'Muhlîse Karaguzelê û Kavak demildest berdin'
- rojane
- 15:34 15
Di çalakiya vê hefteyê de, ÎHD'ê bal kişand ser rewşa Muhlise Karaguzel û Abdulvahap Kavak ên bi giranî nexweş in û xwest ku demildest serbest bên berdan.
Di çalakiya vê hefteyê de, ÎHD'ê bal kişand ser rewşa Muhlise Karaguzel û Abdulvahap Kavak ên bi giranî nexweş in û xwest ku demildest serbest bên berdan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan li gelek bajaran li hev civiyan. Di çalakiyê de li aqûbeta Nazim Gulmez, Hamza Tutan, Ali Tekdag, Hakki Kaya û Orhan Yakar ku di dîrokên cuda de di bin çavan de hatin windakirin pirsin.
ÎHD'ê kongreya xwe ya asayî ya 22'yemîn ku wê 2 rojan bidome li dar dixe. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di kongreyê de axivî, anî ziman ku bi berxwedan û piştgiriyê ew ê pêşî li zext û binpêkirina mafên mirovan bigirin.
Dayikên Şemiyê, diyar kirin ku kiryarên windabûna Nazim Gulmez bi bêcezatiyê tên parastin û daxwaza edaletê kirin.
Li Nevşehîrê mînîbusa serwîsê ya karkeran qelibî. Di qezayê de 14 karker birîndar bûn.
Li Dîlovasiyê karker Tuncay Yildiz jî yê di şewata li fabrîqeya kozmetîk de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Hejmara karkerên li Dîlovayê jiyana xwe ji dest dan, derket 7’an.
Hevserokê Şaxa DAD ya Îzmîrê Firat Dîkmen û Hevserokê Komeleya Çand û Hevgirtinê ya Dersimê ya Îzmîrê Hasan Alî Kiliç diyar kirin ku divê cihê gorên Seyîd Riza û hevalên wî werin eşkerekirin û gotin ku ev yek dê di pêvajoyê de gaveke erênî be.
Her çend kiryarên Selamet Yeşilmen a ku di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de li ber mala xwe hat kuştin, tevî hemû delîlan 10 sal in nehatine eşkerekirin jî, hevjînê wê Aburrahîm Yeşîlmen got ku ew li benda edaletê ne.
Mehmet Emîn Can ku 30 sal in îmamê dilxwaz e û ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dixebite, got: "Di navbera gel û baweriyan de pirsgirêk tune ne. Pirsgirêka rastîn ji qanûnên ku ji hêla kesên ku dewletan bi rê ve dibin ve tên danîn, derdikevin holê."
Jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyi de, li gelek bajaran daketin qadan û li dijî tundiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Der heqê 6 xebatkarên Lemanê de ji ber karîkatûrê doz hatibû vekirin. Di dozê de ji bo Dogan Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin. Lê ji ber doza “heqaret li serokkomar kiriye” hêj di girtîgehê de ye.
Neviya Seyîd Riza, Zeliha Polat xwest ku cihê gorên kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin û gora bapîrê wê were nîşandan û bang kir.
Di 9’ê Mijdarê de li Qoserê cerdevanan û tetîkkêşên wan bi çek û çoyan êriş kiribûn û 4 kes birîndar kiribûn. Êrişkar hatin berdan.
Azîze Tunelî ya 92 salî ku tehliyeya kurê wê Ahmet Tunelî 4 caran hatiye astengkirin, got: “Dixwazim kurê xwe bibînim. Gelo beriya bimirim dê bikarim kurê xwe bibînim?”