Dayikên Şemiyê ji bo Yurtseven, Ozeken û Saritaş edalet xwestin

  • rojane
  • 14:02 8 Mijdar 2025
  • |
STENBOL -Dayikên Şemiyê di hefteya 1076'emîn a çalakiya xwe de, daxwaza destpêkirina pêvajoyek rastîn a darizandinê der barê kesên ku di bin îşkenceyê de hatine windakirin kirin.
 
Berxwedana Dayikên Şemiyê ku çalakiya herî dirêj a Tirkiyeyê ye û ji bo daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên ku di bin çavan de hatine windakirin û darizandina sûcdaran hat destpêkirin, di hefteya 1076'emîn de jî berdewam kir. Malbatên windayan û parêzvanên mafên mirovan ên ku li Qada Galatasarayê kom bûn, qurnefîl û wêneyên windayan hilgirtin. Ji mirovên Şemiyê Setenay Yarici, daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
Di hefteya 1076'an de Setenay Yarici diyar kir ku 30 sal in ji bo Abdulkerim Şemsettîn Yûrtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Saritaş edaletê dixwazin. Setenay Yariciyê wiha domand: "Di 27'ê Cotmeha 1995'an de, leşkerên Tabûra Komando ya Geverê, di bin fermandariya Serheng Mehmet Emin Yurdakul de, gihîştin gundê Agaçliyê yê Geverê. Gundî li qada gund hatin komkirin û kal û pîr bi erdê re hatin kaşkirin. Abdulkerîm Şemsettîn Yurtseven ê 73 salî ku di meşê de zehmetî dikişand, Mîkdat Ozeken ê 18 salî û Munur Sarıtaş ê 13 salî hatin binçavkirin û bi wesayîteke leşkerî birin Tabûra Jendermeyan a Navçeya Geverê. Dema ku malbat çûn tabûrê da ku li rewşa wan bipirsin, Serheng Yurdakul got, 'Ew ê 24 demjimêran werin binçavkirin.' Lêbelê, dema ku heman malbat roja din vegeriyan, ji wan re hat gotin, 'Me kes negirtiye, careke din neyên vir.' Serlêdanên wan bê encam man û careke din ji her sê gundiyan agahî nehat girtin."
 
Setenay Yariciyê diyar kir ku bûyer di qeydên Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê de wekî yekîneyeke di bin fermandariya Mehmet Emin Yurdakul de Şemsettin Yurtseven, Mîkdat Ozeken û Munur Sarıtaş lêxistin hatiye tomar kirin û Şemsettîn Yurtseven miriye. Setenay Yariciyê anî ziman ku Mehmet Emîn Yurdakul, şahidê bûyerê bûye, fermana kuştina du gundiyên din daye, bi baweriya ku ew ê şahidiyê bikin. Setenay Yariciyê bilêv kir ku her du gundî li qada perwerdehiyê ya tabûrê bi îşkenceyê hatine kuştin.
 
LÊPIRSÎNEKE BIBANDOR
 
Setenay Yariciyê diyar kir ku doza  tevî îfade û îtîrafên şahidan hatiye vekirin, ji ber "delîlên ne bes" bi beraetê bi dawî bûye û got: "Îtîraza Dadgeha Bilind a Îstînafê jî di 2'ê Nîsana 2001'an de hat redkirin. Piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî qediyan, malbatan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di parastina xwe ya li hember DMME'yê de, hikûmeta AKP'ê binpêkirin qebûl kir, 'xemgîniya' xwe ji bo windabûna sê kesan anî ziman û soz da ku lêpirsîneke bi bandor bike."
 
Setenay Yariciyê anî ziman ku ji bo dîtina windayan û darizandina sûcdaran tu gavên berbiçav nehatine avêtin û di salvegera 30'yemîn a windabûna wan de lêpirsînek bi bandor xwest. Setenay Yariciyê wiha berdewam kir: "Di derbarê îşkence û mirina sê gundiyên di bin çavan de û windabûna cenazeyên wan de pêvajoyek darizandina rastîn bidin destpêkirin." 
 
Piştî ku Dayikên Şemiyê ji bo windayên di bin çavan de qurnefîl li Qada Galatasarayê danîn, çalakî bi dawî bû.
 

