WAN - Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê wan leza xebata xwe zêde kiriye û got: "Divê em êdî berjewendiyên malbatî û partîyî bidin aliyekî û li ser maf û statuya gelê Kurd bisekinin. Dibe ku ramanên me ji hev cuda bin, lê divê em di hin mijaran de bibin yek; ev xeta me ya sor e."
"Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27'ê Sibatê de kir, di siyaseta Kurd de serdemeke nû da destpêkirin. Di demeke wiha de ku li çar parçeyên Kurdistanê ji bo pêkanîna yekitiya Kurdan civîn û têkilî berdewam dikin, Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê pêvajoya ku piştî vê bangê dest pê kir û girîngiya yekitiya neteweyî nirxand.
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî û kûr e û got: "Dema ku em li ser pirsgirêka Kurd nîqaş dikin, em rastî pirsgirêkeke pir kûr û bi kokên dîrokî tên. Mixabin, gelê Kurd di hin mijaran de nekariye yekitîyê bike. Bingeha vê yekê di hebûna dewletên neteweyî, şer û ya herî girîng jî, berjewendiyên malbatî de ye. Ev pirsgirêk sedsalek e berdewam dike. Lêbelê, niha ji bo yekitiya Kurdan hewldan hatine destpêkirin û em bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê dibin. Em dibêjin ku divê ev sedsal sedsala gelê Kurd be. Wekî gaveke yekem, divê gelê Kurd yekitiya xwe ava bike û dûv re hewldanên xwe yên din berfireh bike."
'EV SEDSAL SEDSALA KURDAN E'
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê damezrandina Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ku di 11'ê Gulanê de hat damezrandin, bi bîr xist û diyar kir ku înîsiyatîf hewldanên ji bo yekitiyê dihewîne. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê diyar kir ku ew pirsgirêka Kurd wekî meseleya demokrasî, azadî û statuyê dibînin û got: "Li Kurdistanê ne tenê Kurd dijîn. Li vir ol, bawerî û nasnameyên cuda jî hene. Ji ber vê yekê, em dixebitin da ku her kes, bêyî ku ol an nasnameya xwe çi be, karibe di bin vê sîwanê de beşdar bibe, nemaze li Bakurê Kurdistanê. Rastiya ku îro li ser yekitîya Kurd û yekitîya Kurdistanê nîqaş tê kirin nîşanek e ku ev hewldan ne pûç in. Niha derfet û firsendeke mezin ji bo yekitîyê heye."
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê destnîşan kir ku piştî banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê wan lez daye xebatên xwe û got: "Banga birêz Ocalan ne tenê ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, di heman demê de ji bo her çar beşên Kurdistanê û Rojhilata Navînê jî atmosfereke erênî afirand. Ev atmosfer ji bo me firsendeke girîng temsîl dike. Divê em vê firsendê bi kar bînin. Înîsiyatîfê 301 delege hene û 36 kes di rêveberiyê de cih digirin. Xebata me di gelek waran de berdewam dike. Em înîsiyatîfeke nû ne; divê em xwe bidin nasîn, xebata xwe rave bikin û werin naskirin. Li her cihê ku Kurd û Kurdistanî hene, divê em xwe bidin nasîn. Em her kesî vedixwînin ku tevlî înîsiyatîfa me bibin. Bêyî beşdarbûnê, înîsiyatîf nikare mezin bibe."
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê bi bîr xist ku wan konferansa xwe ya yekem li navçeya Bazîd a Agiriyê li dar xistiye û ragihand ku ew ê di 11-12'ê Cotmehê de li Mêrdînê konferansekê bi navê "Girîngiya Gelê Kurd" li dar bixin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê got: "Me Mêrdînê hilbijart ji ber ku ew herêmek bi nasname û baweriyên piralî ye. Armanca me ew e ku hejmara delegeyan bigihînin 500'î. Ji sedî şêstê delegeyan ji gel û ji sedî 40 jî ji partiyên siyasî ne. Em dixwazin ev sedsal sedsala Kurdan be û em ê hewldanên xwe xurttir bikin."
