ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2024'AN
- rojane
- 09:00 10/8
Di nobeda li Qada Şîhaneyê ya i dijî qeyûm de, bertek nîşanî polîtîkayên şer ên desthilatê hat dayîn.
Hunermend Aram Tîgran di 15'emin salvegera wefata xwe de li Amedê hat bibîranîn.
Rojnamevan Huseyîn Denîz di salvegera 32’yemîn a qetilkirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Di hefteya 16’emîn a çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de xizmên grtiyan bal kişandin ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareserkirina pirsgirêka kurd de û wiha gotin: “Divê bi Abdullah Ocalan re pêwendî bên danîn.”
Girtiyên jin ên ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê cezayên darvekirinê şermezar kirin bi êrişê re rû bi rû man. Hat ragihandin ku di êrişê de tevî girtiya siyasî ya kurd Werîşe Mûradî, xwediyê Xelata Nobelê Nergîs Muhammedî jî birîndar bûye.
Sînan Sutpak ê ev 31 sal in girtî ye û di Girtîgeha Tîpa T ya Yozgatê tê ragirtin. Berdana Sutpak ev cara 6’emîn e tê astengkirin.
Hat zanîn ku ji ber gefa êrişan ya li ser kampên koçberên êzidî yên li Dihokê, bi hezaran êzidî konên xwe berdane û berê xwe didin Şengalê. Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji bo parastina civaka Êzidî, bang li hêzên ewlekariyê yên Iraqê kir daku mudaxileyî rewşê bikin.
Hat zanîn ku di operasyona leşkerî ya li bejahiya Elkê hatiye destpêkirin de 3 endamên HPG’ê û endameke YJA Starê jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişa hêzên rejîma ya li dijî Dêrazorê şermezar kir û got ku ev êriş encama hevkariya rejîmê ya bi dewleta tirk re ye.
Hêzên rejîma Îranê li bajarê Baneyê êrişî kolberan kir. Di êrişê de 5 kolber birîndar bûn.
Balafirên şer ên Tirkiyeyê, gundên Guherzê û Kanî Belavê yên navçeya Amêdiyeyê bombebaran kirin.
Têkildarî rewşa Parlamenterê TÎP’ê yê Hatayê Can Atalay ku ji doza Geziyê ceza lê hatiye birîn, bang li Meclisê hat kirin ku di 16’ê tebaxê de awarte bicive.
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan û Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê gotin ku astengkirina Instagramê binpêkirina mafê azadiya xweîfadekirinê ya bi milyonan bikarhinêran e.
Firat Darî yê ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê girtî ye diyar kir ku ew 4-5 mehan li benda sewqa nexweşxaneyê dimînin.