Sernavên din

16/11/2025
13:11 Ji bo ceyranê zema veşarî: Fatûreya 900 TL dihat dê bibe hezar û 900 TL
12:20 Platforma Jinan a 25’ê Mijdarê: Ji bo serhildanê em her kesî vedixwînin Taksîmê
11:45 Li Rihayê zarokek bi giranî hate birîndarkirin
11:12 Qeyda ‘sûc’ a AKP’ê ya 23 salan: Herî kêm 8 hezar û 33 jin hatin qetilkirin
11:10 Du çîrokên serkeftinê
10:11 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:29 Meteorolojiyê ji bo Colemêrgê, Şirnex û Wanê hişyarî kir
09:19 Xizmê girtî: Rûyê dewletê di girtîgehan de aşkera dibe
09:17 Rexmê rapora 'ji sedî 62 astengdarê zihnî ye' jî Taş nayê berdan
09:15 'Divê komîsyon biçe Îmraliyê û derî heta dawiyê bên vekirin'
09:06 Welatiyên Wanê: Divê kêmtirîn mûçe 50 hezar TL be
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2025'AN
15/11/2025
16:22 Seyîd Riza û hevrêyên xwe li gelek bajaran hatin bibîranîn
16:13 Eleqeyeke zede ji bo Bazara Pevguherandinê
15:34 'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
14:20 Xizmên windayan li pênc bajaran li hev kom bûn
14:00 Kongreya 22'yemîn a Giştî ya ÎHD'ê dest pê kir: Sererastkirinên qanûnî divê
13:27 Dayikên Şemiyê ji bo Nazim Gulmez edalet xwestin
12:55 Serwîsa karkeran qelibî: 14 karker birîndar bûn
12:45 Li Dîlovasiyê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7
12:42 Pergala tunekirinê ya li ser esasê pergala şaristaniya dewletî: Kujerê Qastîk
09:50 'Ji bo tevkariyê li aştiyê bike divê cihê gora Seyîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin'
09:27 10 sal in kujerên Selamet Yeşîlmenê nehatine dîtin: Em li benda edaletê ne
09:11 Yek jê 7, yê din 9 salan bi kar anî: Mîna pandemiyeke bêdeng...
09:10 Zivistan barê wan ê aborî giran dike
09:09 'Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne; pirsgirêk qanûn in'
09:07 Xaniyên Ermeniyan ê dîrokî yek bi yek tune dibin
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2025'AN
14/11/2025
18:52 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Em ê bi piştevaniyê tarîtiyê hilweşînin
15:50 Jinên KESK’î bernameya 25’ê Mijdarê aşkera kirin: Em ji bo aştiyê bi israr in
15:04 Di doza Lemanê de ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin
14:59 ‘Bila cihê gora Seyîd Riza bê nîşandan’
14:10 Cerdevanên 4 kes birîndar kiribûn hatin berdan
13:51 Dayika girtî Tunelî ya 92 salî: Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?
13:02 Tanrikulu: Divê gavên baweriyê didin bên avêtin
Ekmen: Piştgiriha civakê ji bo pêvajoyê girîng e
13:01 Beşa 4’an a hevpeyvîna hatiye astengkirin: Divê dewlet bê demokratîkkirin
11:11 Prof. Dr. Nîlgun Toker: Divê pêvajo ji hêla hiqûqî ve bê misogerkirin
10:51 Bakirhan: Di pêvajoyê de erk û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê şaredariyan
10:20 Ji ber ‘tacîz û mobîngê’ giliyê serokê daîreyê yê MARSU’yê hat kirin
10:01 Li ber deriyê her dibistanê ne: Hedefa 'sereke' zarokên keç û jin in
09:38 Dayikên Aştiyê: Aştî bi yekaliyî çênabe
09:33 'Nepêkanîna mafê hêviyê nîşaneya dijberiya li demokrasiyê ye'
09:20 'Divê rojeva her kesî berdana girtiyên nexweş be'
09:19 Li Girtîgeha Jinan a Erzinganê muameleya 'li gor sûc'
09:02 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
13/11/2025
20:32 'Em ê jiyana xwe emanetî têkoşîna xwe ya rêxistinkirî bikin'
20:24 Cinayeta kar a li Pasûrê hat şermezarkirin
16:35 Balyozxaneya Sûriyeyê ya Londonê piştî 13 salan hat vekirin
