NAVENDA NÛÇEYAN - Partiya BastA! a Swîsreyî ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanyaya EFFP’ê ya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim.”
Partiya BastA! ya Swîsreyê ya li ser xeta ekolojîst, femînîst û sosyalîst, ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanyaya Forûma Aştî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) ya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim.”
Sekretera Giştî ya Partiya BastA!’yê Franziska Stier bi navê partiya xwe tev li kampanyayê bû û bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tûnç re name şand.
Di nameyê de ku 7'ê Hezîrana 2025'an hate şandin, hate ragihandin ku banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' a Abdullah Ocalan li qada navneteweyî gelekî deng veda. Franziska Stier, got: “Ev bang, ji bo avakirina cîhaneke cihê jiyanê, firsendeke dîrokî ye. Heta ku bi birêz Ocalan re hevdîtinê nekin, em ê nikaribin fikrên wî bi xurtî fêhm bikin. Lewma dixwazin rê were dayin ku em bi birêz Ocalan re hevdîtinê bikin.”
Franziska Stier, bi domdarî got: “Ji bo paşeroja Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn divê derfetên çareseriya wekhev û demokratîk bêne afirandin.”