• img

    Tevgera Azadî: Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin

    Cîgira Hevserokên Tevgera Azadî Tara Hisên, der barê girtina endamên Tevgera Azadî ên li Hewlêrê de daxuyanî da û got: “PDK bi girtina endamên me dixwaze binpêkirinên xwe yên ne exlaqî, ne demokratîk û ne mirovî li dijî azadîxwazan berdewam bike. Lê wê vê carê jêre nemîne û helwestek me ya cûda hebe. Em ê dest bi çalakiyên girseyî bikin.”

  • img

    Paylan tenê pirsek ji Albayrak kir: Hûn difikirin ku îstîfa bikin?

    Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji aboriyê berpirsiyar Garo Paylan, ji Wezîrê Xizînê û Maliyê Berat Albayrak tenê pirsa “Gelo hûn difikirin ku îstîfa bikin?” kir.

  • img

    Berdevka HDP'ê Gunay: Tirkiye kirin Îmralî

    Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, balkişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku li Îmraliyê sûcekî navnetewî tê meşandin. Gunay, Peymannameya Stenbolê jî nirxand û got: "Ev kesên ku kampanyayên vekişîna Peymannameya Stenbolê dimeşînin, alîgirên qetlîamên jinan in. Heman zihniyetê diparêzin."

  • img

    Piştgiriya ji bo danezana ‘101 Porspiyan'

    Nûnerên partiyên siyasî yên piştgiriya danezana “101 Porspî” ya ji bo tifaqa demokrasiyê kirin, diyar kirin ku pratîkeke li gor bangawaziyê divê û hin pêşniyar dan ber îmzevanan.

  • img

    Ji Hevserokên HDP'ê Buldan û Sancar peyama cejnê

    Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar, bi minasebeta Cejna Qurbanê peyama pîrozbahiyê weşand û xwest her kes li dijî şewba vîrûsa coronayê tedbîrên xwe bigirin.

  • img

    Tevgera Azadî bi Humam Hemudî re civiya

    Şandeya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) li Bexda li gel Serokê Meclîsa Bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemudî civiya û geşedanên dawî û karên hevbeş niqaş kirin.

  • img

    Li Meclîsê ‘çêr’ bi dengdayînê hat qebûlkirin

    Li Meclîsê wekîla AKP’ê Oya Eronat heqaret li wekîlê HDP’ê Huseyîn Kaçmaz kir û çêrî wî kir. Di encama dengdayînê de jî “cezayê şermezarkirinê” nedan Eronat.

  • img

    Soran Omer: Tişta ku AKP li bakur dike, PDK jî li vir pêk tîne

    Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê yê berê Soran Omer ê ku mafê destnedayina wî hat rakirin, têkîldarî polîtîkayên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê birêve dibe got: “Tişta ku niha Tirkiye li hemberî parlementerên kurd ên bakur dike, PDK jî li başur heman tiştî li hember parlementeran dike. Em ê li dijî van kirinan têbikoşin û paş de gav neavêjin.”

  • img

    Kiliçdaroglu: Ez soza çareseriya pirsgirêka Kurd didim

    Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, di civîna koma partiya xwe de diyar kir ku soza çareseriya pirsgirêka Kurd dide û wiha got: “40 salin pirsgirêka Kurd tê niqaşkirin. 40 salin çima nayê çareserkirin? 40 salin otorîteya siyasî pirsgirêka Kurd çareser nekir. Ez soz didim ku vê pirsgirêkê di nava stantardên demokratik û serxwebûna Tirkiyeyê de çareser bikim.

  • img

    HDP wê derbarê endamkirinên ‘sexte’ yên AKP’ê de gilî bike

    Rêxistina HDP’ê ya Erdîşê, wê derberê kesên di pêvajoya pandemiyê de, bêyî agahî û destûra wan kirine endamê AKP’ê de, gilî bike.

  • img

    Ji Kalin daxuyaniya Ayasofya û xîlafetê

    Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin, derbarê xutbeya Serokê Diyanetê de ev tişt got: “Mele Alî Erbaş tenê ji weqfiyê jêgiran kir. Di xutbeyê de ziman dirêjiya li Ataturk ne mijara gotinê ye. Ji vir encama ‘ziman dirêjî Ataturk kiriye’ dernakeve.”

  • img

    'Yê Tirkiye derxe ronahiyê Ocalan e'

    Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayip Temel, destnîşan kir ku hêzên îxtîdarê dixwazin Tirkiyeyê di aliyê çareseriyê de bixetimînin û aktorê siyasî ku Tirkiye derxe ronahiyê û çareseriyê pêş bixe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.

  • img

    AYM’ê ji bo Guven û Farisogullari got: Erka me tune ye

    Parêzerên Parlamenterê HDP’ê Leyla Guven û Musa Farisogullari ji bo cezayê wan betal bibe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Yê AYM'ê bi hinceta “Bê erkiyê" serlêdan red kir.

  • img

    Guhertina medya civakî ji aliyê Komîsyonê ve hat pejirandin

    Teklîfa qanûnê ya ku sînordarkirina medya civakî bi xwe re tîne ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat pejirandin.

  • img

    Sancar: Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemekê bi xwîn bû

    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Komkujiya Pirsûsê destpêka serdemeke bi xwîn bû û got: “Li Tirkiyeyê, encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê, weke ku mizgînaya biharê bû. Lê, hevkarên îro yên desthilatdariyê di 8’ê Hezîranê de biryarên xwe dabûn. Ev bihar wê bifetisandana. Komkujiya Pirsûsê yekemîn gava girîng a vê fetisandinibû.

LÊGERÎN