Ekîn Wan li ser gora xwe hat bibîranin
- jin
- 15:19 10/8/2022
Aktîvîstên TJA'yê Kevser Elturk a ku di 10’ê tebaxa 2015’an de jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê leşkeran ve bedena wê hatibû teşhîrkirin, li ser gora wê ew bibîr anî.
Aktîvîstên TJA'yê Kevser Elturk a ku di 10’ê tebaxa 2015’an de jiyana xwe ji dest dabû û ji aliyê leşkeran ve bedena wê hatibû teşhîrkirin, li ser gora wê ew bibîr anî.
Hattap D. ê kurê hikumxwarê Doza N.Ç. Şeyhdavut D. û pismamê xwe Hasan D. tecawizî jinekê dikin û ev jin ducanî dimîne. Dozgeriyê got, “delîl tune ye.” Di testa DNA’yê de bavê zarok ê biyolojik Hattap D. derket.
Kesê bi navê Baran Kizil got; “Dewlet li pişt min e” û Îpek Gulşen xapand, derb kir û hewl da tecawiz bike. Li ser vê yekê Gulşen, giliyê Kizil kir û xwest ku were girtin.
Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin xist rojeva Meclisê û pirsiya bê ka ji bo pêşîlêgirtina van binpêkirinan hewldaneke çawa heye.
Li Şirnexê jina ciwan a bi navê Z.S., hewl da ku xwe bikuje.
Jinên ku ji Qada Îstasyonê xwestin dijminatiya li ser girtiyên nexweş bê bidawîkirin, bang li her kesê kirin ku li dijî îşkenceya li girtîgehan têbikoşin.
MKGP’ê li Amedê bi daxuyaniyekê binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên di nava 7 mehên dawî de aşkera kir. MKGP’ê da zanîn ku di nava van 7 mehan de 161 binpêkirin li dijî rojnamegerên jin hatine kirin û xwest ku rojnamegerên jin ên girtî di zûtirin demê de bên berdan.
Cîgira Hevseroka Giştî ya Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, diyar kir ku pêkanîneke taybet a desthilatê ya li dijî jinên HDP’î heye û bi lêv kir ku biryara rakirina parêzbendiya Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz nas nakin.
Rojnamegerên jin ên li Enqerê kar dikin, diyar kirin ku tevî zext, tundî û zehmetiyên pîşeyî jî li Tirkiyeyê rojnamgerên jin li qadê ne û li dijî tundiya polisan banga têkoşîna rêxistinkirî kirin.
Li navçeya Eyubiye M.B. a 19 salî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
Li gorî daneyên JINNEWS’ê, di meha tîrmehê de herî kêm 31 jin ji hêla zilaman ve hatin qetilkirin û herî kêm 12 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
Parlamentera HDP’ê Remziye Tosûn diyar kir ku ji polîtîkayên şer ên desthilatê herî zêde jin mexdûr dibin û li dijî êrişan jin vexwendin mitînga ku dê li Qada Îstasyonê li dar bixin.
Di Doza Kobanê de şandeya dadgehê bi darê zorê parastinê bi girtiya nexweş Aysel Tûglûk da kirin. Siyasetmedaran bertek nîşanî helwesta dadgehê da û diyar kirin ku dadgehê xwest ku Tûglûk bi îşkenceyê ceza bike.
Jinên TJA’yî û HDP’î ji bo piştevaniyê serdana Bazara Keda Jinê ya Silopiyayê kirin.
TAJÊ’yê bi minasebeta 8’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û diyar kir ku çeka herî xurt, xweparastin e û wiha got: “Em ê bi tu awayî rê nedin fermaneke din.”