Li taxên Rihayê civînên têkildarî pêvajoyê
- rojane
- 09:34 18/7
Li gelek taxên Rihayê di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de civînên gel tên lidarxistin.
Li gelek taxên Rihayê di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de civînên gel tên lidarxistin.
Welatiyên li navçeya Kopê ya Mûşê dijîn diyar kirin ku divê dewlet gavên mezin bavêje da ku jidilbûna xwe ya bi pêvajoyê misoger bike û divê girtiyên siyasî demildest werin berdan.
Dayika Aştiyê Rahîme Tûranê diyar kir ku ew dixwazin merasîma îmhakirina çekan bibe wesîleya aştiyê û dixwestin zarokên wan ên ku jiyana xwe ji dest dane jî vê rojê bidîtana û got: "Divê bi awayekî ewle rê ji bo vegera gerîla were vekirin."
Welatiyên Sêrtê destnîşan kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê Abdullah Ocalan azad be.
Berdevkê Karûbarên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, 13 salên Şoreşa Rojavayê nirxandin û diyar kir ku ew Sûriyeyeke ku mafên hemû gel û baweriyan tê de bên misogerkirin diparêzin û got: "Rêveberiya Xweser ji bo Rojhilata Navînê mînak e."
Rojnamevan Frederike Geerdink ku di Koma Aştî û Civaka Demokratîk de cih girt, diyar kir ku ev gava ku hatiye avêtin bangek ji dewletê re ye ku "tiştekî bike" û got: "Çek hatin şewitandin, lê têkoşîn hîn bi dawî nebûye."
Malbatên Huseyîn Nas û Tacdîn Işik ên endamên Koma Aştî û Civaka Demokratîk, diyar kirin ku ew aştiyê dixwazin û gotin: "Tevahiya cîhanê hêza teorîk û pratîkî ya Abdullah Ocalan ji bo aştiyê dîtiye. Em bi Ocalan bawer in. Gelê kurd û PKK heta dawiyê girêdayî wî ne."
SOHR'ê daxuyand ku hejmara qurbaniyên pevçûnên li Siwêdayê bûye 516 û ji van, 86 kes hatine daliqandin.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Hejmar 2 a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê, li dijî îşkence, muameleya nebaş û astengkirina berdana girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li Girtîgeha Kirşehîrê gardiyanan, ji ber pêvajoyê sixêf li Bahçelî û Erdogan kirine û cendirmeyên girtîgehê jî, bi "darbeyê" gef li girtiyan xwariye.
Jinan bertek nîşanî êrişa li ser malbata ku ji ber muzîka kurdî guhdar kiribû bi êrişê re rû bi rû mabû, dan. Jinan got: "Em ji bo jinan û hemû gelan, jiyaneke wekhev, aştiyane û azad dixwazin."
Şîna ji bo endamê QSD'ê Abdullah Akyuz ê ku hat gotin di berxwedana Tişrînê de jiyana xwe ji dest daye, bi girseyî hat ziyaretkirin. Malbata Akyuz got: "Em ser bilind in, em bi wan serfiraz in."
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê û Selahattîn Demîrtaş kirin û ji bo tevkariyê li pêvajoya aştiyê bikin divê rêya wan bê vekirin.
Mecît Alagoz, piştî 32 salan tehliye bû û li bajarê xwe yê Îdirê bi coş hate pêşwazîkirin.