HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
- polîtîka
- 12:51 10/1/2022
HDP, wê li dijî doza girtinê û êrişan di 22’yê Çileyê de li Amedê bi dirûşmeya “Em HDP’ê diparêzin” mîtîngê li dar bixe.
HDP, wê li dijî doza girtinê û êrişan di 22’yê Çileyê de li Amedê bi dirûşmeya “Em HDP’ê diparêzin” mîtîngê li dar bixe.
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ku ji Propaganda û Weşan û Çapemeniyê Berpirsyar Tayîp Temel bal kişand ser zextên li ser rojnamevanan û bi lêv kir ku tevî her tiştî rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin û bedelan didin hene.
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di kongreya HDP’a Qoserê de axivî û diyar kir ku temînata aştiyê Ocalan e û wê di sala 2022’yan de îqtidarê têk bibin.
Hevserokên HDP’ê yên li Amedê bi rêxistinên girseyî yên demokratîk re hatin gelhev, diyar kirin ku tê xwestin ku bajêr bê nasname bihêlin û wiha gotin: “Qeyûm nikare ji birînên civakê re bibin derman. Em bi yekitiyê dikarin ji pirsgirêkên civakê re bibin derman.”
Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, êrişên li dijî goristan û cenazeyan ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû pirsî.
Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca, ji Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul pirsî ku tetîkkêşê siyasetmedarên jin ên kurd ku Parîsê hatin qetilkirin, Omer Guney li Enqereyê bi kê re hevdîtin kir?
Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglu li ber Girtîgeha Kandirayê bal kişand ser rewşa tenduristiya Aysel Tugluk û bang li îqtidarê kir û got: “Gelo bila cenazeyê Aysel Tugluk ji vir derkeve?”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay der barê geşedanên hefteyî de li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay polîtîkayên AKP’ê yên şer, qeyrana aborî û tundiya li ser HDP’ê nirxand û got li Tirkiyê girtîgeh bûne wekî penceşêrê.
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, di komcivîna partiya xwe ku malbatên girtiyan jî tevlî bûn de ev tişt got: "Li dijî siyaseta darbestan a li girtîgehan a desthilatê em ê siyaseta xwe ya jiyanê bi awayekî xurt bidomînin."
Rêxistina HDP’a Êlihê, ji bo kongreya ku dê di 16’ê Çileyê de li dar bixin banga tevlîbûnê kir.
Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkûl bi daxwaza îxrackirinê sewqî Lijneya Dîsîplînê ya Navendî ya HDP’ê hat kirin.
Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku sala 2021'ê bi berxwedan û têkoşînê derbas bûye û got: "Divê em sala 2022'yan bi şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan û bi azadiya wî bikin sala serkeftinê."
Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, ji bo girtî Yasîn Eneç ku li Girtîgeha Tekîrdagê îşkence lê hatibû kirin got ku heke bibêjin "întihar kiriye" divê ev daxuyanî neyê qebûlkirin.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar serdana Partiya DEVA’yê kirin û banga hilbijartina pêşwext kirin. Alî Babacan jî got wê hevdîtinên şêwrê û diyalogê berdewam bikin.
Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan diyar kir ku di bingeha hemû krîzan de neçareserkirina pirsgirêka kurd û tecrîdkirina Ocalan heye.