Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
- rojane
- 10:50 19/6
Can Oguzsoy ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrumê tê ragirtin, da zanîn ku bi hinceta “hevdîtina bi parêzer re” birine cihê hevdîtinê û li wir gef lê hatine xwarin. Oguzsoy, got ku ji ber serlêdana sûc ew şandine girtîgeheke din û li wir jî lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin.
