NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiyên ku ji aliyê ÎHD û xizmên windayan ve li Amed û Êlihê hatin lidarxistin de, hat xwestin ku kiryarên Mehmet Sîncar werin darizandin û li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî hat pirsîn.
Çalakiyên ku ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ve ji bo eşkerekirina aqûbeta windayan û darizandina kiryaran hatin destpêkirin, didomin.
AMED
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 865'emîn a çalakiya xwe ya bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan li ser hat vekirin û û li kiryarê Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ku di 4'ê Îlona 1993'an de hat qetilkirin, hat pirsîn.
Hevjîna Mehmet Sîncar, Cîhan Sîncar ku di çalakiyê de axivî, bi bîr xist ku 32 sal di ser qetilkirina Sîncar re derbas bûne û got ku sûcdar hîn nehatine darizandin. Cîhan Sîncarê got: "Mehmet Sîncar parlamenter bû. Ew ji bo gelê xwe temsîl bike çûbû wir. Kuştinên nediyar li kolanan diqewimîn, mirov dihatin kuştin. Ew çûn bi gel re hevdîtinê bikin da ku bipirsin kî li pişt vê yekê ye. Wan Mehmet li Êlihê kuşt. Heta roja îro, wan tenê carekê jî sûcdarên Mehmet Sîncar ku parlementer bû, li meclisê nepirsîne. Mehmet Sîncar û hevalên wî ji ber ku demokrasî û edalet dixwestin hatin kuştin. Mehmet Sîncar bi milyonan kes e û em spasdar in ku wî ev rûmet ji me re hiştiye. Li ku derê be, çi dibe bila bibe, em ê li ser rêya kesên ku xwedî li ax, şeref û nirxên xwe derketine bin."
Hakların Eşitlik ve Demokrasi Partisi (DEM Parti) Amed İl Eşbaşkanı Gülşen Özer, Mehmet Sincar şahsında katledilenleri saygıyla andığını belirtti. Gülşen Özer, faillerin yargılanması için mücadeleyi büyütecekleri mesajını verdi.
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Gulşen Ozerê jî di şexsê Mehmet Sîncar de kesên hatine qetilkirin bibîr anî û got ku ji bo kiryar bên darizandin dê têkoşîna xwe xurttir bikin.
Mehmet Sincar’ın hikayesini İHD Amed Şube Yöneticisi Yahya Polat okudu.
Çîroka Mehmet Sincar ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Yahya Polat ve hat xwendin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan di hefteya 701'emîn a çalakiya xwe de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankarta bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, parêzvanên mafên mirovan jî di nav de gelek kes amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Bîçîmlî hat pirsin ku ji 20'ê Îlona 1994'an vir ve winda ye. Çîroka windabûna Bîçîmlî ji hêla Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Metin Nas ve hat xwendin.
Çîroka windabûna Bîçîmlî wiha ye: "Danê sibeha 20'ê Îlona 1994'an, Ahmet Bîçîmlî ji malê derdikeve û dibêje ew ê biçe Farqînê, lê ew careke din venagere. Xizmên wî yên li Farqînê dibêjin Bîçîmlî nehatiye cem wan. Piştre malbat li her derê li aqûbeta wî dipirse, lê kesî ew nedîtiye. Berî windabûna xwe, Bîçîmlî diyar dike ku çend caran ji aliyê hêzên tarî yên bi navê JÎTEM ve gef lê hatine xwarin. Tevî ku 30 sal derbas bûne jî, aqûbeta wî hîn jî ne diyar e."
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê, xizmên windayan li Kolana Sanat a navçeya Geverê cara 191'emîn kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û pankartên bi nivîsên "Kiryar diyar in, winda li ku ne?" û "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan li ser hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta kiryarên kuştina Sabrî Çardakçî ê di sala 1993'an de li Geverê hat qetilkirin hat pirsin.
Hevseroka ÎHD a Colemêrgê Sibel Çapraz li ser navê xizmên windayan axivî. Sibel Çaprazê got: "Sabrî Çardakçi, niştecihê gundê Dara yê navçeya Geverê, ji aliyê kesên ku di nîvê şevê de hatibûn mala wî û bi navê wî gazî wî kirin, ve ji malê hat derxistin. Tevî hişyariyên birayê wî jî, wî derî vekir û derket derve. Dema ku jê re gotin, 'Tu dê bi me re werî,' wî bêyî li ber xwe bide got 'temam'. Ew birin pişt mala wî, li wir bi awayekî ku tevahiya gund bihîst bi tundî îşkence lê hat kirin. Bi qîrîna 'Bila bibe mînak' ew gulebaran kirin. Çardakçi li cihê bûyerê mir. Tevî serlêdanên endamên malbatê û şahidan jî, di warê qanûnê de tu pêşketin çênebûn û doz hat girtin. Malbatê serî li Dadgeha Destura Bingehîn da û qanûna Tirkiyeyê çareseriyek dostane pêşkêşî malbata Çardakçîkir û bi fermî lêborîn xwest.
Sibel Çaprazê got: "Tevî hemû rastiyan û şahidan jî, ew rastiya ku aqûbeta Sabrî Çardakçi kiryar nediyar e, baweriya me ya bi hebûna hiqûqê dişkîne."