qetilkirin, tune tên hesibandin û rastî destdirêjiyê tên. Bi ‘Sala malbatê’ re ev êriş dê zêdetir bibin.”
TÊKILIYA DI NAVBERA MALBAT Û KAPÎTALÎZMÊ DE
Nurgul Ucî, destnîşan kir ku AKP polîtîkayên xwe li gorî pêwîstiya kapîtalîzmê ava dike û got: “Li gelek deverên cîhanê heman polîtîka di meriyetê de ne. Nifûsa ciwan kêm dibe û ji bo karkerên nû û qadên nû yên sermayedaran, welidandina zarokan ji bo xwe weke avantaj dibînin. Wê demê dê xwedî hêza kar a erzan û nifûseke ciwan bin. Ji bo çerxa kapîtalîzmê bigere, pêdivî bi nifûsa ciwan heye.”
'MALBAT JI BO ME TENG E’
Nurgul Ucî, gotina Wezîrê Tenduristiyê ku digot “Heke zarokên we nebin hûn tenê dibin jin û mêr, hûn nabin malbat” bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Aqileke ku jinan tune dihesibîne û dayiktiyê ferz dike ye. Polîtîkayên malbatê berhema pêvajoyeke demdirêj e. Xwe ji Peymana Stenbolê vekişandin, 6284 tune tê hesibandin, çavên xwe li qetilkirina jinan digirin, jinan hedef nîşan didin û digirin, jinan binçav dikin, li qadên çalakiyan tundiyê li jinan dikin, serhildana jinan krîmînalîze dikin û dixwazin bi vê yekê re jinan di nava malê de hefs bikin û qadên îktîdara xwe ava bikin. Îktîdara AKP’ê dixwaze qadên jiyanê yên jinan teng bike, jinên ciwan di nava malê de hefs bike û ji qadên têkoşînê dûr bixe. Lê ew malbatên hûn dixwazin me tê de hefs bikin bo me teng in, tê de cihê me nîne. Têkoşîna me dê hem wê têgeha we ya malbatê hem jî malbata we hilweşîne. Li dijî van polîtîkayan em banga têkoşîn û berxwedanê li jinan dikin.”