Hatîmogûllari: Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat
- polîtîka
- 14:04 01/7/2020
Parlamentera HDP’ê Tûlay Hatîmgûllari, faîlên Komkujiya Sêwazê bir rojeva meclisê û ev tişt got: “Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat.”
Parlamentera HDP’ê Tûlay Hatîmgûllari, faîlên Komkujiya Sêwazê bir rojeva meclisê û ev tişt got: “Piştî Komkujiya Sêwazê ‘Komkujiya Edaletê’ pêk hat.”
Wekîla Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş anî ziman ku teklîfa “pir-baroyan” li dijî “parastinê darbe ye” û got: “Rojeva pir baroyan ji rojevê derxistin deynê stûyê her kesî ye. Berevajî vê yekê siberojek tarî li benda me hemûyan e.”
Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku Wezîrê Karên Hundir der barê penaberên ji ser sînorê Edîrneyê derbasî Yunanistanê bûn agahiyên şaş dane û got: "Hêjmara 143 hezar penaberên ku Wezîrê Karên Hundir da, nehatiye teyîtkirin. Di rapora Komîsyonê de şerha “Sedem çi dibe bila bibe kesê li ser navê Komara Tirkiyeyê biaxive mafê wî tune agahiyên şaş bide" derbas kirin.
Wekîlê Serokên Koma HDP'ê Saruhan Oluç, bal kişand ser îşkencya ku bi ser malê de girtin û bi kuçikan li Rojbin Çetin kirin û got: "“Ruhê îşkencekarê Esat Oktay Yildiran êdî li Midûriyeta Polisan e. Ne tenê li midûriyeta polîsan li her derê belav bûye.
HDK, encama civîna xwe aşkere kir û diyar kir ku bi sepandinên dawî faşizm li welat belav dibe. HDK'ê bang li rêxistinên demokratîk kir û xwest ji bo rê li pêş vê yekê bigirin çalakiyên girseyî mezin bikin
Parlamenterê HDP’ê Garo Paylan, qedandina budçeyê û destpêkirina deynan a Şaredariya Rezan bir rojeva meclisê û ev pirs kir: “Şaredariya Rezan gelo ji banqa û saziyên din çiqas qredî kişandiye?” Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Garo Paylan, têkbirina budçeya salekê ya di nav 6 mehan de û bi destpêkirina deynan a Şaredarê AKP’î Huseyîn Beyoglû ku tayînî Şaredariya Rezan hatibû kirin, bi peşnûmepirsekê bir rojeva meclisê.
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah, armanca êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxand û diyar kir ku Tirkiye hemû gelê Kurd dike armanc. Abdullah, anî ziman ku Tirkiye 36 salin li dijî Kurdan şerê eskerî dimeşîne û bi ser neketiye û ji ber vê yekê şerê taybet ê siyasî, dîplomasî, civakî û aborî dimeşîne.
Helbestvanê kurd Ehmed Huseynî, têkildarî êrîşên li dijî Kurdan nirxand û got: "Heke ji destê dewleta tirk bê dê oksîjenê li ser kurdan qut bike."
Komîsyona Kedê ya HDP'ê bal kişand ser karkerên demsalî yên li Konyayê qeza kirin û 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û got: "Eger tedbîr neyên girtin qezaya li Konyayê ne dibe ya ewil û ne jî dibe ya dawî."
Bavê Şerîf Mesûtoglû yê ji kuştina Qeymeqamê Dêrikê Fatîh Safîturk hat sûcdarkirin û cezayê girankirî yê heta hetayê lê hat birîn got: “Kurê min kirin qûrban. Qatil li derve ne kurê min di girtîgehê de ye.”
Serokwekîlên Koma HDP’ê, ragihandin ku ji partiya wan testa vîrûsa koronayê ya 3 parlamenteran pozîtîf derketiye û rewşa wan baş e.
Hevberdevkên HDK'ê Îdîl Ugurlu û Sedat Şenoglu, mohrkirina avahiya KCD'ê û binçavkirina siyasetmedarên Kurd şermezar kirin û gotin: "Rêxistinbûna civakê bi kîlîtkirina deriyên avahiyan nayê astengkirin. Divê her kes li dijî vê yekê helwestek hevpar nîşan bidin.
Mamostayê Zanîngehê û Çavdêrê Siyasî Dr. Kameran Mentik, bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Sîlemaniyê da û got: "Tirkiyeyê Hewlêr dagir kiriye. Niha hewil dide Silêmaniyê jî dagir bike."
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, serdegirtina polîsan a KCD'ê û binçavkirina siyasetmedarên Kurd ermezar kir û got: "Ev encama polîtîkayên li dijî Kurdan e. Ji ber AKP dijminantiya Kurdan dike di çend salên dawî de hewl didin ku KCD'ê kriminalize bikin."
AKP, ji bo pakêta ku dixwaze pê rêxistinbûna baroyan biguherîne, dê serdana CHP, HDP û IYÎ Partiyê bike.