ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2025'AN
- rojane
- 09:02 14
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo çar karkerên di helweşîna pirê ya li Pasûrê de jiyana xwe dest dan li ber Plazaya AZCyê kom bûn û qezaya karkeran şermezar kir.
Hat zanîn ku Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê di 18’ê Mijdarê de bicive.
Şîna endamê HPG’ê Huseyîn Ozturk li Agiriyê hatiye danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin. Beşdaran, dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
Rojnamevan Rahîme Karvar, ji ber dosyaya ku dihat darizandin 2 sal û mehek ceza lê hat birîn.
Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku hat tehliyekirin, serdana Rêveberiya DEM Partiyê ya Esenyurtê kir û got: “Tehliyeya şaredaran dê baweriya gel a bi pêvajoyê xurt bike.”
Asli Cafri ku li Edeneyê hewl da avahiya Partiya Keskan û Çep a Pêşerojê û HDP’ê bişewitîne, bi hinceta ku “cezaî ehliyeta wê nîne” ceza lê nehate birîn.
Di daxuyaniyên bi munasebeta salvegera Komkujiya Amûdê de hat destnîşankirin ku ji bo komkujiyên din li Rojava pêk neyên têdikoşin û wiha hat gotin: “Em ê tu carî Komkujiya Sînemaya Amûdê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”
Ji ber ku namzetên PDK'ê yên Behdînanê bi ser neketin, alîgirên wan derketin kolanan û encam protesto kirin.
Rojnamevan Delîl Zîlan, diyar kir ku dê artêşa Sûriyeya nû li gorî modela sazkirin û got: “Peymaneke bi devkî hat kirin ku hêzên Amerîka, Fransa, QSD û Hikumeta Demkî ya Şamê jî qebûl kirine.”
Welatiyên Wanê diyar kirin ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê weke gava ewil mafên gelê Kurd bên naskirin.
18 girtiyên nexweş ên ku li girtîgehên Mêrsînê têne ragirtin, tevî nexweşiyên xwe yên tenduristiyê yên giran jî nayên berdan. Parêzer Muammer Derînce, got: "Em bang li parêzvanên mafên mirovan, saziyên demokratîk û raya giştî dikin ku di vê mijarê de bikevin nava tevgerê."
Li gorî rapora pêvek a ATK’ê ya têkildarî Rojîn Kabaîşê de teqez bû ku 2 DNA’yên li ser bedena Rojîn Kabaîşê hatine tespîtkirin neperîne. Hat zanîn ku ji vir şûnde dê dozgerî têkildarî kesên gumanbar nirxandina xwe bike û DNA’yan bide ber hev.
Girtiyan, ji bo rojnamevan Huseyîn Aykol ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û tedawiya wî didome, nameya piştevaniyê şandin. Girtiyan di nameyên xwe de diyar kirin ku ew bawer in ew ê bi îradeya xwe ya şoreşgerî vê nexweşiyê têk bibe.
Mehmet Emîn Esen li Girtîgeha Hejmar 2 ya Bi Ewlehiya Bilind a Amedê tê ragirtin. Lijneya Îdare û Çavdêriyê, di nava salekê de negirtina cezayên disiplînê ya Esen weke "bi zanebûn sûc nekiriye" û tehliyeya wî taloq kir.