Sancar: Di şerde xizan winda dikin
- polîtîka
- 14:46 03/3/2020
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar, di koma partiya xwe de axivî û bal kişand ser polîtîkayên şer û girîngiya siyaseta demokartîk û aştiyê. Sancar, anî ziman ku di şer de xizan winda dikin û wiha got: "Xizan di şer de hem zarokên xwe û hem jî nanê xwe winda dikin. Em ê di siyaseta demokartîk û têkoşîna aştiyê de israr bikin. Werin em bi hevre tevgerek mezin a aştiyê ava bikin.