NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê DYA’yê Donald Trump li dijî çalakiyên protestoyî yên li Los Angelesê, bêyî erêkirina hêzên federal gelek leşker sewqî Los Angelesê kir. Di roja sêyemîn a protestoyan de 39 kes hatin binçavkirin.
Serokê DYA’yê Donald Trump di serdema duyemîn a serokatiya xwe de ji ber biryarên li dijî penaberan rastî bertekên tund tê. Piştî ku li welat protesto dest pê kirin, Trump li şûna ku paşvegavê biavêje, bi biryarên nû ev bertek zêdetir kir. Pentagonê ragihand ku Trump 2 hezar leşkerên din ên Muhafizên Netewî erkdar kiriye û 700 peyadeyên behrê yên li herêma Los Angelesê jî ji bo alîkariya wan çalak kiriye. Di roja 3’yemîn a çalakiyan de herî kêm 39 kes hatin binçavkirin. Polîsan, bi guleyên plastîk wênekêşa Ingilîz Nick Stern hedef girtin û birîndar kirin.
DÊ DOZ LI RÊVEBERIYA TRUMP WERE VEKIRIN
Waliyê Kalîforniyayê Gavin Newsom li ser hesaba xwe ya platforma X’ê diyar kir ku peyadeyên behrê ne piyonên siyasî ne û dê li dijî rêveberiya Trump dozê vekin. Newsom, diyar kir ku divê dadgeh û kongre li dijî vê rewşê têkeve nava liv û tevgerê.
Ofîsa Walî Newsom jî ji bo betalkirina biryara bicihkirina leşkeran were betalkirin, ji rêveberiya Trump re name şand. Di nameyê de hate gotin ku bicihkirina Muhafizên Netewî derhiqûqî ye û ji bo mezinkirina protestoyan hatiye kirin.