‘Yasaya hejariyê’ li Meclîsê hat pejirandin
- polîtîka
- 09:47 16/4/2020
Teklîfa qanûnê ya ku dê rojane 39,24 TL bide karkeran û ku muxalefet wek “yasaya hejariyê” dinirxîne li Meclîsê hat pejirandin.
Teklîfa qanûnê ya ku dê rojane 39,24 TL bide karkeran û ku muxalefet wek “yasaya hejariyê” dinirxîne li Meclîsê hat pejirandin.
Lîjneya Stratejîk a HDP’ê ku xeta polîtîk a dema nû ya HDP’ê diyar bike, dest bi xebatên xwe kir. Wê lîjne, metna xwe ya destpêkê roja yekşemê amade bike û pêşkêşî Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê bike.
Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê diyar kir ku bi sererastkirina înfazê ku bûye qanûn 200 hezar girtî terkî mirinê hatine kirin û ev daxuyanî da: “Ev qanûn fermana darvekirinê ya ne yê ji xwe ye û wesîqeya şermê ye.”
Piştî ku hevdîtinên li ser teklîfa qanûna dê grevê li karkeran qedexe bike, karkeran mehkûmî hezar û 170 lîreyî dike û rê li ber destûra bê pere vedike bi dawî bibe dê xebatên Meclîsê heta cejna Remezanê bikeve betlanê.
Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu, ji Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu yê piştî biryara qedexeya derketina kolanan îsdîham pêk hat û biryara îstîfayê da lê piştre Erdogan ew efû kir, pirsa "Erdogan tu Efû kir an nekir em nizanin? Baş e lê gel wê te efû bike?" pirsî.
Komîsyona Bawerî û Gelan a HDP’ê Cejna Çarsema Sor a êzidiyan bi peyamekê pîroz kir.
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Murat Sarısaç, diyar kir ku di serdema Saddam Huseyin de Rejîma Baasê li diji Kurdan komkujî pêk anîye û di vê komkujiya Enfalê de 182 hezar Kurd hatine qetilkirin. Sarisaç ji Meclîsa Tirkiyeyê xwest ku Komkujiya Enfalê wekî komkujiya li dijî Kurdan pênase bikin û qebûl bikin.
Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed, ji ber ku di pêvajoya şewba vîrûsa corona belav dibe de piştgiriya tenduristî ya pêwîst nedaye gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê rexne kir. Îlham, hikumeta Sûriyê jî rexne kir û got: "Hikûmeta Sûriyeyê li dijî vîrûsa corona hevkariya Rêveberiya Xweser nake. Ger ku vîrus li herêmê belav bibe dê berpirsyarî ya hikumeta Sûriyê be."
Parlamentera HDP'ê ya ya Stenbolê Zuleyha Gulum, diyar kir ku bi qanûna înfazê ya bi dengê AKP-MHP'ê hat qebûlkirin, dê sucdarên zayendî bêne efûkirin û got: "Bi vê zagonê ji bo sûcdarên zayendî efû anîn. Ev zagon efûya kesên li dijî jinê sûc kirine, birîndar kirine kuştine, şantaj kirine û gef xwarne û pornografiya zarokan weşandine dixe nava xwe."
Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ku duh îstîfa kir, piştî Serokomar Tayyip Erdogan îstîfaya wî red kir, daxwaza xwe îro paşve kişand û got: “Înşallah emê di xizmeta milletê xwe de berdewam bikin."
Hevdîtinên beşa duyemîn ê sererastkirina înfazê temam bûn û 55 xal hatin qebûlkirin. Di hevdîtinan de bi guhertinekê biryara berdewamkirina kontrola edlî ya salekê hat dayîn û bi vê yekê re dê herkesê ku cezayê girtîgehê bigire nekeve girtîgehê.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz têkildarî cenazeyê Egîd Îpek ê ku bi riya PTT’ê ji malbata wî re hatî şandin diyar kir ku nêzîkatiya dewletê ya li dijî cenaze û goristanan ji berê heta îro hiqûqa dijminatiyê ye û got: “Şandina cenaze ya bi PTT’ê polîtîkaya dewletê ya li dijî gelê Kurd nîşan dide."
Parlamenterê CHP’ê Ozgur Karabat diyar kir ku pêvajoya îzolasyonê ya nêzî mehekê ye tê sepandin bi ragihandina qedexeya derketina derve re di du saetan de hat tunekirin.
Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca, bi bîr xist ku daxwaza hevdîtinê ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hevalên wî re hatiye redkirin û pirsa “Tecrîd wê dewam bike?” ji Wezîrê Dadê pirs kir.
10 xalên ewil ên zagona înfazê ku 2 rojin li meclîsê têne hiqaşkirin hatin qebûlkirin. Di hevdîtin û niqaşan de hemû pêşniyarnameyên guhertinê yên muxalefetê ji aliyê îxtîdarê ve hatin redkirin.