NAVENDA NÛÇEYAN - Li Siwêdayê ji bo aqûbeta kesên hatine revandin, çalaki hat lidarxistin. Çalakvanan diyar kir ku hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê sûc kiriye.
Bi sedan şêniyên bajarê Siwêdayê îro li qada El Kerama ya bajêr xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandêran wêneyên kesên hatine revandin hildan û pankartên bi nivîsên daxwaza rizgarkirina kesên hatine revandin û mafên şêniyan ê diyarkirina aqûbeta wan vekirin.
Xwepêşandêran diyar kir ku ew bi mafê xwe yê jiyaneke ewle û bi rûmet bi axa xwe ve girêdayî ne. Her wiha destnîşan kirin ku daxwazên wan mafê medenî û siyasî yên rewa ye. Xwepêşandêran bang li aliyên têkildar kirin ku daxwazên wan bi cih bînin û ji bo parastina sivîlan û mîsogerkirina mafên wan bixebitin.
Şêniyên bajar û gundewarê Siwêdayê daxwaza vekişandina hêzên hikumeta veguhêz kirin û diyar kirin ku ev hêz sûcên wekî kuştin, koçberkirin û şewitandina milkan dikin. Xwepêşandêran da zanîn ku armanca sûcan çewisandina nasnameya niştecihan û şikandina îradeya wan e.