Buldan: Tenê daxwazek heye bila tecrîd rabe
- polîtîka
- 14:12 16/3/2019
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, li navçeya Kaxizmanê xîtabî gel kir û xwest hikûmet zagon û hiqûqa xwe pêk bîne û tecrîdê bi dawî bike. Buldan, anî ziman ku bi hezaran kes bi yek daxwazê di girevê de ne û dixwazin tecrîd rabe û Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re bi rêk û pêk hevdîtinê bike.