Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
- rojane
- 13:36 15/5
Rêxistina ESP'ê ya Îzmîrê û SGDF’yê li dijî "Girtîgehên bi tîpa bîrê" dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Çalakî di roja 3'yemîn de berdewam kir.
Rêxistina ESP'ê ya Îzmîrê û SGDF’yê li dijî "Girtîgehên bi tîpa bîrê" dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn. Çalakî di roja 3'yemîn de berdewam kir.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beşdarî bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn a li Tuzluçayirê bûn.
Kesên beşdarî bîranîna ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn a li Tuzluçayirê bûn, diyar kirin ku her du şoreşgeran jî kevneşopiyeke mezin ava kirin.
Endamê “Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk” Mehmet Şîrîn Tunç, diyar kir ku biryarên PKK’ê biryarên dîrokî ne û got: “Divê zemîneke ku Ocalan bikare bi rehetî bixebite bê avakirin. Nêzikatiyeke bi vî rengî dê bike ku aştî xurtir bibe.”
Hevalên Mûstafa Mesût Tekîk qala jiyana wî kirin û anîn ziman ku wî jiyana xwe fedayî gelê xwe kiriye û gotin: "Dixwest aştiya ku dayik li hêviyê bû înşa bike. Ji bo bîranîna wî em ê aştiya birûmet pêk bînin.”
Di danişîna doza 19 rojnamegeran de daxwaza rakirina biryara kontrola edlî ji hêla dadgehê ve hate redkirin û danişîn hat taloqkirin.
Girtiya Nexweş Fatma Ozbay ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dihat ragirtin, piştî 29 salan hate berdan.
Endamên PM’a DBP’ê diyar kirin ku dê ji bo Riza Altûn û Alî Haydar Kaytan li Dêrsimê bîranîneke girseyî li dar bixin û banga tevlibûnê kirin.
Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz diyar kir ku ev 36 roj in Kampa Mexmûrê di bin ambargoya Dewleta Iraqê de ye û ev biryara ku li gorî daxwazên Tirkiyeyê pêkhatî ne li gorî qanûnên Iraqê ye.
Welatiyên Wanê diyar kirin ku ew li bendê ne ku dewlet gavan biavêje û gotin: “PKK’ê bi berdena çekan berpirsyartiya xwe bicih anî. Dora dewletê ye. Dive dewlet mafên Kurdan bide.”
Endama Meclisa DÎB'ê Nesteren Davutoglû diyar kir ku ji bo aştiyê roleke mezin dikeve ser milê dewletê û got: “Bêyî ku em li benda dewletê bisekinin, divê her kes zimanê aştiyê bikar bîne.”
Dadgeha Îstînafê, ji bo rojnameger Îsmaîl Çoban ku ji ber agahnameya rêveberiya girtîgehê desteser kiribû 10 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn, biryara beraetê da.
Şandeya Meclisa Gel a Mexmûrê dema ji Bexdayê vedigeriya hate binçavkirin.
Îffet Zugurlî ku şahidiya kongreya damezirandina PKK’ê kiribû, diyar kir ku bi kongreya ewil re gelê Kurd şiyar bû û bi kongreya dawî re dê bi xwe re aştiyê bîne û got: “Ez dixwazim Serok Apo dîsa li vir, li mala me, li Deşta Fîsê bibe mêvanê me.”