Li Wanê di 2 salan de 28 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

  • jin
  • 09:58 7 Mijdar 2025
  • |
img

WAN - Di nava du salên dawî de li Wanê 28 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Felek Babur a TJA’yî diyar kir ku ev mirinên biguman ji ber polîtîkayên bêcezakirinê ne û got: “Li pişt her mirineke biguman malbat û mêr hene.”

 
Li Tirkiyeyê û li Kurdistanê li dijî jinan tundî, destdirêjî, tecawiz û qetlîam roj bi roj zêde dibin. Li Wanê di nava du salan de herî kêm 28 jin bi awayeke biguman jiyana xwe ji dest dan. Navçeya herî zêde ya ku mirinên biguman lê rû didin jî Qelqelî ye. Mirinên jinan wek “întihar” an jî “qeza” hatin qeydkirin. A balkêş ew e ku mirinên biguman û girtina lêpirsînan wan dişibin hevudin. Mirinên biguman ên ku li gund an li navenda bajêr rû didin û faîl nayên tespîtkirin îdiaya tevgerên jin a “lêpirsîneke xurt nehatiye kirin” piştrast dike.  
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Felek Babur, diyar kir ku qetlîamên jinan ji ber polîtîkayên bêcezakirinê ye û ev tişt got: “Qetlîamên jinan wekî li Tirkiyeyê li Kurdistanê jî zêde pêk tên. Sedema vê ji ber bêhiqûqî û polîtîkayên bêcezakirinê ye. Faîl dibêje ‘ez ê bikujim û 1-2 sal di hefsê de bimînim û derkevim’ vê rewşê derdixe holê. Nexasim pirsgirêkên ku bi TJA’yê re tên parvekirin, tiştên wiha tên ragihandin. Em li ser van bihîstinan bi jinan re dikevin têkiliyê. Em ne bawer in ku jinek bi zanebûn û bi xwesteka xwe intihar dike. Wan neçarî intiharê dikin. Civakek feodal û zilamsalar e. Li gel qeyranên aboriyê û tundiyên psikolojik polîtîkayên şerê taybet jî li ser ciwan û jinan zêde bûne.”
 
‘JI SEDÎ 5’AN DERKETE JI SEDÎ 40’AN’ 
 
Felek Baburê, rave kir ku li tevahiya bajêr mirinên biguman zêde bûne û wiha pê de çû: “Di salên 2015-2016’an de ev rêje ji sedî 5 bû, îro dora sedî 40 zêde bûye. Ev rewş me dixe metirsiyê. Em bi civakekek rizandî re rû bi rû ne. Nexasim di salên dawî de li ser medyaya dijîtal kêmînên li dijî ciwan û jinan hene. Piştre bi gef û şantajan ji wan re dibêjin ‘ger hûn daxwazên me bicih neyînin em ê axaftin, wêneyên we ji malbatên we re bişînin’. Em di civakek feodal de dijîn û jin ji ber van gefan ditirsin. Jin dizane ku dê ji aliyê bav, bira û xizmên xwe ve zirarê bibîne. Ji ber ku wek ‘namûs’ li jinê dinêrin loma ev tişt rû didin. Em vê yekê qebûl nakin, em ne mal û namûsa kesê ne. Mêr dixwaze li ser jinê xwe serdestiya xwe ava bike û jinê bixîne. Dibêjin ‘ger tu daxwazên min bicih neynî ez ê dawî li jiyana te bînim.’ Carînan bi destê zarokên wê ve tê qetilkirin. Dayikek tu car naxwaze ku zarokê wê bibe qatil, ji ber ku zarokên xwe difikire dawî li jiyana xwe tînin. Li pişt her mirineke biguman malbat û mêr hene.” 
 
Felek Baburê, diyar kir ku TJA bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibe û veguherîn dê bi destê jinan pêk were û got: “Jin nebin jiyan nabe. Veguherîn di destê jinan de ye. Em ê avakirina civaka demokratîk jî bi hev re pêk bînin.”
 
TUNDIYA ABORIYÊ 
 
Bi domdarî Felek Baburê destnîşan kir ku qeyrana aboriyê jî li ser mirinên jinan bandor dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wekî hemû deverên Tirkiyeyê, li Wanê jî qeyrana aboriyê heye. Sedama herî girîng yek jê bêkarbûn e. Jin û ciwanên piştî xilaskirina dibistanê bêkar dimînin, zêde ne. Bêkarbûn zêde ye, lê li Wanê em rastî îlanên kar jî tên. Ez jî carnan diçim, serî lê didim ka kar heye an na. Li temen dinêrin, nexasim dibijên ‘nabe, divê ciwanên 16-17 salî bin.’ Armanca wan ew e ku ciwanan bi bihayê erzanî bi rojane bidin xebitandin. Li ser medya dijîtal, li ser navê derfeta kar mecbûrî xwe dikin. Ev yek carînan bi fihûş, tiryakê ve bi encam dibe. Li pişt her mirineke biguman polîtîkayên bêcezakirinê hene.” 
 
‘JIN TÊN BÊDENGKIRIN’ 
 
Di berdewamê de Felek Baburê, rave kir ku jinên ku dixwazin bi qeyrana aboriyê re têbikoşin bi astengiyên malbatê re rû bi rû dimîniln û wiha pê de çû: “Gelek jin û ciwanên ku ji bo alîkariyê tên dibêjin ‘bila malbata min nizanibe’. Gelek caran bi dayik û xweşkên xwe re tên. Lê haya bav û bira jê çênabe. Dibêjin ‘bav an hevjînê min bizanibe, dê min bikuje’. Heya ji me tê em piştgiriyê didin û diaxivin. Dema hewce bike em alîkariya dêrûnas û parêzeran jî didin. Gelek malbata naxwazin ev bê zanîn. Lê mixabin bi tirşe ve tên bidengkirin.” 
 
PIŞTEVANIYA BI JINAN RE 
 
Felek Baburê destnîşan kir ku xeta têkoşînê xurt kirine û jinan tevli jiyana komunal dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hinek projeyên min hene. Projeyên me bi hevlkariya şaredariyê re wek malên pitşevaniyê, stargeh hene. Em hinek cihan ji bo jin karibin berhemên xwe lê bifroşin û aboriya xwe dabîn bikin çêdikin. Mînak îsal me li gelek deveran bi derfetên xwe bi awayeke komunal çandinî kir. Jinan hunerên xwe pêşan dan. Ev pirsgirêk ne tenê ya jin û Kurdan e ya hemû kesan e. Em li nava heman civak û erdnîgariyê de dijîn. Divê her kes li dijî vê pirsgirêkê serî hilde û hesas be. Divê derfetênn kar bên zêdekirin. Divê herkes ji hêz û ji hebûna jinan haydar be.”
 
MA / Zeynep Durgut

Sernavên din

16/11/2025
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’