NAVENDA NÛÇEYAN - Danê sibehê li kampa penaberan ya Bêrsîvê ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo ya bi ser bajarê Dihokê ku penaberên Şengalê lê diman, şewat derket. Di şewatê de sê kon şewitîn.
Rêveberiya Parastina Sivîl ya Zaxoyê ragihand ku danê sibehê saet di 07:20'î de li kampa penaberan ya Bêrsîvê ya li sînorê îdareya serbixwe ya Zaxo ya bi ser bajarê Dihokê ku penaberên Şengalê lê diman, şewat derket. Hat diyarkirin ku di şewatê de 3 kon şewitîne, lê tu ziyanên canî çênebûn. Agir ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat kontrolkirin.