Kiliçdaroglû: Polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e
- polîtîka
- 14:35 05/9/2019
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e û heke wiha bidome dê 3 milyon penaberên din jî bên.
Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû diyar kir ku polîtîkaya Sûriyeyê ji serî ve şaş e û heke wiha bidome dê 3 milyon penaberên din jî bên.
Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê di roja 18’emîn de ye. Wekîlê Serokê Meclîsê Mîthat Sancar axivî û got: “Em ê dawî li xesp, talan, derew û heramiyê bînin.”
Serokkomar Erdogan di mijara 'Herêma Ewle' de careke din gef li welatên Ewropayê xwar û ev tişt got: "Heke Herêma Ewle nebe em ê neçar bimînin ku deriyan vebikin."
Hevserokê Giştî yê KCD'ê Berdan Ozturk, têkildarî operasyonên der sînor, tayînkirina qeyûman a Şaredariyên HDP’ê û tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Ozturk, bang li Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe kir û xwest li dijî van operasyonên dersînor bêdeng nemîne û got: "Divê em erk û perpirsiyariya xwe ya li dijî gel û dîrokê bilîzin."
Parêzerê Hevşaredar Selçuk Mizrakli, Mehmet Emîn Aktar derbarê îdiayên tayînkirina qeyûman de got: “Tê gotin lêpirsînek dest pê kiriye, lê têkildarî lêpirsînê ne parastinek ne jî beyanek heye. Ji dûrxistina hevşaredaran tu aliyê wê mafdar ê hiqûqî nîne.”
Wekîlê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu yê hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê yên qeyûm tayînê cihê wan hat kirin ziyaret kir, diyar kir ku bi pergal û feraseta heyî re, derî li rêyek têkoşînê ya nû hatiye vekirin û got: “Ji bo ku hemû welatiyên me li Tirkiyeyê bi awayekê wekhev, azad û dinava edaletê bijîn, em ê vî derî heya dawiyê vekin.”
Belgeyên nû yên ruşwetê yên Şêwirmendê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê û Walî Mustafa Yaman, Bulent Erdolu derketin holê. Li gorî van belge û fatûrayan, maşîna ku ji bo Serokomar Erdogan bi 375 tl kirê kirin, heman maşîne ji bo Wezîrê Karên Hundir Soylu bi hezar û 100 tl krî kiriye.
Li dijî permezarkirinên qeyûman, polîsan avahiya HDP’ê ya Adenê û gelek cih dorpêç kirine. Bi biryara qedexeya 15 rojan a walîtiyê re, ketin û derketin avahiya HDP’ê tê astengkirin. Hevseroka HDP’ê ya Bajar Gulseren Tural a ket avahiya partiya xwe û derket, pereyê ceza lê birîn.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Komeleya Hîndekarên Zanîngehê ziyaret kir. Temellî, diyar kir ku meseleya herî girîng a Tirkiyeyê 'Meseleya demokratikbûnê ye' û wiha got: "Em li dijî bê hiqûqîyê bi hevre tev bigerin. Em bêtir dengê xwe bilind bikin."
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubîlay, diyar kir ku di rewşe awarte de meclîs têkeve betlanê nayê qebûlkirin û wiha got: “Em wekî HDP'ê bang li AKP û MHP’ê ya zêdeya parlamenteran di destê wê deye dikin ku bi lez meclîsê kom bike.
Ekrem Îmamoglu, li Amedê bi hevşaredarên HDP’yî Selçûk Mizrakli û Ahmet Turk ên ji wezîfeyê hatin dûrxistin re hevdîtin pêk anî. Îmamoglu da zanîn ku divê ew vê pêvajoyê veguherînin fersendê û got: “A rast em ne ji bo Amediyan em ji bo Stenboliyan dengê demokrasiyê radigihînin. Divê em li vê erdnîgariya ji bo 82 milyonan demokrasiyê bînin.”
Endamê KÎD’ê Mehmet Emîn Ay di çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman de axivî û got: “Yên bi zaliman re dimeşin gunehkar in, sûcdar in û di wîjdanê civakê de sûcdar in. Em ê jî li dijî qeyûman wek Îbrahîm ê li dijî Nemrûd li ber xwe da, li ber xwe bidin.”
Li Amedê jinan bi meşekê piştgirî da çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûm ku di roja 12'an de didome.
Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay, diyar ku li gel hemû zext û tundiya li dijî wan têkoşîna xwe ya demokratîk û rewa berdewam dikin û heta hevşaredarên wan dîsa li peyvirê vegerin wê bê navber çalakiyên xwe berdewam bikin.
Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû diyar kir ku heke çareseriyeke siyasî çêbibe dê ji Sûriyeyê derin û angaşt kir ku rejîm ji çareseriya siyasî bawer nake.