'Heke li dijî Kobanê êriş pêk were, wê pêl mezin bibe û Erdogan di bin lehiyê de bimîne’
- polîtîka
- 11:21 01/11/2019
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku ji bo pêşnûmeya danekirinê neçe Senatoyê lobî ketine dewrê û got: “Pêl ewqas mezine kes nikare li hember bisekine. Heke êrîş li dijî Kobanê pêk were pêl bi pêl dê mezin bibe û wê Erdogan di bin de bimîne.”