Kolana Îstiklalê hat girtin
- jin
- 18:26 08/3/2019
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, dê îro êvarî Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an bê lidarxistin, lê belê beriya meşê têketin û derketina Kolana Îstiklalê hat girtin.
Bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, dê îro êvarî Meşa Şevê ya Femînîst a 17'an bê lidarxistin, lê belê beriya meşê têketin û derketina Kolana Îstiklalê hat girtin.
Li gelek navendan jin bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi hezaran jin daketin qadan û li dijî tundî û desthiladdariya mêr, dengê xwe bilind kirin. Jin li Mûş, Bedlis, Agirî, Îdir, Osmaniye û Edene daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin. Jinan diyar kirin ku ev axa wan e û ji vir naçin tu deran. Jinan destnîşan kirin ku dê li dijî zilmê piştevaniye xurt bikin û bi berxwedanê aştiyê pêş bixin.
Îro bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sed hezaran jin daketin qadan û li dijî tundî û binpêkirina mafan û desthiladdariya mêr dengê xwe bilind kirin. Jinan li qadan gotin: "Em bêdeng nabin, natirsin û em serî natewînin." Jinên ku wêneyên Leyla Guven bilind krin peyamên piştevaniya Leyla anîn ziman.
Li Qada Îstasyonê ya Amedê bi hezaran jin li hev kom bûn û berxwedana Leyla Guven silav kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Taşdemîr jî bal kişand ser çalakiya Guven û got: “Zilm û zext kengê pêk tê jinek bi meşaleya xwe tarîtiyê ronî dike.”
Rêxistinên mafên mirovan û baroyan, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyanî dan. Rêxistinên mafên mirovan û baroyan erka hikûmet û dewletê bibîr xist û gotin: "Erka dewletê ewe ku jinan li dijî tundî û cudakariyê biparêze ye." Navenda Lekolonîna Hiqûqê û Piştevaniya Mafê Jinê ya Baroya Îzmirê xwest Peymana Stenbolê bi awayekî çalak pêk bê.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mitînga jinan de ya a li Wanê axivî û got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Bi tecrîdê maf û hiqûq hatiye xespkirin. Yên ku tecrîdê bişkênin û rakin dîsa jin in.”
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a 121 roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye peyam şand mitînga jinan a li Amedê û got: “Em ê azadiyê bigihînin serkeftinê.”
Jinên Amedî bi boneya 8’ê Adarê bi dirûşma “Jin ji bo azadiyê li ber xwe didin û jin di grevê de ne” herikîn Qada Îstasyonê. Jinan berxwedana Leyla Guven a 121 roj in di greve de ye silav kirin.
Jinên xwendekar ên xwestin li Zanîngeha Egeyê daxuyaniya çapemeniya ya 8'ê Adarê li dar bixin hatin binçavkirin.
Endama Navenda Sepan û Şêwra Mafên Jinan a Baroya Amedê parêzer Semra Balyan got 8’ê Adarê roja piştevaniyê û serhildanê ye.
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8’ê Adarê bi çalakî û şahiyan hate pîrozkirin.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd, bi boneya 8'ê Adarê daxuyanî da û di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li her çar perçeyên welat jinan tu carî li ber pergala baviksalarî serî netewandiye û wê netewînin.
Sazî û platformên jinan bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakî û şahiyan li dar xistin û li dijî zîhniyeta baviksalar a rûxandinan pêk tîne peyama têkoşîna biryardariyê hat dayîn.
Komek Jin li Cadeya Gevran a navçeya Yenîşehîrê, rê li trafîkê girtin û dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bila Leyla Guven bijî” berz kirin.
Jinên Rojnameger, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi sernavê "Ger ku jin raweste, dê jiyan raweste" daxuyanî dan û piştgiri dan çalakiyên grevê yên jinên Tirkiye û cîhanê. Jinên rojnameger, anîn ziman ku ew li dijî feraseta ku medya ku mêr serdest nîşan dide û jinê tawanbar dibine derdikevin."