‘ARMANC YEKITIYA KURDAN E'
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê destnîşan kir ku armanca wan di pêvajoya ku piştî banga aştiyê ya Abdullah Ocalan dest pê kir de, pêkanîna Yekitiya Neteweyî ya Kurd bû. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê got: "Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk niha li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê dixebite. Ev înîsiyatîf rêxistinên wekî DBP, KKB, Partiya Mirov û Azadiyê, DDKD û Mala Azadiyê dihewîne. Mixabin, PWK, HAK-PAR, PSK, PDK Bakur û PDK Tirkiye hîn ne beşeke ji înîsiyatîfê ne, lê nîqaşên me bi wan re berdewam dikin. Em bang li her kesê ku ji bo yekitiya Kurdan têdikoşe dikin ku tevlî înîsiyatîfa me bibin."
‘YEKITÎ XETA ME YA SOR E'
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê got: "Digel ku birêz Ocalan di 27'ê Sibatê de banga civakeke demokratîk û aştîxwaz kir, wî diyar kir ku ew dixwaze zanibe beşên din ên Kurdistanê çi difikirin. Me bi Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Qubat Talabanî re hevdîtin kirin. Ev gaveke mezin bû ber bi yekitîya Kurdan ve. Gotinên wan ji bo birêz Ocalan girîng bûn û gotinên Ocalan jî ji bo wan bi heman rengî girîng bûn. Di merasîma şewitandina çekan a dîrokî ya di 11'ê Tîrmehê de, me dît ku gelê Kurd dikare bi hev re dengê xwe bilind bike. Danûstandin û daxwaz dê werin şopandin. Divê em êdî berjewendiyên malbatî û partiyî bidin aliyekî û tenê li ser maf û statuya gelê Kurd bisekinin. Dibe ku ramanên me ji hev cuda bin, lê divê em li ser hin mijaran bibin yek; ev xeta me ya sor e."
ROLA JINAN
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê anî ziman ku dewletên neteweyî stratejiyên şerê taybet ji bo parçekirin û qelskirina Kurdan pêk tînin û diyar kir ku ew ne tenê bi pirsgirêkên siyasî, di heman demê de bi awayekî çalak pirsgirêkên civakî jî çareser dikin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê diyar kir ku ew ê bi rêya komîsyonên navendî yên ku wan li Wan û Amed ava kirine roleke çalak di çareserkirina pirsgirêkên civakî de bilîzin û wiha domand: "Koka pirsgirêkên mîna şerên taybet, çavsorî, şewitandina gundan, komkujî û penaberan nebidestxistina me ya yekitiya Kurdan e. Ger me kariba yekitiya xwe ava bikira, hêza dewletan têrê nedikir ku me parçe bikin. Dewletan her tim hewl dane ku di navbera Kurdan de nakokiyan çêbikin. Îro jî, ev polîtîkayên şerê taybet berdewam dikin, lê bi rêbazên cuda. Pirsgirêkên civakî zêde dibin. Em di heman demê de li ser projeyên der barê eşîran de jî dixebitin. Divê em nakokiyên navxweyî û cudahîyên îdeolojîk bidin aliyekî û bibin hêzeke kolektîf ji bo çareseriyan. Jinên Kurd pêşengiya berxwedanê dikin. Wan ev bar hilgirt ser xwe û îro ew pêşengiya yekitiya Kurdan dikin. Me li bakur Platforma Yekitiya Jinên Kurd ava kir. Me li Silêmaniyê pêşengî kir û Platforma Navneteweyî ya Yekitiya Jinên Kurd ava kir. Her beşek ji Kurdistanê konferansên xwe li dar xist. Konferansek bihêz li Rojavayê hat lidarxistin û dîaspora jî beşdar bû. Niha, di bin pêşengiya jinan de hewldanên hîn mezintir tên kirin. Me Konferansek Navneteweyî ya Jinên Kurd li dar xist; jinên ji her herêmê beşdar bûn. Me komîteyên xwe ava kirin. Em ê dibe ku di sala 2026'an an destpêka 2027'an de konferanseke din li dar bixin. Di vî şerî de ên herî zêde êş kişandin jin in û berxwedana herî mezin jî ew dikin. Jinan ji bo yekitiya gelê Kurd barekî girîng hilgirtiye ser milê xwe û ew vê têkoşînê didomînin."
MA / Zeynep Durgut