16:29 Bertek nîşanî êrişên li dijî cenazeyan dan: Aştî ne tenê bêdengbûna çekan e
16:08 Dîroka civîna komîsyonê diyar bû
16:07 Şîna endamê HPG’ê Ozturk bi girseyî hat ziyaretkirin
15:31 Ceza li rojnamevan Rahîme Karvarê hat birîn
15:29 Ahmet Ozer serdana DEM Partiyê kir
14:51 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava dest pê dike
14:22 Ceza nedan kesa hewl da avahiya HDP’ê bişewitîne
13:43 Komkujiya Amûdê hat şermezarkirin: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin
12:45 Protestoyên li Behdînanê didomin
12:44 Piştî serdana Şara ya DYA’yê çi li pêşiya Sûriyeyê ye?
11:52 Kolanên Wanê: Ji bo demokrasiyê divê mafên me bên naskirin
11:34 ‘Divê desthilat têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re helwesta xwe nîşan bide’
11:08 18 girtiyên nexweş ên li girtîgehên Mêrsînê nayên berdan
10:50 Banga tevlibûnê ji bo mitînga hawirdorê: Têkoşîn rewa ye
10:43 Teqez bû ku 2 DNA’yên ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne
10:06 Têkoşîna hiqûqnasê rojhilatî ya ji bo Kurdî
09:42 Nameyên girtiyan ên ji bo Aykol: Em bawer in ku tu dê bi îradeya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibî
09:36 Negirtina cezayê disiplînê kirin hinceta astengkirina tehliyeyê
09:29 Koordînatora xebatên qadê: Planên stratejik pêwîst in
09:16 Girtiyê ku 18 caran anjiyo bûye nayê tehliyekirin
09:15 Aktîvîstên TJA’yî: Jin dê di pêvajoyê de xwedî roleke pêşeng bin
09:00 ROJEVA 13'Ê MIJDARA 2025'AN
12/11/2025
16:50 Li Şirnexê starta 25'ê Mijdarê hat dayîn
16:34 Li Stenbolê dê ‘Kursiya aştî û azadiyê’ bê danîn
16:12 Ji bo dermankirina Aykol dest bi dermanên cuda hat kirin: Xetere didome
16:02 ‘Daxwaza tehliyeyê’ ya Mizrakli careke din hate redkirin
15:56 Meclisa Jinan a HDK’ê: Di 25’ê Mijdarê li her dera Tirkiyeyê em ê li qadan bin
15:26 ‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn'
14:40 Dê Erdogan û Bahçelî bicivin
14:39 Rojnamevan Sevda Perihan Erkilinç hat berdan
14:22 Xelkê Enqereyê li dijî budçeya sala nû bibertek e
13:58 Îmamoglû: Îdiameya we tenê ji derewan pêk tê
13:24 Peyamên hilbijartinên Iraqê çi ne?
13:05 Kalkan: Ji bo pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bibe hewldanek heye
11:35 Jina gef lê dihatin xwarin întîhar kir
10:58 Xwişka karkera ku mir: Zabiteyên ji bo kontrolê dihatin qoliyek parfum digirtin û diçûn
10:57 Li dijî endamên FARC’ê êriş: 25 kes hatin kuştin
10:56 Çareserî ne teşhîr û etîketkirin e, di ziman û têkiliyê de ye
10:56 Şaredarê berê yê Hopayê: Divê xelkê Behra Reş jî di pêvajoyê de aktor be
10:33 Li Aydinê mirineke biguman
10:31 Komun çi ye, li Kurdistanê çawa dikare bê avakirin?
10:03 Tirkiye xwe ji Sûriyeyê venakêşe, baregehên nû ava dike
09:45 Tehliyeya girtiyê ku ferzkirina poşmaniyê qebûl nekir cara sêyemîn hat astengkirin
09:30 Cotkarên Mûşê: Em êdî ber bi îflasê ve diçin
09:13 Wezîr Guler: Di balafira ketî de 20 leşker mirin
09:11 Eren: Divê pêvajo ji aştiya negatîf derbasî aştiya pozîtîf bibe
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2025'AN
11/11/2025
23:38 Salih Muslim: Em dikarin bibêjin ku Tirkiyeyê peymana 10’ê Adarê qebûl kiriye
22:49 Hêzên Şamê bi dronê êrişî Siwêdayê kirin
17:54 Civîna Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî re dest pê kir
16:54 Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin
16:38 ‘Binpêkirinên sîxurkirinê yên li Wanê bi dawî bikin’