WAN - Welatiyên li Wanê ku ji ber qetilkirina Narîn Guran a piştî hat windakirin 19 roj şunde cenazeyê wê hate dîtin bi hêrs in, bi gotina “Divê ev pergal bi dawî bibe” bertek nîşanî polîtîkaya necezakirinê da.
Cenazeyê Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê tebaxê de li gundê Çûlî yê navçeya Rezan a Amedê winda bûbû, di 8’ê îlonê de di çemekî nêzî gund de hate dîtin. Piştî ku cenaze hate dîtin ferdên malbatê jî di nav de 24 kes hatin binçavkirin. Bertekên li dijî bûyerê jî didomin. Welatiyên ku me li Wanê mîkrofon dirêjî wan kirin, bertek nîşanî polîtîkaya necezakirinê da.
‘EWLEHIYA CANÊ ME NÎNE’
Bîlcan Dîk, bal kişand ku komkujiya jinan her ku diçe zêde dibe û ewlehiya canê wan nîne û wiha axivî: “Her roj jin tên kuştin. Hema bêje roja ku kuştinek nebe nîne. Civak çima evqas bêesil bû? Çi em ber bi têkçûneke wiha ya civakî ve bir? Divê êdî ev sedem bên lêkolînkirin û encamgirtin.” Dîk, anî ziman ku tê xwestin civakeke nafikire were avakirin û wiha berdewam kir: “Divê êdî dest ji van polîtîkayan bê berdan. Divê êdî em hişyar bin.”
Dîk, bi lêv kir ku faîl bi polîtîkayên necezakirinê tên parastin û ev tişt got: “Yek ji sedemê van komkujiyan jî polîtîkayên dewlet û aboriyê ne. Dizî, komkujiya jinan, zarokan, xwezayê û sewalan nayê cezakirin. Divê cezayên giran li van sûcan bên birîn ku mirov van sûcan nekin. Li welat sûc tê kirin lê faîl dikarin destên xwe li derve bihejînin û bigerin. Dema wiha dibe faîl ji kirina sûc natirse. Mînaka herî dawî Narîn e. Bi hovane qetilkirin. Malbata wê bi xwe Narîn qetil kir. Divê êdî ev komkujî neyên veşartin. Ji civakeke ku nikare zarokan biparêze hûn nikarin jê re bêjin ‘zarokan çêbikin’. Ewilî faîlan ceza bike, civakê rast bike, ji bo wê/î zarokê/î hawîrdoreke ewle ava bike. Pişt re bêje ‘zarokan çêbikin’. Ev welat ne ewle ye, divê êdî em bi rastiyan re hevrû bibin.”
‘DIVÊ EV PERGAL BI DAWÎ BIBE’
Sînan Ertûş, anî ziman ku li erdnîgariya lê dijîn bi sedan zarok û jin hatin qetilkirin û wiha got: “Kuştina zarokan, jinan û mirovên pîr tê paşguhkirin. Bi salan e vê zilmê dikin. Ji bo Narînê jî wijdana me qet ne rehet e. Heke em li daxuyaniyên HUDA-PAR’ê binêrin gelek tiştên cuda tên bîra min. Êdî ev komkujî tên normalîzekirin. Zarokek 19 rojan nehate dîtin. Ji ber ku ev rewş ji aliyê herkesê ve hate veşartin û rastî hatin berovajîkirin. Qanûn di çarçoveya edaletê de nayên pêkanîn. Ji xwe erdnîgariya em lê dijîn qet nayên pêkanîn. Narîn dê ne ya ewil be ne jî ya dawî. Di serdema vê desthilatê de jin û zarok bi sedan mirov hatin qetilkirin. Lê dengê kesê derneket. Dê bûyera Narînê jî piştî çend hefteyên din veşêrin. Dilê me dişewite. Alîgirên xwe ceza nakin lê ji herkesên ku ji xeletiya pergalê re deng derdixînin re dibêjin ‘terorîst’. Divê ev pergal êdî bi dawî bibe.”
JI NECEZAKIRINÊ RE BERTEK
Yavûz Oflas ê bertek nîşanî polîtîkayên necezakirinê dan, wiha got: “Pergala heyî ne pergaleke baş e. Narîn 19 roj in di rojeva hemû welat de bû. Çav û guhên me hemû li Amedê bû. Malbata wê bêdeng, welatiyên li gund bêdeng bûn. Ev ne tenê meseleya Narîn Guranê ye, li welat bi hezaran zarok bi vî awayî hatin qetilkirin. Kî dibe bila bibe divê dewlet li pêşberî darazê cezayekî giran bide van. Heke qanûneke cidî çêbibe divê pêşî li van komkujiyan bê wergirtin. Her tişt bûye pêlîstoka zarokan. Zilam diçe hevjîna xwe dikuje nayê cezakirin. Zarokê xwe dikuje nayê cezakirin. Bi pergala ‘faîlan bigire, 5 mehan bigire, pişt re berde’ em nikarin bigihin cihekê. Encamên vê dê giran bin.”
Hacî Tûnc, anî ziman ku mafê jinan û sewalan ji holê hatine rakirin û wiha got: “Siyaseta desthilata niha rizî ye. Kujeran û dizan bêceza dihêle. Dê kujerê Narîna 8 salî jî ceza nekin. Çi sûcê Narîna 8 salî hebû? Dewlet dewlemendan dihêle û ketiye pey girtiyan feqîran.”